Mamoste Şêx Xazî Nêrgisecarî, Berpirsê Liqê Şarezûr ê Yekîtiya Zanyarên Olî yên Îslamî yên Kurdistanê ji bo Gulanê: Welatparêzî û hezkirina neteweyê ne tenê hesteke neteweyî ye, belkî beşeke resen û derketî ji nava kûrahiya bawerdariyeke rasteqîn e.
Mamoste Mela Xazî Mihemed Kamil, naskirî bi Mamoste Şêx Xazî Nêrgisecarî
Şarezûrî, yek ji kesayetî û zanyarên navdar ên devera Şarezûrê û berpirsê Liqê
Şarezûr ê Yekîtiya Zanyaran e. Tevî karê gotarbêjiya mizgeftê, xwedî pêgeheke
civakî ya bihêz e û girîngiyê dide pirsên olî û neteweyî û her tim bi arasteya
gotara nermrewiyê (miyanrewiyê) peyamên xwe radigihîne. Di vê hevpeyvînê de
çendîn dîtin û bîrûbaweriyên xwe derbarê çend pirsan de tîne ziman:
• Nihêniya têkelbûna îman û welatparêziyê di hizra zanyarên Kurd de çiye û ev
dîroka biqîmet ji kîjan çavkaniya olî, fikrî û neteweyî serçave girtiye?
- Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Mamosteyê olî di dîroka niştiman de, ne
tenê rêberekî olî bûye, belkî bûye hevênê yekrêziyê û pêşengê rasteqîn di
nava beşên cuda yên jiyana civakî de. Wek lûtkeya baweriyê, di hemû berzî û
nizmî (serşîv û palî) yên jiyanê de mil bi milê xelkê pêngav avêtiye û di
demên hestiyar de bûye navenda biryar, pirs û rawêjê. Çi di rewaş û şoreşên
niştimanî de û çi di çareserkirina girêkoyrên civakî de, mamoste bi
hestkirina bi berpirsiyariyeke bilind, her tim di rêzên pêş de bûye. Ev
têkelbûna kûr a mamoste bi êş û janên xelkê re, pêgeheke cemawerî ya bihêz
daye wî ku tê de bûye penageha dildariyê, sermeşqê guhertinên mezin û
parêzvanê nirxên bilind ên netewe, niştiman û mirovahiyê li Kurdistanê.
Herwiha di ferhenga kurdewarî de, ol û niştiman têkelî hev bûne. Zanyarên me
yên olî xizmeta gel û axa xwe wek erkeke şer’î yê bilind dîtine û ji êşên
civakê qut nebûne. Lewma di demên tengavî û metirsiyê de, wek pêşeng dest
dane çekê û bi canê xwe berevanî li pîroziyên îman û axa niştiman kirine û
ew parastine.
• Dîroka rêberatiya Kurd li ser destê zanyarên olî bûye; gelo têkelkirina Îslamê
û pirsa neteweyî çiqasî sedema serkeftinê bû, û gelo dûrketina ji vê reseniyê û
hatina bîrên biyanî, sedema paşvekişîna niha ya kurdayetiyê ye?
- Dîroka fikrî û me'rîfî li Kurdistanê, bi awayekî rîşeyî bi hucre û
medreseyên olî ve hatiye girêdan. Ev navend di rabirdûyê de xwedî
serbixweyiyeke temam a fikrî bûn û menhecê (bernameya) xwendina wan bi
temamî xwemalî bû, ne hawirdekirî (îthalkirî). Her ji ber vê sedema girîng,
piraniya zanyarên dahêner û bîrmendên mezin ên Kurd di hembêza wan hucreyan
de pêgihîştine û gihîştine lûtkeyê. Ji ber ku perwerdeya hucreyê li ser
bingeha têgihiştina li jîngeha civakî û pêdiviyên neteweyî yên Kurd hatibû
avakirin, mamosteyên olî her tim xwe wek berpirsên pileya yek dîtine li
hember hemû pirsên niştimanî, siyasî û civakî. Ew ne tenê fêrkerên deqên olî
bûn, belkî pêşengên raperînan û parêzvanên resen ên nasnameya neteweyî bûn.
Vê serbixweyiya fikrî wisa kiribû ku her metirsiyek berê xwe bida milet,
mamosteyên olî berî her aliyekî din di meydana xebatê de amade bûn. Hucre
dibistaneke piralî bû ku tê de eqîde, exlaq û neteweparêzî bi hev re têkel
bûn. Vê yekê jî wisa kir ku xizmetên wan pir rîşedar û bibandor bin ji bo
siberoja gel û niştiman. Mamosteyên olî bi wî menhecê kurdî yê zanistî ku
hebûn, karîbûn bi jêhatîbûnê ve parêzgariyê li qadên cuda yên jiyana milet
bikin û bibin cihê baweriya bilind a civakê di hemû qonaxên cuda de.
• Li ser kîjan bingeheke şer’î û exlaqî, zanyarên olî yên Kurd dîrokeke tejî
serwerî di rûbirûbûna zilm û zordariya rejîmên yek li pey yek ên Iraqê û
çespandina dadperweriya îslamî de ji xwe re tomar kirine?
- Ola pîroz a Îslamê di dîroka neteweya Kurd de, her tim wek çavkaniya serekî
ya parastina nasname û axa pîroz a niştiman maye. Têgeha «Hubbu al-Watan min
al-Îman» (Hezkirina niştiman ji îmanê ye) û bingeha mirovî û exlaqî ya
«Al-Aqrabûna ewla bil-Me'rûf» (Yên nêzîktir heqdartir in bi qenciyê), mirov
fêrî parastina rûmet û canê wî dikin û rêgiriyeke tund li teslîmbûna li
hember zilm û stemkarên serdemê dikin. Ji vê nêrînê ve, berjewendiya bilind
a milet û niştiman di pêşiya hemû erkên şer’î de bûye. Ew rewşenbîriya resen
a ku ji hucre û medreseyên olî serçave girtiye, takekî wisa pêgihandiye ku
pabend be bi ol, ziman û axa xwe ve, çimkî hemû evana regeke kûr a şer’î
hene û destjêberdana wan nîşaneya lawaziya îmanê ye.
Pêxemberê Xwedê (s.a.w) dihutbêje (fermo dike): «Xeyru an-nasi enfa'uhum
lin-nas» (Bêştirînê mirovan ew e yê ku herî zêde sûdê digihîne mirovan). Herwiha
Qur'ana pîroz tekezî li ser cudahiya neteweyan dike: «Wa min ayatîhî xelqu
as-semawatî wal-ardî waxtilafu elsinatikum wa elwanikum inna fî zalika la'ayatin
lil'alimîn» (Û ji nîşanên Wî afirandina asman û erdê û cudahiya ziman û rengên
we ye, bêguman di vê de ji bo zanyaran nîşan hene). Ev ayet mezintirîn belge ye
ji bo rewayiya zimanê kurdî û parastina nasnameya gelan. Di sûreya «Al-'Esr» de
jî hatiye: «Wal-'esr(1) Inna al-însane lefî xusr(2) Illa ellezîne amenû we amilû
as-salihati we tewasew bil-heqqî we tewasew bis-sebr(3)» (Sond bi demê. Bêguman
mirov di ziyankariyê de ye. Xêncî wan kesên ku bawerî anîne, karên qenc kirine û
şîreta heqiyê û bîhnfirehiyê li hev kirine). Şîretkirina bi heqiyê û
bîhnfirehiyê di oxira gihîştina bi mafan de, temamkerê wê bîra niştimanî ye ku
ol çandiye.
Li vir em têdigihin çima mamosteyên olî her tim di pêşengiya hemû şoreşên
neteweyî de bûne. Ola wan bîreke «xwemalî» û resen bû, ne fikreke hawirdekirî ku
bi ser milet de bê sepandin. Ji ber ku mamosteyên olî her tim hest bi kûrahiya
metirsiyan û stema dagirkeran kirine, têkoşîna çekdarî bi wacibekî şer’î zanîne.
Wan bi piştevaniya ayet û fermûdeyan (hedîsan), meydana xebatê bi xwîna aza û
wêrekiyê avedan kirine ji bo parastina ziman, dabûnerît û axa Kurdistanê ji hemû
core zilm û çewsandinên derve ku rûyê xwe dane miletê me, û her tim rûmeta wan
parastine.
• Çawa mamosteyên olî dikarin bi gotareke nermrew (miyanrew), ciwanan ji
metirsiya fikra tundrewiyê biparêzin û rûbirûyî wan têgihiştinên biyanî bibin ku
dûrî reseniya ol û nirxên neteweyî yên gelê me ne?
- Pêwîst e bi vîneke xurt û baweriyeke temam em ber bi hucreyên xwe yên resen
ve vegerin, çimkî hucre ne tenê navendeke olî ya sade ye, belkî dergûşa
rasteqîn a parastina nasname û rûmeta neteweyî ya Kurd e di dîrokê de. Di
sala 2006'an de, di xuleke zanistî ya taybet bi perwerdeya Ewqafa Silêmaniyê
de, bîrmend û edîbê navdar ê gelê me «Dr. 'Îzedîn Mistefa Resûl» ku xwe wek
kesayetiyekî çepgir ê pêşverû dida naskirin, tekezî li ser vê rastiya dîrokî
kir. Wî bi peroj ve berê xwe da mamosteyan û digot: «Hêvî û recayê ji we
dikim vegerin ji bo hucreyan, çimkî îzet û zanyariya Kurd tenê li wir e.»
Hucre ew qada me'rîfî ya xwemalî bû ku hemû xass û helbestvanên mezin ên wek
Nalî, Mehwî, Mewlewî û bi dehan zateyên din tê de hatin perwerdekirin û bûn
çirayên ronîker. Vegerana ji bo hucreyê wateya vegerana ji bo wê ola nermrew
û xwemalî ye ku me rasterast ji devê mamosteyên welatparêz wergirtiye, ne ew
fikrên hawirdekirî (îthalkirî) ku tenê serhildan û qutbûna ciwanan jê berhem
hatiye.
Mamosteyê Kurd bi dirêjahiya dîrokê parêzvanê serhişk ê ziman, cilûberg, çand û
edebiyata vî gelê stemdîtî bûye. Piraniya herî zêde ya edîbên me yên navdar ehlê
hucreyê bûn; wan bi îlhama ji ayetên pîroz ên Qur'anê ku cudahiya zimanan wek
nîşaneya bilind a Xwedayî dibîne, hewldanên bêwestan ji bo parastina zimanê
şîrîn ê kurdî dane. Nimûneya herî geş a vê zîrekiyê, Şêx Ehmedê Fayiz Berzencî
ye, ku xwediyê şahesereya «Kenzul-Lughat» (Gencîneya Zimanan) e. Ev pirtûk
xezîneyeke zimannasî ya bêhempa ye ku heft zimanên cuda yên wek (Kurdî, Farsî,
Erebî, Tirkî, Rûsî, Fransî û Îngilîzî) tê de hatine komkirin. Şêwazê dariştina
wê ewqas hûr, endezyarî û aloz e ku bi xwendina stûnî (amûdî) behsa zanistekî
wek fiqih û fermûde (hedîs) dike, û bi xwendina asoyî (ufiqî) me dibe nava
cîhana zanistekî din ê cuda.
Mamosteyên me yên berê ne tenê şareza û pisporên fiqih bûn, belkî zimannas û
rewşenbîrên pirzimanî yên jêhatî bûn ku desteke wan a bilind di dariştina
zanistên curbicur de hebû. Wan ne tenê zimanê dayika xwe parastine, belkî di
meydana zimanên biyanî de jî xwedî dîtin û dahênanên taybet bûn. Nexwe vegerana
ji bo hucreyê, vegerana ji bo wê rûmet û îzeta fikrî ye ku dibe keleheke qahîm
li hember her hegemoniya ferhengî ya biyanî. Ev ne tenê bîranîna rabirdûyê ye,
belkî dariştina siberojeke geş û resen e li ser bingeha zanist û me'rîfeta paqij
a xwemalî, ji bo parastina hemû rûmeta me ya neteweyî bi awayê herî bêhempa di
qadên jiyanê de ji bo her tim.
• Gelo dema wê nehatiye ku Yekîtiya Zanyaran wek merce'eke (navendeke /
çavkaniyeke) bihêz a niştimanî mîna El-Ezherê, hucreyan rêk bixe û gotara olî
bixe xizmeta doza rewa ya gelê Kurd û bidestxistina hemû mafên me yên neteweyî
di vê qonaxê de?
- Saziya merce'iyetê li Kurdistanê, pêgeheke resen û bibandor e ku dîrokeke
tejî serwerî û şanazî heye. Zanyarên olî yên Kurdistanê her tim wek rêberên
rasteqîn û parêzvanên nirxên bilind derketine. Di vî warî de, pêwîst e em
amaje bi hewldanên bêwestan ên xwedêjêrazî «Mamoste Mela Ebdullahê Se'îd
Girtikî» bikin ku stûnek qahîm û bihêz a vê avahiya mezin bû. Herçend
astengiyên darayî û rewşên siyasî yên dijwar carinan rêgir bûn, lê Encûmena
Bilind a Fetwayê wek nimûneyeke geş a merce'iyeteke çalak ma. Dîroka
damezrandina Yekîtiya Zanyaran di sala 1970'yî de werçerxanek (guhertinek)
dîrokî û cewherî bû. Wê serdemê zanyar di navenda şoreşê de xwedî biryara
yekalîker bûn û desthilateke me'newî ya berfireh û bêhempa hebûn. Wan bi
wêrekiyê ve karîbûn çendîn nerîtên civakî yên nederust ên wek diyardeya «Jin
bi jin» (berdêlî) û çendîn kêşeyên din hilweşînin û mafê mamosteyên olî jî
ji rûyê temen û xanenişîniyê (teqawudiyê) ve bi qanûnî biparêzin. Îro, erka
niştimanî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku rûmet û pêgeha fermî ya vê
merce'iyetê careke din vegerîne. Pêwîst e desthilat bibe piştevanekî bihêz
ji bo zanyaran, daku bikaribin wek merce'eke niştimanî ya bawerpêkirî û
zimanhalê rasteqîn ê gişt kêşe û daxwazên mamosteyên olî yên Kurdistanê
nûnertiyê bikin. Ev pêngaveke çarenivîssaz û girîng e ji bo çespandina
seqamgirî (îstîqrar) ya fikrî, olî û civakî di tevahiya herêma me de, çimkî
bêyî hebûna merce'iyeteke zanistî ya bihêz, parastina nasnameya olî û
neteweyî dê bibe karekî dijwar.
• Zanyarên olî çawa dikarin nasnameya niştimanî bihêz bikin û perçebûna hizbî
kêm bikin, daku li şûna kûrkirina nakokiyan, bibin sîwana parastina yekrêzî û
hemû destkeftên bilind?
- Di serdema niha de, fîkr û hizir çeka bingehîn a zanyarên olî ye. Li vir
erka serekî dikeve ser milê desthilatê ji bo vegerandina pêgeh û rûmeta
hêjayî mamosteyan. Pêwîst e kesên xwedî helwest û dilsoz vê berpirsiyariya
dîrokî ya girîng bigirin stûyê xwe, çimkî rola hikûmetê di avakirina rêza
cemawerî ya zanyaran de yekalîker e. Tenê bi vê rêyê ve dikare rûmeta
me'newî ya mamosteyê olî di nava beşên civaka kurdewarî de bi awayekî
bibandor û giştgîr ji nû ve bê avakirin û parastin.
