• Sunday, 16 August 2026
logo

Rejîma Îranê girtiyê siyasî Şahram Sadeghi darvekir

Gulan Media August 16, 2026 Nûçe
Rejîma Îranê girtiyê siyasî Şahram Sadeghi darvekir

Girtiyê siyasî Şahram Sadeghi ji aliyê rejîmê ve hat darvekirin.
Sadeghi bi hinceta tev li çalakiyên meha Çileyê bibû, li Kerecê hatibû girtin.

Dadgeha Şoreşê ya Kerecê bi hinceta ‘hevkariya bi rejîma siyonîst, DYEyê û komên dijmin re “cezayê darvekirinê û desteserkirina mal û milkan” lê birî.

Her çendî Parêzeran biryara Dadgeha Bilind a Îranê îtîraz kir jî,

Dadgehê biryar erê kir û vê sibê Şahram Sadeghi hate dervekirin.

Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a dadgera Îranê Mizanê, mal û milkê Sadeghi jî hatin desteserkirin.

 

Ronahi.tv

Top