• Wednesday, 07 October 2026
logo

Îlyas Akman bû profesorê yekem ê Kirmanckiyê

Gulan Media October 7, 2026 Nûçe
Îlyas Akman bû profesorê yekem ê Kirmanckiyê

 Akademîsyenê Kurd ê ji Amedê, Îlyas Akman di warê Ziman û Wêjeya Kirmanckî (Zazakî) de payeya profesoriyê wergirt û bi vê serkeftina xwe ya mezin,  li seranserê cîhanê bû profesorê yekem ê zaravayê Kirmanckî.

Ev gava girîng, ji bo Kirmanckiya ku di lîsteya zimanên di bin metirsiya windabûnê de ye, wekî qonaxeke dîrokî hat dîtin.

Kirmanckî wekî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ji aliyê UNESCOyê ve di beşa "ziman û zaravayên di bin metirsiya windabûnê de" hatiye destnîşankirin.

Li gorî pisoran ve di nava şert û mercên wiha hesas de, derketina profesorekî di vî warî de ji bo parastin û bipêşvebirina zaravayê Kirmanckî wekî derfeteke mezin tê nirxandin.

Wergirtina payeya profesoriyê ya di warê Kirmanckiyê de, hem di qada akademîk hem jî di nav civakê de deng veda û bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Prof. Dr. Îlyas Akman kî ye?  

Îlyas Akman li Amedê ji dayik bûye. Wî li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qedandiye û pişt re master û doktoraya xwe jî li heman zanîngehê biriye serî.

Piştî qedandina xwendina xwe ya bilind, wî biryareke girîng da û hemû lêkolîn û xebatên xwe yên akademîk bi giştî ber bi ziman, wêje û çanda Kirmanckî ve araste kirin.

Xebat û Lêkolînên Wî Yên Li Ser Ziman

Prof. Dr. Îlyas Akman bi salan e li ser zimannasî, rêziman û wêjeya Kirmanckî xebatên berfireh kiriye.

Ew bi van xebatên xwe yên zanistî hewl daye ku standardîzasyona zaravayê Kirmanckî bi pêş bixe û berhemên giranbiha ji bo nifşên nû bihêle.

Bi wergirtina vê payeyê tê pêşbînîkirin ku li zanîngehan eleqe û lêkolînên ji bo beşa Ziman û Wêjeya Kirmanckî zêdetir bibin.  

Vê serkeftina Prof. Dr. Îlyas Akman ji aliyê akademîsyen û rewşenbîrên Kurd ve wekî destpêkeke nû û geş a ji bo qada akademîk a Kurdî û bi taybetî jî ji bo Kirmanckî hat şîrovekirin. 

 

Rudaw

Top