Îlham Ehmed: Entegrasyonê aramî xurt kir lê di rola jinan û mafên Kurdan de paşve çûye
Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed diyar kir ku entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di nav artêşa Sûriyeyê de aramî xurt kiriye, di heman demê de pirsgirêkên li ser mafên Kurdan û rola jinan berdewam dikin.
Di axaftina xwe ya li Foruma Rojhilata Navîn 2026 (MERI) ya li Hewlêrê de, siyasetmedar Îlham Ehmed got: “Piştî hilweşîna Esed û entegrekirina QSD û artêşê, li gel tevlêkirina gelek komên leşkerî di artêşê de, em li Sûriyeyê guhertinek dibînin.”
Îlham diyar kir ku “tiştê ku li Sûriyeyê qewimî şoreşek bû ku hîn jî di qonaxên xwe yên avakirinê de ye” ku nîşan dide “Sûriye bi tevahî di pêvajoya ji nû ve avakirinê de ye.”
Îlham Ehmed destnîşan kir ku “pêvajoya entegrasyonê bûye egera ku bajarên Sûriyeyê bi hev ve werin girêdan û deriyên sînor ên Sûriyeyê werin vekirin” û got “pêvajoya entegrasyonê heta niha bi awayekî baş pêk hatiye û ez dikarim bibêjim ku ew bûye egera pêkanîna aramiyê. Tevî pêvajoya entegrasyonê ya ku pêk hatiye, di rola jinan de kêmbûnek çêbûye. Ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin ku pêvajoya entegrasyonê ji aliyekî ve serkeftin bi dest xistiye û ji aliyê din ve, ew hîn jî di qonaxa ceribandinê de ye.”
Îlham Ehmed wiha pê de çû: “Pêvajoya entegrasyonê ji bo gelê Kurd bi derxistina fermaneke serokatiyê ku hebûna gelê Kurd li Sûriyeyê bi çand û zimanê xwe nas dike û ew beşeke yekgirtî ya gelê Sûriyeyê ne, bi dest xistiye. Biryarnameya serokatiyê, di warê pêkanînê de, der barê mafê perwerdeya bi zimanê kurdî de netemam tê hesibandin.
Ew çarçoveyeke netemam e ji bo gelê Kurd û mekanîzmaya pêkanîna pratîk a vê fermanê hîn jî hewce ye ku were pêşvexistin.”
Îlham Ehmed wiha domand: “Carinan em dibînin wekî encameke nezelaliyê di mekanîzmayên biryarên ku ji hêla hikumeta Sûriyeyê ve têne dayîn de heye, hinek tevlihevî û nezelalî di bicîhanîna van biryaran de heye.”
Aloziyên dawîn ên li welêt jî Îlham Ehmed wek “encama zîhniyeta nîjadperest ku hîn jî di civakê de serdest e, çi ji hêla hin tevgeran ve be an jî aliyên herêmî yên derveyî ve ku dibin sedema têkbirina aramiya li Sûriyeyê” nirxand.
Ronahi.tv
