Li Bakurê Kurdistanê cigarekêşan di nava zarokan de zêde dibe
Cigare ku rê li ber çendîn corên penceşêrê/kanserê vedike, li Bakurê Kurdistanê kêşe û diyardeyeke civakî ye. Li gor amaran nêzîkî ji sedan 50yê hevniştimanên Bakurê Kurdistan û hemwelatiyên Tirkiyê cigare dikşînin ku nêzîkî ji sedan 70yê wan mêr in.
Di Roja Destberdana Cigareyê ya Cihanî de li ser Kolana Hunerê ya navdar a Amedê zarokek cigarekêş li ber çavên me dikeve. Şêwazê cigarekêşana wî û tizbiyê di destê wî de bi her hal û tevgerê xwe wekî mêrek mezin an jî kalemêrek cigarekêş tevdigire. Mervan bêyî ku haya wî ji zererên cigareyê heb,e di vî temenê xwe yê biçûk de bûye cigarekêş
Zarokê Cixarekêş Merwan K. ji Rûdawê re diaxive û dibêje: "Ez 14 salî me. Ev 4 sal e ez cixarê dikşînim. Ez hîn bûme, ma zererê cixarê çi be. Ez ji derdor û hevalên xwe hînî kişandina cixarê bûm."
Li gor amaran her mehê kêmanî carek cixare li sedan 60ê malên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tên kişandin. Ev yek jî dibe sedem ku zarok nîşaneya mezinahî û mezinbûnê di cixare kişanê de bibînin. Meraq, dilbijandin, heval û derdor sedem û hokarên bingehîn ên destpêkirinê ne.
Hevniştimanî Sidiq Yargul jî li ser cigarekêşana xwe ji Rûdawê re dibêje:"Ez ji heval û derdora xwe hînî cigarekêşanê bûm. Ez rojane du pakêt cigarê dikşînim. Niha ji ber rojîtiyê daketiye nîv pakêtî."
Azad Dogan jî li ser heman mijarê diyar dike: "Bav û dayîkên me, heval û derdorên me dema cigarê li ber dikşînin, dibe sedem ku em jî bikşînin. Sedemê destpêkirina me, mezinên me ne."
Hevniştimaniyê bi nave Beraat Şehîrlî jî dide xuyakirin: "Zererên cixareyê pir in. Ez rojê du pakêtan dikşînim. Ez naxwazim kes bikşîne."
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 252 hezar zarok û 14 milyon û 500 hezar mezin cigarekêş in û her sal derdora 83 hezar kes ji ber bikaranîna cigareyê û berhemên ji titûnê dimirin.
Pizîşkê Pispor li Nexweşiyên Hinavî Abbas Zulfuogûllari li ser zirarên cigarekêşanê ji Rûdawê re ragihand: "Cigare dikare bibe sedem û hokarê her nexweşiyek. Lê herî zêde bandor li cîgeran dike. Sedema bingehîn a penceşêra cîgeran, astim û koahê cixare ye. Herwiha di derketina penceşêrên hundirê dev, qirik, mîde, mesaneyê de xwediyê bandoreke mezin e. Li aliyê din cigarekêşî dibe sedemê xitimandina reh û tamaran û dibe rêxweşker ji bo qeyrana dil. Cixare ji bo hemû organ û endamên laşê mirov zerermend e. Ji ber ku ji bilî nîkotînê 4 hezar madeyên zerermend di nav cixareyê de hene."
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di navbera ji sedan 82 û 89an de bac li buhayê cigarê tê zêdekirin. Tevî vê yekê jî nêzîkî ji sedan 50ê welatiyên serî 15 salî cigarekêş in. Ji vana ji sedan 30yê wan jin in.
Rudaw
