DEM Partî: Qanûna nû ya aştiyê bandorê li rewşa 75 hezar kesan dike
Parlamenterekî DEM Partiyê ragihand ku 3 hezar û 900 girtiyên siyasî yên PKKê dê ji bicihanîna qanûna çarçoveyê feydeyî werbigirin.
Li gorî amarên dawiyê, niha di zindanên Tirkiyeyê de 4 hezar û 800 kes bi tohmeta endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û tevlîbûna di çalakiyên çekdarî de girtî ne.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Diyarbakırê Serhat Eren got ku projeqanûna çarçoveya pêvajoya aştiyê 3 hezar û 900 girtiyan vedigire, lê 900 girtiyan venagire ji ber ku cezayê zindana hetahetayî li wan hatiye birîn û bi kuştina hêzên ewlehiyê hatine gunehbarkirin.
Ji aliyekî din ve jî parlamenterê DEM Partiyê yê Enqereyê İbrahim Akin destnîşan kir ku bandora vê qanûnê dê rasterast li ser rewşa 75 hezar kesan hebe.
Projeqanûna "Xurtkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekgirtina Civakî", ku wekî projeqanûna çarçoveya pêvajoya aştiyê tê nasîn, li roja Şemiyê, 8î Tebaxa 2026an, ji aliyê Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ve hat pejirandin.
Ev projeqanûn sibe diçe ser rojeva parlamentoyê û tê pêşbînîkirin ku roja Duşemê, 10ê Tebaxa 2026ê, dengdan li ser wê bê kirin û bibe qanûn.
Ji bo bicihanîna qanûnê pêdivî ye ku Encûmena Ewlehiyê ya Tirkiyeyê biryara hilweşandin û çekdanîna PKKê piştrast bike. Piştî belavkirina qanûnê di rojnameya fermî de, dest bi bicihanîna wê tê kirin.
K24
