Li Kerkûkê civîna ewlehiyê: Plana bicihkirina yekîneyên leşkerî hat nirxandin
Serokê Ofîsa Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Ebdulemîr Şemerî serokatiya civîneke ewlehiyê kir ku tê de plana bicihkirin û jinûvebelavkirina yekîneyên leşkerî yên li sînorê Fermandariya Operasyonên Kerkûkê hat nirxandin.
Civîn êvara yekşemê bi beşdariya berpirsên pilebilind ên leşkerî û ewlehiyê pêk hat.
Ebdulemîr Şemerî di civînê de guhdariya raporên fermandaran kir ku li ser planên bicihkirin û belavbûna yekîneyên leşkerî yên li qada berpirsyariya Fermandariya Operasyonên Kerkûkê hatibûn amadekirin.
Pêşxistina hevahengî û karên îstîxbaratî
Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê, di civînê de bihêzkirina tedbîrên ewlehiyê yên li herêmên operasyonê bi hûrgilî hat nirxandin.
Beşdarên civînê bal kişand ser giringiya xurtkirina xebatên îstîxbaratê û zêdekirina hevahengiya di navbera hêzên cuda yên ewlehiyê de û çend pêşniyar pêşkêş kirin.
Armanc aramiya Kerkûkê ye
Hat ragihandin ku ev gav ji bo pêkanîna aramiya ewlehiyê ya li Kerkûkê û parastina jiyana welatiyan tên avêtin.
Rudaw
