Mihemedê Hacî Mehmûd: Serok Barzanî amadebûna xwe bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan daye
Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê tekez kir ku Serok Barzanî amadebûna xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê nîşan daye. Herwesa got: "Cenabê Serok Barzanî dilsozê yekxistina nav mala Kurdî ye."
Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd duhî (Şemî, 8ê Tebaxa 2026ê) di hevpeyvîneke taybet de ji bo Kurdistan24ê got: "Eger PDK û YNK bi hev re civînê bikin û li hev bikin, pirsgirêkên parlamentoyê, hikûmetê û hemî pirsên siyasî dê di dema çend saetan de çareser bibin."
Di derheqa qewareya Herêma Kurdistanê de, Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê got: "Ev qeware bi xwîna Pêşmergeyan hatiye parastin û parastina vê qewareyê jî erkê hemî aliyên siyasî ye, ji ber ku xiraptirîn hikûmeta navxweyî ji baştirîn hikûmetên cîhanê bo Kurdan baştir e û her dem bişereftir e."
Mihemedê Hacî Mehmûd behsa Serok Barzanî kir û ragihand: "Min di heyama borî de serdana wî kir û di wê hevdîtinê de, Cenabê Serok bi temamî amadebûna xwe bo avêtina pêngavan ber bi çareserkirina pirsgirêkan û hêsankariyê bo aliyan nîşan da, herwesa cenabê wî dilsozê yekxistina mala Kurdî ye."
K24
