Mark Manger, Profesorekî Karûbarên Cîhanî û Siyaseta Giştî ji bo Gulan: Rewşa navneteweyî welatan neçar dike ku li ser bidestxistina serxwebûna stratejîk bifikirin
Piştî dawiya Şerê Sar, ji bo demeke dirêj sîstema navneteweyî di bin bandora wê
fersendê de bû ku dipejirand ku saziyên piralî, bazirganiya azad û têkiliyên
aborî yên bi hev ve girêdayî, dikarin bibin bingeha sereke ya hevkarî û
îstîqrara cîhanî. Lê di salên dawî de, ev nêrîn bi awayekî berçav rûbirûyî
astengiyan bûye. Bilindbûna hêza Çînê, vegera hevrikiya hêzên mezin, geşbûna
jeopolîtîk a cemsergirtî, pirsgirêkên têkildarî zîncîreyên dabînkirinê, ewlehiya
enerjiyê û guhertina siyaseta bazirganî, hemûyan pirsyarek girîng li pêşiya
cîhanê danîne: Gelo cîhan ji sîstemeke hevpar û yekgirtî ber bi cîhaneke
perçebûyî û pir-cemserî ve diçe?
Di asteke berfirehtir de, bêîstîqrariya Gava Hurmizê û têkiliyên wê bi bazara
enerjiyê re, mînakeke zelal e ku çawa bûyereke bi vî rengî li herêmeke dûr
dikare bandorek rasterast li ser aboriya welatên Rojhilata Asyayê bike. Yanî
Gava Hurmizê tenê pirsgirêkek herêmî nîne, belkî bi îstîqrara aboriya cîhanê ve
girêdayî ye. Japon, Koryaya Başûr û Çîn bi awayekî berçav pişta xwe bi enerjiya
hawirdest (îthalat) girêdidin. Her şokek mezin di bazara enerjiyê de, dikare
bandorek berfireh li ser enflasyon, darayiya giştî û siyaseta aborî ya van
welatan bike.
Di çarçoveya van pirsan de, ji bo têgihiştineke kûrtir di navbera sermayeya
navneteweyî, aboriya siyasî ya navxweyî, bazirganî û hêza siyasî de, me
hevpeyvînek bi Mark Manger re encam da. Ew profesor e li Dibistana Munk (Munk
School) bo Karûbarên Cîhanî û Siyaseta Giştî û pisporê warê aboriya siyasî ye.
Gulan: Wekî tê zanîn, niha avahiyeke pircemserî û dabeşbûn cihê sîstema lîberal
a navneteweyî digire ku piştî Şerê Sar hatibû holê. Bi dîtina we, divê hêzên
navîn di parastina hevkariya navneteweyî de çi rolekê bilîzin, di demekê de ku
ew xwe bi hawirdoreke jeopolîtîk a nakok re diguncînin? Gelo ev yek çiqas
guhertin di hikumraniya cîhanî de çêkiriye?
Mark Manger: Bi awayekî kevneşopî, hêzên navîn ên wekî Japonê bêtir giranî didan
ser saziyên piralî wekî Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Bazirganiya Cîhanî.
Mixabin, hêzên mezin – yanî Amerîka, Çîn, Rûsya û Hindistan – bi astekî berçav
ji piştgirîkirina van saziyan paşve kişiyane, bi awayekî ku pir zehmet e di rêya
van saziyên piralî de karek were kirin. Mînak, Rêxistina Bazirganiya Cîhanî ku
berpirsê parastina serweriya yasayê ye di warê têkiliyên bazirganî yên
navneteweyî de, di rewşeke rawestandî (deadlock) de ye. Ev yek astengiyên siyasî
yên metirsîdar ji bo hêzên navîn çêdike. Dibe ku rêçareya herî baş ew pêşniyara
Serokwezîrê Kanadayê be ku daxwaz kir hêzên navîn hevpeymaniyekê pêk bînin, lê
pirsgirêk ev e ku piraniya van hêzên navîn bêtir girêdayî welatên wekî Amerîka û
Çînê ne, ev jî azadiya wan a tevgerê sînor kiriye.
Gulan: Tevî ku Rojhilata Asyayê navenda çalakiyên aborî yên cîhanê ye, lê mîna
Ewropayê entegrasyoneke saziyî bi xwe ve neditiye. Bi dîtina we ev yek ji bo çi
vedigere? Gelo girêdayîbûna siyasî ji entegrasyona aborî qut dibe, yan di
dehsalên bê de em dê nêzîkbûnek siyasî û saziyî ya zêdetir di navbera welatên vê
herêmê de bibînin?
Mark Manger: Di rastiyê de, ev yek beşekî girêdayî mîrasê Şerê Cîhanî yê Duyem
e. Dersa li Ewropayê ew bû ku piştî du şerên wêranker, divê Ewropa careke din
nebe qada şerekî din ê cîhanî; ev yek hevdem bû bi gefa Yekîtiya Sovyetê re.
Berevajî vê, Şerê Cîhanî yê Duyem di Okyanûsa Pasîfîk de sê şerên deryayî bûn ji
bo Amerîkayê û piraniya êrîşên bejayî jî li dijî Japonê di nav axa Çînê de rû
dan. Herwiha, hûrgiliyên peymanên piştî şer li Japonê, ji bo demeke dirêj rê li
ber lihevkirina bi Koryaya Başûr re girt. Ji ber vê yekê gumanên min hene ku
rewşeke wekî Yekîtiya Ewropayê li Rojhilata Asyayê pêk were.
Gulan: Lêkolînên we li ser têkiliya navbera bazirganî, veberhênan û saziyên
siyasî hene. Gelo têkiliya navbera kargêriya aborî û serxwebûna stratejîk çi ye,
bi taybetî ji bo Japon û dewletên pêşkeftî yên din ên Asyayê, di demekê de ku
nakokiyên jeopolîtîk, ewlehiya aborî û siyaseta pîşesazî bêtir û bêtir bandorê
li ser zîncîreya dabînkirinê dikin?
Mark Manger: Bêguman welat bêtir giranî didin ser serxwebûna stratejîk. Bo
mînak, Japonê budceyeke zêde veqetandiye ji bo pêşxistina binesaziya têkildarî
proseya karkirina li ser madenên kêmpeyda (rare earth minerals). Ev yek gelek
caran astengiyên jîngehî çêdike, ku Çînê ev mijar wekî çekek bikar aniye û wekî
rêkarek ji bo tolhildanê li dijî bacên Amerîkayê bikar aniye.
Gulan: Di berawirdkirina navbera Rojhilata Asyayê û Yekîtiya Ewropayê de,
cudahiyên bingehîn di warê çanda siyasî, saziyan û dîrokê de derdikevin pêş.
Dema ku mijar tê ser çareserkirina pirsgirêkên têkildarî hevrikiya teknolojîk,
guhertina demografîk, berxwedana aborî û jeopolîtîk, gelo çi ders hene ku ev du
herêm dikarin ji hev fêr bibin?
Mark Manger: Dibe ku dersa herî girîng ji Yekîtiya Ewropayê ew be ku mirov
dikare bi ser dijminatiyên dîrokî de zal bibe, qet nebe di nav dewletên
demokratîk de. Dema em dibînin ku Japon û Koryaya Başûr hîn jî têkiliyên wan di
asteke pêşkeftî de nînin, ev yek tam berevajî têkiliya navbera Almanya û
Fransayê, yan Almanya û Hollandayê ye. Di heman demê de, Rojhilata Asyayê rêyek
tam cuda girtiye ber xwe dema ku mijar tê ser dijwartirîn astengiyên demografîk.
Lê belê, li beramberî Yekîtiya Ewropayê, welatên Rojhilata Asyayê di bikaranîna
darayiya giştî de ji bo pêşxistina siyaseta pîşesazî karkertir (efektîvtir)
bûne.
Gulan: Wekî tê zanîn, bilindbûna hêza Çînê bi awayekî bingehîn hevsengiya hêza
herêmî û cîhanî guhertiye. Dema behsa ewlehî, hevrikiya teknolojîk û sîstema
navneteweyî ya lîberal tê kirin, Japon û welatên din ên demokratîk ên Asyayê
çawa dikarin hevsengiyekê di têkiliyên xwe yên aborî de bi Çînê re çêbikin?
Mark Manger: Niha Çîn di heman demê de bûye hevparê herî mezin ê bazirganiyê û
herwiha nîgeraniya herî mezin a ewlehiyê jî ji bo hemû welatên Rojhilata Asyayê
çêkiriye. Gelek tişt bi wê ve girêdayî ne ku Çîn dê çawa bi vê rewşê re
tevbigere. Lê tevî geşbûna aborî ya ecêb a Çînê, divê em vê ji bîr nekin ku ev
welat bixwe jî gelekî girêdayî hawirdestkirina çavkaniyên xwezayî ye û rûbirûyî
astengiyên giran ên demografîk bûye. Di heman demê de, fersendên kar ên pêwîst
ji bo ciwanên xwe peyda nake, ku ev bixwe krîzeke rasteqîn e di warê siyaseta
aborî de.
Gulan: Zelal e ku aloziyên Gava Hurmizê lawaziya bazirganiya navneteweyî û xetên
enerjiyê nîşan dan. Nirxandina we çi ye ji bo encamên jeopolîtîk û aborî yên
bêîstîqrariya berdewam a Gava Hurmizê li ser welatên wekî Japon, Koryaya Başûr û
Çînê, bi taybetî bi berçavgirtina girêdayîbûna wan bi enerjiya Rojhilata Navîn?
Mark Manger: Ev pirsgirêkek mezin e ji bo welatên Rojhilata Asyayê. Divê em li
ber çavan bigirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê niha hinardekarê
(îhracatkar) petrolê ye û bi awayekî nerasterast bandorê ji vê rewşê digire (ji
ber ku nirxa petrolê ya cîhanî bandorê li bihayê benzînê li Amerîkayê dike). Lê
rewş ji bo Koryaya Başûr, Japon û Çînê cuda ye, ji ber ku ew rasterast girêdayî
ne, ne tenê bi petrola ku di Gava Hurmizê re derbas dibe, belkî bi madeyên wekî
Helyûmê jî. Japon di rewşeke dijwar de ye ji ber asta bilind a deynên giştî û
geşbûna hêdî ya aboriya wê. Şoka petrolê dê enflasyonê li Japonê çêbike û bankên
vî welatî bixe nav zehmetiyê, heta dibe ku metirsiya îflasê ji bo hikûmeta
Japonê jî biafirîne.
Gulan: Wusa dixuye ku hevrikiya jeopolîtîk, zîrekiya destkird (AI), guhertina
jîngehê, guhertinên demografîk û şoreşa aborî, dê bi hev re rûyê sîstema
navneteweyî di 20 salên bê de xêz bikin. Bi dîtina we, kîjan ji van faktoran dê
bandora herî mezin li ser hikumraniya cîhanî hebe? Çi guhertineke saziyî
pêdiviyeke lezgîn e ji bo parastina hevkariya navneteweyî di cîhaneke aloz û
cemsergirtî de?
Mark Manger: Niha girîngîdana bi guhertina jîngehê paşve ketiye, ji ber ku
piştgiriyeke siyasî û cemawerî ya mezin ji bo lêçûnên çareserkirina wê nîne. Lê
di dehsalên bê de, ev faktor dê bandora herî mezin hebe û bûyerên mezin ên
jîngehê li pêşiya me ne. Gelek beşên cîhanê, di nav de Rojhilata Navîn, dê
rûbirûyî pêlên germê yên kujer bibin. Di heman demê de, welatên wekî Rûsya û
Kanada dê sûdmend bin, ji ber ku werzê çandiniyê li wan deran dirêjtir dibe. Hîn
ne diyar e ka welat dê bi awayekî yekalî (unilateral) gav biêjin, yan dê bi
hevkariya hevbeş van pirsgirêkan çareser bikin.
