• Wednesday, 07 October 2026
logo

Banka Navendî ya Iraqê nirxê fermî yê dolar li hemberî dînar diyar kir

Gulan Media October 7, 2026 Nûçe
Banka Navendî ya Iraqê nirxê fermî yê dolar li hemberî dînar diyar kir

Encûmena Wezîran a Iraqê di 22yemîn civîna xwe ya asayî de, biryar da ku bihayê fermî yê danûstandina dolar li hemberî dînarê Iraqî were guhertin. Li gorî biryara nû, Banka Navendî ya Iraqê bihayê firotina yek dolarî ji bo welatiyan wekî 1,520 dînar diyar kir.

Ev biryara nû ya Encûmena Wezîran li gorî wan pêşniyazan hat pejirandin ku di dema civînê de ji aliyê Wezîrê Darayî û Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê ve hatibûn pêşkêşkirin.

Li gorî daxuyaniyê, nirxê nû yê dolar bi vî rengî hatiye diyarkirin:

- Nirxê kirîna dolar ji Wezareta Darayî: 1,500 dîna

- Nirxê firotina dolar ji bo bankan: 1,510 dînar

- Nirxê firotina dolar ji aliyê bank û saziyên darayî yên nebankî ve bo sûdmendê dawî (welatiyan): 1,520 dînar

Emîndarê Giştî yê Encûmena Wezîran a Iraqê Hemîd Neîm Xazî ragihand, cîbicîkirina vê biryarê îro Çarşemê, 7ê Cotmeha 2026an bi fermî ketiye warê cibicîkirinê.

 

K24

Top