• Monday, 12 October 2026
logo

Necîb Xedban: Tevlîbûna HSDyê serkeftineke mezin e

Gulan Media October 12, 2026 Nûçe
Necîb Xedban: Tevlîbûna HSDyê serkeftineke mezin e

Şêwirmendê Wezîrê  Karên Derve yê Sûriyeyê Necîb Xedban tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta Sûriyeyê wekî "serkeftineke mezin" bi nav kir.

Xedban her wiha da zanîn ku rewşa ewlehiyê ya li welêt ber bi başbûnê ve diçe û got ku ew dixwazin Sûriye di navbera welatên herêmê de bibe pireke girîng.

Şêwirmendê Wezîrê  Karên Derve yê Sûriyeyê Necîb Xedban îro li Hewlêrê di roja yekem a Foruma MERIyê de beşdarî panela bi navê "Sûriyeya Nû: Ji Parçebûnê Ber bi Dewleta Hevpar ve" bû.

Necîb Xedban di panelê de li gel Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmed û ji Zanîngeha George Washingtonê ya Amerîkayê Amy Holmes cih girt.

Birêvebirê Navenda Omranê ya Lêkolînên Stratejîk Emmar Qehf moderatoriya rûniştinê kir.

"Divê em bi hev re bixebitin"

Xedban li ser têkiliyên bi HSDyê re got:

"Li Sûriyeyê rewşa ewlehiyê bi pêş ketiye û entegrasyona hêzan serkeftineke mezin bû. Em berê li dijî hev bûn lê êdî ji bo ku em Sûriyeyê ber bi pêş ve bibin divê em bi hev re bixebitin."

"Pirsgirêka herî mezin aborî ye"

Necîb Xedban qala rewşa berê û ya niha ya Sûriyeyê kir û got:

"Sûriyeyê berê teror û Kaptagon hinarde dikir lê niha ew welatek e ku beşdarî projeyên hevkariya aborî dibe."

Xedban destnîşan kir ku zehmetiyên li pêşiya wan gelekî mezin in û pirsgirêka herî mezin aborî ye.

Wî da zanîn ku xebatên jinûveavakirinê û têkoşîna li dijî xizaniyê xalên pêşîn ên rojeva wan in.

Rewşa Siwêdayê û rola herêmî ya Sûriyeyê

Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê li ser rewşa parêzgeha Siwêdayê jî got:

"Siwêda parçeyekî bingehîn ê Sûriyeyê ye û divê çareseriyek ji bo wê were dîtin. Ji bo vê armancê hewldanên zêde tên meşandin."

Xedban da zanîn ku şerê li herêmê bandor li wan jî kiriye û wiha pê de çû:

"Siya şerê li herêmê li ser me jî çêbû. Lê tevî her tiştî em dixwazin Sûriye di navbera welatên herêmê de bibe pirek."

Wî her wiha destnîşan kir ku Sûriye xeteke girîng a derbasbûnê ye ku ji Îraq û Kendavê bi ser Tirkiyeyê re ber bi Ewropayê ve diçe û ev pêgeh ji bo hevkariya aborî xwedî derfetên mezin e.

Foruma MERIyê ya 2026an

Foruma MERIyê ji aliyê Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) ve li Hewlêrê tê lidarxistin.

Di forumê de pirsên siyasî, aborî û ewlehiyê yên têkildarî Îraq, Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn tên nirxandin.

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayî ya Foruma MERIyê ya 2026an e.

 

Rudaw

Top