• Saturday, 31 January 2026
logo

Sebeba mirina wî xortê Rojhilatî eşkere bû

Sebeba mirina wî xortê Rojhilatî eşkere bû
Derket holê ku ew xortê Rojhilatî yê li Hewlêrê mirî hatibû dîtin, bixwe xwe kuştiye.

Şeva borî xortekî Rojhilatî bi navê Soran Şafiî li Hewlêrê û li cihê karê xwe mirî hatibû dîtin.

Li ser wê bûyerê berpirsê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet ragihand, li gorî lêpirsîn û lêgerînan derket holê ku wî xortî bi demançê xwe kuştiye.

Telet da zanîn ku hevalên wî dibêjin gelekî deyindar bûye û rewşa wî ya derûnî ji ber wê yekê xirab bûye û xwe kuştiye.

Soran Şafiî, ku di nav hevalên xwe de wek Soran Seqizî dihat nasîn, di televîzyonên Tishk TV û Kurdsatê de jî kar kiribû.

Basnews
Top