Îran…63 keç û kur ji ber ahengeke şev hatin girtin
Dozgerê giştî yê Meşedê Husên Heyderî di vê derbarê de ji çapemeniya Îranê re ragehand: ‘’Di encama hewldana polîsê civakî û exlaqî yê parêzgeha Xorasanê Rezewî şeva 19.05.2017ê li navçeya Şîr Hesar li ser cadeya Sentu ya Meşedê di ahengeke şevê de 28 kur û 35 jin hatin girtin.’’
Li gor gotinên berpirsê dadweriya hikûmeta Îranê di ahengên cuda cuda de 63 kes hatine girtin, herwaha 18 şîşeyên alkolê, 33 wesayîtên cor bi cor û 36 telefon hatine girtin û ji ber çend kes jî revîne gule li wan hatiye berdan.
Berpirsên saziyên dadweriya Îranê aheng û şevên wek keyfxweşiyê wek belgeya bê exlaqî û dercivakî pênase dikin û di yasayên Îranê de wek tewan tê pênase kirin û hêzên ewlehiyê yên Îranê jî wek hikmê dozgerê giştî wan kesan wek tewanber digrin.
Basnews
