• Monday, 28 September 2026
logo

Endazyar Raber Husên Hamed, Berêveberê Ava Hewlêrê ji bo Gulan: Di bin siya piştgiriya kabîneya nehem de, îsal kêmtirîn pirsgirêka kêmaviyê li sînorê bajarê Hewlêrê rû da.

Gulan Media August 26, 2026 Dîmane
Endazyar Raber Husên Hamed, Berêveberê Ava Hewlêrê ji bo Gulan: Di bin siya piştgiriya kabîneya nehem de, îsal kêmtirîn pirsgirêka kêmaviyê li sînorê bajarê Hewlêrê rû da.

 

 

Ji bo em bizanibin ew sedem, kar û projeyên ku bûn sedem ku havîna îsal (2026)
tax û hemû bajarê Hewlêrê rûbirûyî pirsgirêka kêmaviyê nebin, her wiha ew
çaksazî û hewildanên ku bûn sedem bajarekî mezin û berfireh wek Hewlêrê, bêyî
bikaranîna bîr û tankerên avê, ava vexwarinê ya pêwîst jê re bê dabînkirin; wek
Kovara Gulan ji bo bersiva van pirsan û çendîn hûrguliyên din, me bi Endazyar
Raber Husên Hamed re hevpeyvînek pêk anî.

Gulan: Havîna îsal (2026) ku pileya germê ne tenê li Herêma Kurdistanê, lê li
hemû welatên Ewropayê jî bibû sedema aciziyê, û di salên borî de pirsgirêka
kêmaviyê li çendîn taxên Hewlêrê rû dida, gelo îsal kêşeya kêmaviyê li taxên
bajarê Hewlêrê hebû?

Raber Husên: Havîna îsal (2026) bêguman li gorî wê plana ku hikûmetê bi rêya
Rêveberiya Ava Hewlêrê danîbû, planeke pir serkeftî bû. Ez dikarim bêjim
plan 100% hat cîbicîkirin ji bo ku tu tax û cihek li bajarê Hewlêrê tûşî bêaviyê
nebe. Tenê di wan deman de ku pirsgirêkek teknîkî yan a elektrîkê derdiket, ji
bo demeke kêm yan çend saetan em tûşî kêmaviyê dibûn. Her çend di wan deman de
jî ji ber depokirina avê di tankên malan de, welatiyan hest bi wê pirsgirêkê
nedikirin. Nexwe gihandina avê ji bo bajarê Hewlêrê li gorî wan dem û xişteyan
(bernameyan) bû ku hebûn û ava vexwarinê gihîştiye her mal û taxekê di vê bajarê
mezin ê ku her diçe geştir dibe. Heta ew cihên ku projeya ava "Feryaguzarî"
(Emergency) hîn negehiştibûyê jî, her çend niha projeya ava feryaguzariyê
gihîştiye piraniya tax û cihên nav bajarê Hewlêrê. Em dikarin bêjin nêzîkî 95%ê
wan deverên di sînorê Rêveberiya Ava Hewlêrê de ne, ava projeya feryaguzariyê
wergirtine.

Gulan: Derbarê çaksaziyan di stasyonên din ên parzûnkirina ava vexwarinê de wekî
Îfraz (1, 2 û 3), we çi kiriye ku bûye sedema wê yekê ku li hemû bajarê Hewlêrê
pirsgirêka kêmaviyê nebe yan jî pir kêm be?

Raber Husên: Ji ber piştgiriya tam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di kabîneya
nehem de û bi wî hêz û desthilata ku ji aliyê wezareta peywendîdar û Rêveberiya
Giştî ya Av û Avrêja Herêmê ve ji bo me hatiye dabînkirin, em karîbûn bi awayekî
pir baş serperiştiya wan projeyên girîng û stratejîk ên ava vexwarinê li bajarê
Hewlêrê bikin. Me hem nûjenkirina projeyan kir û hem jî xetên xwe çêkirin. Lewma
heta niha tu pirsgirêka me nîne, tenê car bi car pirsgirêka elektrîkê ji bo me
çêdibe ku em hêvî dikin ew jî were çareserkirin, lê bi giştî bandoreke xirab li
ser gihandina avê bo welatiyan nekiriye.

Gulan: Gelo sedem çi ne ku îsal me pir kêm hest bi şikestina boriyên Îfraz
(1, 2, 3) kir?

Raber Husên: Îsal tenê yek car şikestina boriyan di wan her sê projeyên avê de
hebû. Ew jî ji ber wê yekê bû ku demên elektrîkê kêm bibûn, em neçar bûn bi wê
elektrîka ku hebû kar bikin, lê voltaja elektrîka Îfrazê jî pê re dadiket û di
encamê de elektrîk dibirî. Dema elektrîk dibirî, fişareke (presyoneke) zêde di
nav boriyan de çêdibû. Lê belê ew şikestin û pirsgirêk jî di demeke kurt de
hatin çareserkirin, ku ev yek ji wan sedeman bû ku xelk li nav bajar û taxên
Hewlêrê tûşî kêşeya bêaviyê nebûn.

Gulan: Ez bawer dikim sedemek din jî heye, ew e ku di salên borî de Serokê
Hikûmetê drav ji bo guhertin û nûjenkirina boriya Îfraz sê terxan kir û guhertin
di boriyan de hat kirin?

Raber Husên: Bêguman li du cihên sereke boriya GRP hat guhertin bo boriya
"Carbon Steel". Yek ji wan di nav xeta ava Îfraz (3) de bû, ya din jî di nav
xeta stasyona navendî ya "Merûde" de bû. Her du cih niha tu pirsgirêka wan
nemaye, ji ber ku me ew qonax derbas kir û em karîbûn kontrol bikin.

Top