Pasevanekî gund û mamosteyekî şer kirin: 2 kuştî
Li gundekî navçeya Tutax a bajarê Agiriyê di navbera pasevanê gund Îdris D. û mamosteyê wekîl ê bi navê Îlyas D. û herwiha du kesên bi navê Îlhan Ş. û Summanî Ş. de li ser nakokiya zevî û erd xirecir derket.
Ew xirecira navbera wan di demeke kurt de bû şer û ji tifingeke ku hêj nediyar e ji ku hat, gulle hate reşandin.
Îdris D. û Îlyas D. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.
Herwiha Îlhan Ş. û Summanî Ş. jî ji aliyê cendirmeyan ve hatin desteserkirin.
Rudaw
