• Saturday, 31 January 2026
logo

Malbatên ku mêr ji hev kuştibûn li hev hatin

Malbatên ku mêr ji hev kuştibûn li hev hatin
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê du malbatên ku mêr ji hev kuştibûn û bûbûn xwîniyên hev bi navbeynkariya rihspiyan di "xwarina sulhê" de li hev hatin.

Malbatên bi paşnavê Ozdemir û Ozyilmaz ku di heman demê de mirovên hev in, 6 sal berê şer kirin û kesek ji malbata Ozyilmaz hat kuştin. Li ser vê bûn dijminê hev û li hember hev sekinîn. Piştî vê maqûlên herêmê, rihspî û pêşdehatiyên civakê ketin navberê û ew li hev anîn.

Malbat di "xwarina sulhê" de hatin cem hev û Qeymeqamê Dêrikê Hakan Kafkas jî beşdarî vê merasimê bû.

Di bernameyê de Quran hat xwendin û ji bo careke din dubare nebe dia hatin kirin.

Şêxmûs Ozdemir û Abdullah Ozyilmaz piştî xwarinê dest dan hev û li hev hatin.

Rudaw
Top