Bodo Ramelow ji bo efûya aktivîstên Kurd, bang li hukumeta Almanya kir
Cîgirê Serokê Parlamentoya Federal a Elmanyayê Bodo Ramelow destnîşan bi pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiyeyê kir
Bodo bang li hikûmeta Elmanyayê kir xwest ku ji bo aktîvîstên Kurd ên li Elmanyayê efûyek berfireh û bilez derxîne.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Federal a Elmanyayê Bodo Ramelow, daxwiyanî da rojnameya Rheinische (raynş)Postê
Bodo têkildarî qanûna çarçoveyê ya ku di rojeva meclisa Tirkiyeyê de ye nirxandin kir.
Ramelow diyar kir ku qanûna ku li Enqereyê pêşkêşî meclisê hat kirin, rêya aştiyê vedike
û anî ziman ku ev ji bo PKK’ê ya ku par bi dildarî xwe fesix kir bersivek e.
Ramelow bi vê re destnîşan kir ku divê hikûmeta Elmanyayê bi awayekî dîplomatîk piştgiriyê bide pêvajoyê û got,
Mîna ku li Tirkiyeyê tê pêşbinîkirin, divê Elmanyayê jî ji bo aktîvîstên Kurd efûyek berfireh û bilez derxîne.
Ramelow her wiha got gaveke wiha wê “ji aştiya li herêmê, maf û berjewendiyên Kurdan re bibe piştgirî.”
Ramelow ji ber ku hikûmeta Tirkiyeyê ji bo aştiya bi Kurdan re amade ye ku gavên şênber bavêje kêfxweşiya xwe jî anî ziman.
Ronahi.tv
