Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.
Heyeta ku ji parlamenteran Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û her wiha parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.
Tê çaverêkirin ku heyet piştî hevdîtinê daxuyaniyekê bide.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê herî dawî 20ê Tîrmehê çûbû Girava Îmraliyê.
Di wê serdanê de şandeyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.
Mijara sereke ya nîqaşên wê hevdîtinê “yasaya çarçoveyî” bû.
Rudaw
