HDPê têkildarî kuştina 13 leşkeran bang li Tirkiyê û PKKê kir
Di daxuyaniya HDPê de hatiye: Derbarê wê operasyona ku hêzên çekdarên Tirkiyê li navçeya Gare ya axa Herêma Kurdî ya Iraqê pêk anî, Hulusî Akar Wezîrê Berevaniya Tirkiyê di nîveşevê de ragihand ku termên 13 welatiyan dîtine ku li gor zanyariyan demeke zêde ye li cem PKKê esîr bûn. Herwiha li gor zanyariyan, ji bilî wan kesan, zêdeyî 50 kesên din di dema operasyonê de jiyana xwe ji dest dane.
HDP herwiha dibêje: Weke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jibo wan 13 kesên ku demeke dirêj e di destê PKKê esîr bûn, herwiha jibo tevahiya kuştiyên din em dilgiraniya xwe radigihînin û sersaxiyê ji malbat û ezîzên canjidestdayiyan re dixwazin.
Partiya Demokratîk a Gelan destnîşan jî kiriye, desthilat di wê pêgehê de nîne lêpîrsînê li gel partiya me bike, lê divê berpirsatiya xwe li hember malbatên kuştiyan cîbicî bike. Bi heman awayî divê PKKê zanyairyan derbarê çawaniya canjidestana wan dîlan bide Tirkiyê û cîhanê herwiha dîlên din jî azad bike.
Di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 leşkerên Tirkiyê ku di destê PKKê de esîr bûn, hatine kuştin.
Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan 13 serbazên dîl tometbar dikin.
Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê dibêjin, PKKê di dema operasyona li Çiyayê Gare de ew serbazên Tirkiyê kuştine û gule li ser û stuyê wan dane. Lê PKK wê yekê weke tomet bi nav dike û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê red dike.
Hulusî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, duh Yekşemê 14ê Sibata 2021 piştî ragihandina bidawîbûna operasyonê ragihand: “Di dema pişkinîna şikeftekê de termê 13 welatiyên sivîl ên Tirkiyê yên bê çek hatin dîtin. Yek gule li milê wî hatibû xistin û 12 welatiyên din gule li serê wan hatine xistin û hatine kuştin.”
Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) jî her heman rojê da xuyakirin, “Dewleta Tirk ji bo leşkerên êsîr bikuje ji hewa û bejahî ve êriş kir. Êrişa li ser kampa êsîran bi ti awayî ne ji bo xilaskirina wan bû, lê belê ji bo kuştina wan bû.”
Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Çengê Baz-2 destpê kir ku îro Yekşemê 14ê Sibata 2021an Wezîrî Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar li Şirnexê bidawîbûna operasyonê ragihand.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, di şerê Gare de dibêje tenê 3 efserên wan hatine kuştin û 3ê din jî birîndar bûne, di hember de jî 48 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 gerîlla jî hatine desteserkirin.
Lê Hêzên Parastina Gel (HPG) jî dibêje, ew amarên artêşa Tirkiyê derbarê şerê Gare de belav kirine nerast in û heta niha kuştina zêdeyî 30 serbazên Tirkiyê li Gare ragihandiye. HPG herwiha ragihandiye, ew dê di demeke nêzîk de amarên taybet bi şerê li Gare belav bikin.
Rudaw
