• Wednesday, 07 October 2026
logo

Sefîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Diyaspora ne tenê koçkirina welatiyan bo derveyî welat e, belkî guherîna wan civakan e bo pêgeheke siyasî û aborî ya bihêz ku bibe piştevanekî çalak ji bo Kurdistanê.

Gulan Media October 7, 2026 Raport
Sefîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Diyaspora ne tenê koçkirina welatiyan bo derveyî welat e, belkî guherîna wan civakan e bo pêgeheke siyasî û aborî ya bihêz ku bibe piştevanekî çalak ji bo Kurdistanê.

 

Sefîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Diyaspora ne tenê koçkirina welatiyan bo derveyî welat e, belkî guherîna wan
civakan e bo pêgeheke siyasî û aborî ya bihêz ku bibe piştevanekî çalak ji bo
Kurdistanê.

Sefîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
ye û bi salan karê dîplomatîk li derveyî Kurdistanê kiriye. Di gotûbêja vê carê
ya «Rola Bazneya Gotûbêjê» de (Rola diyasporaya Kurdî li fezaya derveyî nîştiman
ji bo bilindkirina nasyonalîzmê), bi vî awayî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman:

Destpêkê ez destxweşiyê li Beşê Rewşenbîrî û Ragihandinê yê Partiya Demokrata
Kurdistanê dikim ji bo rêkxistina vê gotûbêja hestiyar û girîng bi navê
«Diyasporaya Kurdî li fezaya derveyî nîştiman ji bo bilindkirina nasyonalîzmê».
Ev mijar, mijareke aloz û piralî ye, lewma ez ê hewl bidim, her çend bi kurtî jî
be, li ser rehendên (aliyên) girîng ên vê pirsê biaxivim.

Pênaseya Diyasporayê û Taybetmendiya Koça Kurdan bo Henderanê

Pirsa diyasporayê yek ji babetên herî stratejîk e ku pêwîstiya wê bi yekxistina
têgihiştin û pênaseyeke hûr heye. Diyaspora ne tenê koçkirina welatiyan e bo
henderanê (derveyî welat), belkî guherîna wan civakan e bo pêgeheke siyasî û
aborî ya bihêz ku bibe piştevanekî çalak ji bo nîştimanê dayikê, rast wekî wê
yekê ku di ezmûna dîrokî ya Yewnanî û Ermeniyan de bi zelalî diyar dibe. Gelê
Kurd di dirêjahiya dîrokê de, ji ber pêbendbûna xwe ya kûr bi ax û nîştiman, bi
hêsanî rêya xerîbiyê negirtiye û dest ji zêdê bav û bapîrên xwe bernedaye. Her
lewma, eger em berawird bikin, temenê diyasporaya Kurdî diyardeyeke heta
radeyekê nû ye. Di wê dema ku di nîveka sedsala nozdehan û destpêka sedsala
bîstan de gelek netewe bi pêlan berê xwe didan welatên derve, Kurd li ser axa
xwe xweragir û cihgîr bûn. Ev dîroka pêbendbûnê, cudahiya di navbera revenda
Kurdî û gelên din de diyar dike û girîngiya rêkxistin û komkirina vê hêza mirovî
di vî serdemî de wekî erkeke neteweyî tîne ziman, da ku bibe parêzerê dozên rewa
yên Kurd û Kurdistanê.

 

 

Top