Ji ber gotinên wî yên li ser Madeya 140î giliyê Parêzgarê Kerkûkê kir
Welatiyekî Kerkûkê çû Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê û giliyê Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Sema
n bike.
Sedema vê yekê ew e ku Mihemed Seman di hevpeyvîneke televîzyonî de li dijî destûrîbûna Madey
a 140î derketiye.
Şêniyê Kerkûkê Diyar Ebdulrezaqê ku giliyê Mihemed Seman kiriye ji Rûdawê re axivî û got:
"Madeya 140î madeyeke destûrî ye û ji sedî 78ê gelê Îraqê di pêvajoyeke demokratîk de deng day
e wê."
Diyar Ebdurezaq diyar kir ku li bajarekî wekî Kerkûkê daxuyaniyên bi vî awayî êrişa li Destûra Îraq
ê ye û pê de çû:
"Ev daxuyanî dibin sedema derketina aloziyê di navbera pêkhateyan de û têkdana aştiya civakî."
Ebdurezaq amaje bi wê yekê jî kir ku Mihemed Seman bi xwe li gorî wê Destûrê bûye parêzgar ku
niha li dijî wê derdikeve û anî ziman:
"Heta niha min parêzerek wekî wekîl diyar nekiriye lê eger pêwîst bike, ji bo biserxistina giliyê li da
dgeha federal ez dê parêzerekî bigirim."
Parêzgar çi gotibû?
Parêzgarê Kerkûkê û Serokê Eniya Tirkmenan Mihemed Seman di hevpeyvînekê de li gel kanala fe
rmî ya Îraqê ku şeva 4ê Tebaxê hat weşandin de axivîbû.
Seman ragihandibû ku “xeletiya herî mezin a stratejîk a dewleta Îraqê ya piştî sala 2003yan a li he
mberî Kerkûkê, danîna Madeya 140î bûye.”
Madeya 140î ya Destûra Îraqê taybet e bi çareserkirina pirsgirêka herêmên nakok û jinavbirina şo
pên guhertina demografîk û pêvajoya Erebkirinê ku rejîma berê kiriye.
Mihemed Seman di wê bernameyê de gotibû:
"Me di dema xwe de wekî pêkhateya Tirkmenan ew destûr red kir, çimkî em di wê baweriyê de bû
n ku madeyên bi wî awayî dê di paşerojê de pirsgirêkan derxînin."
Madeya 140î di çarçoveya Destûra Îraqê de deng li ser hat dayîn ku qonaxên tezmînkirin, asayîkiri
n û serjimêriyê li xwe digire.
Diviyabû heta 31ê Kanûna Paşîn a 2007an ev made bi temamî bihata bicihanîn.
Rudaw
