Rojhilat…Li Ormiyê kesekê şeş endamên malbata hevjîna xwe kuşt!
Berpirsên tenduristiya bajarê Selmasê aşkera kirin, ew bûyer li Şeqama Çemran û kolana Îmam Husên a li bajarê Selmasê ya ser bi parêzgeha Ormiyê pêkhatiye û zavayekê şeş endamên malbata hevjîna xwe kuştiye û kesek jî birîndar bûye.
Çapemeniya Îranê behsa vê yekê dike ku îro ew kujer ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye girtin.
Heta naha derbarê hûrgiliyên bûyerê û navê kujer û kesên kuştî nehatiye aşkera kirin.
Basnews
