Mela Mulhim Mihemed Mela Salih, Kargêrê Şaxa Soran ya Yekîtiya Zanayên Kurdistanê ji bo Gulanê: Têkelbûna mîhrab û çeperê di dîroka me de, îspata wê rastiyê ye ku redkirina bindestiyê, cewhera rastîn ya Îslamê ye.
Mamoste Mela Mulhim Mihemed Salih mamosteyekî diyar ê Îdareya Xweser a Soranê ye
û pêşnimêj, gotarbêj û kargêrê Şaxa Soran ya Yekîtiya Zanayan e. Di warê nivîsîn
û weşandina babetan de destekî wî yê baş heye û xwediyê çendîn pirtûkên çapkirî
û babetên weşandî ye. Herwiha li gel cîbicîkirina erka olî, hilgirê hizra
welatparêziyê ye. Di serdema awarebûnê de yek ji wan mamosteyên ciwan bûye ku di
nav rêzên Yekîtiya Zanayan de kar kiriye. Di rûyê gotar û çareserkirina girift û
kêşeyên civakî û arîşeyên malbatî de roleke baş heye. Di vê hevpeyvînê de
bersiva çend pirsên kovara (Gulan)ê dide û nêrîna olî, neteweperwerî û xizmeta
zanayan behs dike:
• Wek mamosteyekî olî û şoreşger, bi dîtina we û zanayên kurd, çavkaniya
têkelbûna olparêzî û welatparêziyê vedigere ji bo çi?
- Olparêzî û welatparêzî du têgihên hevwate û ji hev nequtbûyî ne. Welat ew
seko û rûberê pîroz e ku mirov ferîze û erkên xwe yên olî tê de bi cih tîne,
çimkî bêyî hebûna ax, mal û serweriya siyasî, encamdana îbadet û avadaniya
îmanî mehal e. Cewhera olê tenê di quncikê mizgeftan de kurt nabe, belku
azadiya netewe û rizgariya axê beşeke veneqetiyayî ya wê peyama pîroz e.
Xwedayê mezin di vegotina çîroka Hezretî Mûsa (s.x) di Quranê de, berî
daxwazkirina îmanê, têkoşîna ji bo rizgarkirina Benî Îsraîl ji stema Fîrewn dike
karên pêşîn. Ev îşareteke kûr e ji bo wê yekê ku mirov divê berî her perestinekê
di rûyê ceştî û fikrî ve azad be, îmana rastîn ji mêjî û îradeyeke serbixwe
serçave digire, wekî ku Quran dibêje: «Di olê de ti zordarî nîne».
Ew baweriya ku di bin fişar, gef û zordariyê de be, tenê durûtî û nîfaqê berhem
tîne, her wek çawa li Mekkeyê bi sedema hebûna azadiya mutleq munafiq nebûn, lê
li Medîneyê bi sedema hêz û berjewendiyê, diyardeya durûtiyê serî hilda. Nexwe,
bingeha her îmaneke tendurust, serbestiya takekes e. Dagirkirina ax û mêjî ji
aliyê her desthilat, netewe û hêzeke derve ve be, kelemeke mezin e li pêşiya
biryara azadane ya mirov û peyama olê. Ji vir ve welatparêzî û hezkirina netewe
ne tenê hestekî neteweyî ye, belku beşeke resen û ji kûrahiya nava îmandariyeke
rastîn hilqulî ye. Pêwîst e em jî wek misilman, nifşên xwe li ser vê rêbaza
pîroz ya têkelbûna ol û nîştiman perwerde bikin û azadiyê wek nirxekî bilind yê
asmanî biparêzin.
• Têkelbûna mîhrab û çeperê di şoreşa kurd de çawa bû, dema ku zanayên olî di
pêşiya bergiriyê de bûn, vê yekê çi bandorek li ser tevgera rizgarixwazî û
nasnameya neteweyî hebû?
- Di nav dîroka Şoreşa Îlonê de, mamosteyên olî ne tenê rêberên manewî û rûhî
bûn, belku biryarder û dînemoya sereke ya tevgerê bûn. Wan bi fetwa û
handana xwe ya berdewam, cemawer ji bo piştgîrîkirina pêşmerge û dabînkirina
zekat û fitreyê ji bo şoreşê araste dikir, di serdemekê de ku pêbendiya
xelkê bi rênimayên olî di lûtkeyê de bû. Ev rola mezin ji wê têgihiştina kûr
ya îmanî serçave digirt ku welatparêzî û redkirina bindestiyê, beşeke
veneqetiyayî ne ji cewhera Îslamê û nasnameya mirovê xwedanas.
Şoreş di wê qonaxê de xwedî rehendeke pîroz bû, çimkî Cenabê Mistefa Barzanî wek
rêberekî olparêz, baweriyeke bêdawî bi zanayên olî hebû. Gelek ji wan mamosteyan
di çeperên pêşî yên şer de wek fermandeyên mefreze û pêşmergeyên canfîda,
qurbanî didan. Ev rêbaza dîrokî, berdewamiya mîrasa fîkrî ya mêrxasên wek Ehmedê
Xanî û Hacî Qadirê Koyî ye, ku hucre wek navenda pêgehandina mirovê hişyar û
welatparêz didîtin.
Li vir pêwîst e cudakariyeke hûr bê kirin di navbera zanayên olî yên resen û wan
hizb û herikînên siyasî yên tundrew de ku dixwazin pîroziyên olê ji bo
berjewendiya hizbî, an bîrdoziya biyanî bi kar bînin. Mamosteyên olî yên rastîn
ên Kurdistanê, ewên ku li ser bingeha nermrewî û parastina rûmeta mirov perwerde
bûne, her tim beşeke veneqetiyayî û zindî ya êş û hêviyên milet bûne. Wan çi bi
pênûs û ziman, an bi çek û qurbanîdanê, bergirî li nîştiman û axa pîroz kiriye.
Heta di şerê li dijî DAIŞê de jî, rola wan a çalak di pûçkirina hizra tundrew û
handana rolên gel ji bo bergirîkirinê nayê jibîrkirin. Ev tûyêja welatparêz, her
tim parêzvanê hevsengiya navbera nirxên olî û erkên neteweyî bûne, çimkî
baweriya wan a temam bi wê hebûye ku gehiştina bi rizgarî û dadperweriyê,
pêwîstî bi îradeyeke polayî heye ku ji kûrahiya îmanê hilquliye û ji bo xizmeta
nîştiman hatiye terxankirin.
• Ta çi radeyê hucreyan wek navendeke zanistî karîbûn parêzgariyê li ziman, edeb
û nasnameya neteweyî ya kurd bikin û wan ji jinavçûnê rizgar bikin?
- Bêguman movikên stratejîk yên dîroka me ya neteweyî di nav tevnvîsa hucre û
mizgeftan de hatine hûnandin. Di serdemekê de ku Kurdistan ji navendên
akademîk û zankoyî bêpar bû, hucre tenê navenda pêgehandina marîfet û bîra
neteweyî bû. Eger em bandora hilkeftiyên olî di dîroka siyasî û qada edebî
ya me de cuda bikin, valahiyeke mezin û bê nirx ji me re dimîne, çimkî
rêberên şoreşên rizgarixwaz û zindîkerên şonasa neteweyî, hemû zanayên olî
bûn. Bîrewerên wek Cizîrî, Xanî, Nalî û Mehwî ku stûnên ragirtina edeb û
ferhenga kurdî ne, berhemên perwerdeya hundirê hucreyan in. Ev mîrasa
dewlemend îspata wê rastiya haşahilnegir e ku mizgeft ne tenê navendeke
xwedaperestiyê, belku dînemoya parastina ziman, çand û rûmet û kerameta
neteweyî ya gelê kurd bûye di nava gêjawa jinavçûn û jêbirinê de. Bêguman bê
fîdakarî û rola pêşeng ya mamosteyên olî, dîroka me cewhera xwe ya rastîn ji
dest dida û bê pênase û bê nav dima, çimkî ew çiraya ronîker ya riya
rizgariyê bûn.
• Rola mamosteyên olî di belavkirina gotara nermrew û rûbirûbûna tundrewiyê de,
ta çi radeyê di xizmeta çespandina pêkvejiyana aştîyane û nermiya
serekderîkirina li gel hemû çînên xelkê de bûye?
- Eger em bi wicdan biaxivin, li rex qehremaniya Pêşmerge û dezgehên emnî,
rola mamosteyên olî di parastina asayîşa Kurdistanê de bêwêne bû. Wan rêgirî
li wê yekê kir ku xelk bi dirûşmên terorîstan bê xapandin. Bi taybetî piştî
sala 2003yan, ku tundrewan bi navê olê dihatin, mamosteyan rastî ji bo
cemawer zelal kirin û îspat kirin ku ev grûp li dijî cewhera Îslamê ne. Vê
hişyarkirinê kir ku teror di nava civakê de bêzraw (kerîh) bibe û înîtimaya
ji bo wan bibe şermezarî. Eger fîdakariya wan mamosteyên dilsoz nebûya,
bêguman peyama tundrewiyê li cem xelkê sade dihat pesendkirin û seqamgîriya
nîştiman û gelê me diket metirsiyeke pir mezin.
• Hûn dikarin behsa rola xwe ya dîrokî û ya niha bikin di çareserkirina kêşeyên
civakî de, çi di serdema şoreşê de û çi di niha de ku roleke we ya berçav heye?
- Zanayên olî di dîroka şoreşê de wek qazî û navbeynkarên civakî roleke çalak
lîstine. Di xiyaba dezgeha dadweriyê de, ew bûn çenga dadperwerî û
aştewasiyê. Niha jî di çareseriya nakokiyên malbatî, perwerdeyî û kesî de,
pêgeha wan wek merce'ekî yekalîker maye. Ti giriftekî cewherî li vî
nîştimanî bê destêwerdana jirane ya wan bi encam nagihe û her tim wek stûna
sereke ji bo parastina şîrazeya nav civakê dimînin.
• Çima peywendiya meleyên parçeyên Kurdistanê lawaz bûye, hûn çawa dikarin ji bo
dirustkirina gotareke yekgirtî ya neteweyî û nîştimanî di pêxema doza kurd de,
wê peywendiya dîrokî dubare zindî bikin?
- Di serdema amadebûna me de, Yekîtiya Zanayan roleke stratejîk di bihêzkirina
peywendiyên navbera mamosteyên olî yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de lîst.
Ew peywendiya haşahilnegir niha jî her berdewam e. Herçend e astengên
cografî û siyasî proseya serdan û dîdarên wan zehmet kiriye, lê giyanê
hevkariyê herwisa zindî ye. Mixabin hinek ji meleyên hizbî, bi paşxana
îdyolojîk, hewla dûrxistina têgihên neteweyî û nîştimanî ji mînberan didin,
di demekê de ku parastina rûmet û nasnameya gel erkekî bineretî yê olî ye.
Tevî wê keşûhewaya siyasî ya nexweş û qutbûnên fîzîkî yên hatine holê,
peywendiyên manewî qet naqutin. Pêwîst e mamosteyên olî wek rêberekî rastîn,
xema netewe û welatparêziyê bikin hevênê sereke yê gotarên xwe û rê nedin
siyaset wê tevnvîsa dîrokî û neteweyî têk bide, ku di navbera parçeyên
Kurdistanê de heye, çimkî ev cewhera peyama olî ye û berpirsyariyeke mezin a
dîrokî ye.
• Erka şer'î ya zanayên olî di parastina nasname û mafên destûrî yên kurd li
Iraqê de çî ye, çima hemahengiya niha ya dakokîkirina li ser destkeftan lawaz e
û çawa ol ji bo bergirîkirina li mafên neteweyî tê bikaranîn?
- Parastina civakê erkekî giştgîr û pîroz e di vê navberê de. Mamosteyên olî
di lûtkeya berpirsyariyên dîrokî û exlaqî de sekinîne. Mixabin, piraniya
aliyên siyasî –bi hemû arasteyên xwe yên cuda ve– mil bi milê hinek
herikînên tundrew, xemsar bûn di parastina pêgeha manewî ya zanayên olî de.
Di van salên dawî de di bin perdeya bibiriq ya «civaka sivîl» û «mafên
jinan» de, êrîşeke sîstematîk hate kirin ser nasnameya olî û reseniya
civakê. Ew navendên ku piştgiriya darayî û medyayî ya bêhemar li ber destê
wan bû, li şûna avakirina mirov, bûn sedema têkdana şîrazeya malbatê û
belavkirina laderiya (înhîraf) exlaqî û fîkrî. Wan şer li dijî nirxên bilind
ragihand û nifşê nû ber bi parçebûn û fitneyeke civakî birin. Vê yekê jî
erka mamosteyên olî girantir kir da ku wek keleheke qahîm li dijî vê êrîşa
çandî rawestin. Li aliyekî din ve, peywendiyên me li ser bingeha
îtîrafkirina bi mafên şer'î hatine dariştin. Em li gel wan aliyan de teba ne
ku rêza wan ji bo îradeya vî neteweyî heye, ne ew taqimên şovenîst ku bi
fetwayên çewtekar xwîna kurdan helal kirine û axa Kurdistanê wek «meydana
fethê» dibînin. Ti lojîkek qebûl nake em peywendiyê li gel wê eqliyeta
nîjadperest de deynin ku kurd wek koledar û welatiyê pile nizm temaşe dikin.
Cihê daxê ye ku niha beşeke mezin ji nûnerên kurd li Bexdayê, tenê di xema mûçe
û îmtiyazatên taybet de ne. Ew li şûna dakokîkirina li mafên destûrî û deverên
dagirkirî yên madeya 140, bûne parêzvanên wî sîstemê ku dijberiya qewareya
Herêmê dike. Di vê qonaxa hestiyar de bergirîkirina li ax û welat erkekî olî,
neteweyî û wicdanî ye. Pêwîst e mamosteyên olî di pêşiya hemûyan de bin ji bo
hişyarkirina giştî û rûbirûbûna wan metirsiyên ku dixwazin dîrok û paşeroja vî
welatî jê bibin. Parastina nîştiman û reseniyê, tenê bi yekgirtîbûn û vegera bo
bingehên neguher pêk tê.
