• Monday, 12 October 2026
logo

Ermen û Suryaniyên herêmê banga diyalogê kir

Gulan Media October 12, 2026 Nûçe
Ermen û Suryaniyên herêmê banga diyalogê kir

Ermen û Suryanî çareseriya aloziyan di diyalogê de dibînin û ji xelkê herêmê daxwaz kirin ku rê nedin fitnê û bi rê û rêbazên aştiyane daxwaza mafên xwe bikin.
Endamê Meclisa Ermen Yûsif Mela da zanîn ku ew ji rewşa niha ya herêmê ne razî ne û di vê pêvajoyê de hêviyên wan nateyisîne.

Mela got wan bi çalakiyên aştiyane daxwaza vegerê dikir, lê ala Sûrî neşewitandin.

Xelkê taxa Xiwêran jî dikarin vegerin, lê nabe ku vegerandina wan ziyanê bide xelkê herêmê.

Yûsif Mela bang li rûsipiyên herêmê kir ku bi berpirsyar nêz bibin û rê li ber fitnê bigirin û got:

“Em bi hêvî ne ku ne bi tundiyê bi diyalokê pirsgirêkan çareser bikin.”

Ji pêkhateya Suryanî Hebîb Arditîş jî got ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Arditîş anî ziman ku jiyana hevbeş bi garantîkirina mafên hemû pêkhateyan ve girêdayî ye.

Di dawiyê de got bila li herêmê fitne çênebe û aramiya herêmê xira nebe.

 

Ronahi.tv

Top