Peyman Mihemed Xwace Rêvebera Xwendina Derveyî Welat li Wezareta Perwerdeyê: Projeya xwendina derveyî welat pêngaveke stratejîk e ji bo parastina nifşê nû yê diyasporayê di nava proseya asîmîlasyona (helîna) çandî de.
Peyman Mihemed Xwace, Rêvebera Xwendina Derveyî Welat e li Wezareta Perwerdeya
Hikumeta Herêma Kurdistanê. Erka vê rêveberiyê ew e ku programên xwendinê bi
zaravayên cuda yên Kurdî amade bike û mamosteyan ji bo wan destnîşan bike, daku
nifşên diyasporayê ji xwendin û nasnameya Kurdî bêpar nemînin. Di guftûgoya vê
carê ya «Baziney Guftûgo» (Xeleka Guftûgoyê) de li jêr navê (Rola diyasporaya
Kurdî li qada derveyî nîştiman ji bo bilindkirina neteweperweriyê) nêrîn û
dîtinên xwe bi vî rengî anîn ziman:
Ez gelek kêfxweş im ku beşdarî guftûgoyeke girîng dibim û spasiya beşa
rewşenbîrî û ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê dikim ku Rêveberiya
Xwendina Derveyî Welat ji bo vê guftûgoya girîng a bi navê «Rola diyasporaya
Kurdî li derveyî qada nîştiman ji bo bilindkirina neteweperweriyê» vexwendiye.
Bêguman Rêveberiya Xwendina Derveyî Welat, beşeke girîng a sernava vê guftûgoyê
ye, lewma ez dixwazim ji destpêkê ve nêrînên xwe li ser bingehên damezrandina vê
rêveberiyê kom bikim.
Di sala 2024an de, wekî werçerxanek (pêngaveke) dîrokî û stratejîk di pêkhateya
kargêrî ya Wezareta Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê de, «Rêveberiya
Xwendina Derveyî Welat» taybet bi zimanê Kurdî, li jêr sîwana ofîsa cenabê
Wezîrê Perwerdeyê hate damezrandin. Ev pêngava neteweyî ya girîng bi
destpêşxeriya Serok Barzanî û bi fermana Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê
Rêzdar (Mesrûr Barzanî) pêk hat, ku armanca sereke xizmetkirina nifşên derveyî
welat û çespandina hizra nîştimanî ye bi riya fêrkirina zimanê dayikê û
piştgirîkirina navendên çandî. Di sala 2025an de li paytext Hewlêrê, di navbera
Wezîrê Perwerdeya Herêma Kurdistanê û Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî
de peymaneke têgihiştinê ya stratejîk hate îmzekirin.
Li gorî xal û maddeyên qanûnî yên vê peymanê, Wezareta Perwerdeyê bi awayekî
fermî berpirsyariya dabînkirin, çapkirin û gihandina pirtûkên zimanê Kurdî li
gorî programa xwendina Herêma Kurdistanê bo derveyî welat digire stûyê xwe.
Her wiha Konfederasyon wekî aliyê sereke yê hemahengiyê ji bo rêkxistina
karûbarên mamoste û xwendekaran hatiye diyarkirin. Ji bo misyarkirina
(garantîkirina) şefafiyet û pêbaweriyê di proseyê de, hemû data di nava sîstema
«E-Perwerde» de tên bicihkirin, ku ev jî dibe sedema tomarkirina xizmet û keda
mamosteyên xwebexş ên derveyî welat di sîstemeke fermî de. Di rehendeke din a vê
projeyê de, biryara pêşxistina kursên zimanê Kurdî hate dayîn ku ji sala 2022an
ve dest pê kiriye. Ji bo cîbicîkirina vê mebestê, hejmara mamosteyên pispor ji 2
mamosteyan bo 20 mamosteyan tê zêdekirin da ku bi zaravayên Soranî, Behdînî û bi
rênivîsa Latînî waneyan bidin.
Ev rêkeftina dîrokî ku dê 15 salan berdewam bike, xizmetguzariyên dîjîtalî yên
wekî «E-Wane» û «E-Pirtûkxane» bi riya kodên taybet ji bo xwendekarên derveyî
welat dabîn dike û di dawiya kursê de dê bawernameya fermî ji Wezareta
Perwerdeyê werbigirin. Her wiha her du alî (Wezareta Perwerdeyê û Konfederasyona
Revenda Kurdistanî) li ser amadekirina reşnivîseke navdewletî li ser jenosîda
gelê Kurd bi zimanên cîhanî kar dikin daku bixin nav programên xwendinê yên
welatên din.
Di dema wergirtina vê erkê de, min yekemîn civîna online li gel mamosteyên hêja
yên diyasporayê encam da, ku wê demê hejmara dibistanan 33 bûn û niha
gihiştine 42 dibistanan. Ev hewla nîştimanî zemînsaziyeke bihêz e ji bo plana
paşerojê bi mebesta vekirina dibistanên Kurdî di asta cîhanê de û parastina
reseniya çandî û zimanê nifşên paşerojê, ku wekî emaneteke dîrokî li ser milê
Wezaret û Hikumetê tê hejmartin, ji bo parastina nasnameya me ya neteweyî li her
derê vê cîhanê, daku Kurd bimînin û xwendina Kurdî bigihîje lûtkeya serkeftinê
li her derê cîhanê be û bi serbilindî bibe cihê şanaziyê ji bo hemû takekesên
neteweya me li seranserî goga zemînê.
Stratejiya Wezareta Perwerdeyê ji bo Revenda Kurdistanî: Ber bi parastina ziman
û nasnameya neteweyî ve
Revenda Kurdistanî li derveyî welat, sermayeyeke mezin a mirovî û nîştimanî ye
ku erka me ye wekî saziyên hikûmî, pireke peywendiyê ya bihêz li gel nîştiman ji
bo wan çêbikin, ku hikumet bi riya perwerdeyê nirxên nîştimanî pêşkêşî nifşê xwe
dike. Em li Wezareta Perwerdeyê, bi vîzyoneke demdirêj û neteweyî kar dikin,
vekirina rêveberiya xwendinê li derveyî welat, ne tenê pêngaveke îdarî bû, belkî
bi rastî şoreşeke perwerdeyî û çandî bû ji bo komkirina şiyanên Kurdan li
derveyî welat.
Lê belê di vî karwanî de yek ji pirsgirêkên herî sereke ew e ku hinek ji
dibistanên Kurdî li derve, ne amade ne datayên xwe û navên xwendekarên xwe bidin
Wezaretê daku di sîstema «E-Perwerde» ya dîjîtal de werin tomarkirin. Em tekez
dikin ku armanca me ji vê sîstemê tenê şefafiyet û rêkxistin e, da ku ew
mamosteyên xwebexş ên ku li derveyî welat diwestin, di paşerojê de ji maf û
destkeftiyan bêpar nemînin û xwendekar jî xwedî hesabekî perwerdeyî yê fermî
bin. Ji bo me ne girîng e dîn an îdeolojiya siyasî ya wan dibistanan çi ye,
tiştê ku li cem me pîroz û bingehîn e, parastina ziman, dîrok, ax û çanda
neteweyî ye.
Di dema niha de, programên xwendinê yên Herêma Kurdistanê bi her du zaravayên
Soranî û Behdînî ji bo diyasporayê hatine dabînkirin. Em tenê pişta xwe bi
xwendina fîzîkî (rûbirû) nabestin, belkî bi riya online ji Hewlêr, Silêmanî û
Dihokê, waneyan bo Kurdên Ewropa û Amerîkayê vediguhêzin. Ev hewlek e ji bo
vejandina «dilsoziya neteweyî». Pêngaveke din a girîng a me, çapkirina pirtûkan
e bi alfabeya Latînî. Da ku ti Kurdek ji fêrbûna zimanê şirîn ê Kurdî bêpar
nemîne.
Her çend tenê çar meh e ev berpirsyarî ketiye destê min û temenê rêveberiyê jî
du sal e, lê projeyên me yên mezin li ber dest in. Em dixwazin wekî welatên
Tirkiye û Iraqê, dibistanên fermî û taybet bi me li Ewropa û Amerîkayê hebin.
Her wiha wekî ku Kak Şadman amaje pê kir, Kurd li Urdun, Yemen û Qefqasyayê jî
hene, em hewl didin perwerdeya Kurdî bigihînin her maleke Kurd li her derê vê
cîhanê be. Ev erkekî neteweyî ye û em ê di oxira wê de berdewam bin.
Stratejiya gihandina programa xwendinê û parastina nasnameya neteweyî li
diyasporayê
Di çarçoveya civîneke online de derbarê pirsa perwerde û fêrbûnê li derveyî
welat, yek ji mamosteyên beşdar pêşniyareke girîng anî ziman. Wî amaje bi wê
yekê kir ku pêwîst e tenê tekezî li ser gihandina programa zimanê Kurdî neyê
kirin, belkî programa perwerdeya olî ya Herêma Kurdistanê jî bigihîje destê
xwendekarên li derveyî welat. Her çend hinek mamoste ne hevfikir bûn jî, lê wî
mamosteyî tekezî li ser xaleke cewherî kir, ew jî ev bû ku nêzîkî 80% ji dê û
bavên Kurd li Ewropayê, dixwazin zarokên wan waneya olî bixwînin. Li vir metirsî
di wê yekê de ye ku eger em wek hikumet û navenda perwerdeyê, programeke nerm û
neteweyî pêşkêş nekin, ew ê serî li mizgeftan bidin û li wir ji aliyê kesên
biyanî yên wekî Efxanî an Ereban ve olê bi awayekî wisa werbigirin ku dûr be ji
çand û dîndariya Kurdî. Lewma yek ji xalên sereke yên guftûgoyan ew e ku hevdem
ligel programa nîştimanî, pirtûkên olî jî bi heman şêwaza Herêma Kurdistanê ji
bo diyasporayê werin şandin.
Cihê şanaziyeke mezin e ku di vê panelê de behsa pirseke çarenivîssaz tê kirin,
ew jî pirsa «Yekdengiya Kurdan» e. Pêwîst e li derveyî welat, tevî cudahiyên
fikrî, siyasî û olî, em bikaribin li ser pirsên neteweyî yekdengiyekê çêbikin.
Bo nimûne, di dema şerê li dijî DAIŞê de, me dît çawa bi hezarên Kurd li kolanên
Ewropayê kom bûn û bi dirûşmên xwe hêz û nasnameya xwe ya taybet nîşanî cîhanê
dan. An jî şerê Rojavayê Kurdistanê, diyasporayê bi dirûşma serkeftina li ser
DAIŞê li ser cadeyên Ewropayê nerazîbûna xwe nîşan da, ev yekdengî xaleke bihêz
e ji bo ku em biselmînin ku em neteweyek xwedî nasnameyeke serbixwe ne.
Derbarê rola nûnertiyên Herêmê û Fermangeha Peywendiyên Derve de, pirsek tê
holê: Gelo rêkxistina xwendekaran bi riya van nûnertiyan tê kirin? Her wiha,
heta niha çend xwendekar beşdarî proseya fêrbûna zimanê Kurdî bûne û li kîjan
welatan xwestek zêdetir e? Asta fêrbûnê çawa ye û heta kîjan qonaxê hatiye
diyarkirin?
Di bersiva van pirsan de, divê em amaje bi wê bikin ku prose bi riya peymaneke
têgihiştinê li gel «Konfederasyona Revenda Kurdistanî» tê birêvebirin. Wezareta
Perwerdeyê û Hikumeta Herêmê erka çapkirin û şandina pirtûkan girtine stûyê xwe,
li zêdetirî 20 welatan 42 dibistanên me hene, tenê li welatê Almanyayê pênc
dibistanên me hene. Ew xwendekarên ku ji ber dûriya mesafeyê nikarin li
dibistanan amade bin, bi riya online waneyan werdigirin.
Di dema niha de li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê, çar mamoste ji bo vê
mebestê hatine terxankirin û proseya xwendinê astên (bazinê yekem û duyem) lixwe
digire, ji ber ku ev proje tenê du sal in dest pê kiriye, plana me ew e ku di
pêngavên paşerojê de heta pola 12ê amadeyî (lîse) ji derve re bişînin. Derbarê
rêjeya beşdariyê de jî, li her cihê vê cîhanê Kurdek hebe û agahdarî vê derfetê
be, bi kelecan navê xwe tomar dike, da ku zarokên wan ji çand û zimanê dayikê
qut nebin. Ev proje pêngaveke stratejîk e ji bo parastina nifşê nû di nava
proseya asîmîlasyona (helîna) çandî de.
