Dayika 10 zarokan xwe şewitand
Roja 23ê Gulana 2017ê, jina bi navê (E.R.S) ya 53 salî, ku nîştecihê Taxa Şehîdan a navçeya Kelarê bû, di hewşa mala xwe de gaz bi xwe de kir û agir berda canê xwe. (E.R.S) dayika 5 keç û 5 kuran bû.
Hevjîna (E.R.S) hewiyek biser de anîbû û ji wê jinê jî zarokek wan hebû.
Kurê (E.R.S) yê bi navê (E) dibêje: “Beriya du hefteyan rewşa derûnî ya dayika min têk çû û bi berdewamî digot, serê min diêşe. Nexweşiya wê ya şekirê hebû, dermanên xewê dixwar lê xewa wê nedihat.”
Derbarê xwe şewitandina dayika xwe de (E) diyar dike: “Wê rojê dayika min firavîn amade kir. Di hewşa male de diçû û dihat. Demjimêr 02.00ê nîvro xwe şewitand. Bavê min li cihî kar bû, bi lez vegeriya male û dayika min bire nexweşxaneyê lê jiyana xwe ji dest dabû. Polîsan li ser vê yekê bavê min girtin.”
(E) dide xuyakirin, ku di navbera dayik û bavê wî de ti pirsgirêk nebûne, heta bi razîbûna dayika wî bavê wî jina duyemîn aniye û dibêje: “Em dixwazin bavê me azad bibe. Eger tawanekî bavê min heba, me bixwe daxwaza girtina wî dikir. Lê dayika min di nav jiyaneke zehmet û nexweş de mezin bû lê ti caran dilê wî ji kesî nema, ti kesan dilê wê neşkînand. Ew mîna perperokekê bû, qedera wê wiha bû.”
Piştî xweşewitandina dayikê û girtina bavê wan, rewşa derûnî ya zarokan jî xirabûye. Derbarê mijarê de Rêvebera Tekoşîna Li Hember Tundutîjiya li Dijî Jinan Lemîe Mihemed Qadir ji Rûdawê re got: “Xweşewitandina (E.R.S) bi rewşa wê ya derûnî re pêwendîdar e. raporên pizîşkî jî diyar dikin, ku nexweş bûye.”
Lemîe Mihemed Qadir da xuyakirin, ku hevjîna (E.R.S) li gorî madeya 408 a yasaya cezakirinê hatiye girtin û heta encama rapora Pizîşkê Dadwerî eşkere bibe dê girtî bimîne.
Rêvebera Tekoşîna Li Hember Tundutîjiya li Dijî Jinan herwiha da zanîn, ku li gorî salên derbasbûyî îsal tundûtijiya li hember jinan kêm bûye.
Rudaw
