• Monday, 28 September 2026
logo

Lara Dizeyî daxwaza çarçoveyeke stratejîk bo parastina mîratê neteweyî dike

Gulan Media September 23, 2026 Corane
Lara Dizeyî daxwaza çarçoveyeke stratejîk bo parastina mîratê neteweyî dike

Faşin Dîzayner û Balyoza Çandî ya Kincên Kurdî daxwaz ji Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistanê dike ku bi awayekê fermî dengê xwe bilind bike û ligel branda "Louis Vuitton"ê bikeve danûstandinan, li ser wê wekheviya zêde ya di navbera nûtirîn dîzayna wê brandê û parçeyeke kelepûrî ya Kurdî de heye, herwesa tekez li ser pêdivîtiya tomarkirina qanûnî ya mîratê Kurdî kir.

Faşin Dîzayner û Balyoza Çandî ya Kincên Kurdî Lara Dizeyî îro Sêşemê, 22ê Îlona 2026ê, di peyamekê de daxwaz ji Wezareta Rewşenbîriyê û dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku bi awayekê dezgehî û fermî bo peyrewîkirina keysa wekheviya dîzayna branda "Louis Vuitton"ê ligel parçeyeke kelepûrî ya Kurdî bên pêş.

Dizeyî di peyama xwe de amaje da ku dengvedan û nîgeraniyên xelkî di sosyal medyayê de bo çêkirina hişyariyê girîng in, lê tekez jî kir ku parastin, nasandin û belgekirina kelepûrê çandî erkê sereke yê dezgehên fermî ye. Ji ber vê yevê jî, pêdivî ye Wezareta Rewşenbîriyê helwestê xwe yê zelal û gavên paşerojê ligel raya giştî parve bike.

Di derheqa awayê serederîkirina ligel vê mijarê de, wê faşin dîzaynerê hişyarî li ser penabirina bêserûber bo rêkarên qanûnî û rûbirûbûna bilez da, ji ber ku parastina qanûnî ya dîzaynên nerîtî mijareke tam aloz e. Li şûna wê yekê, wê pêşniyar kir ku wezaret bi alîkariya pisporên qanûnî û warê kelepûrî binyatekê qanûnî yê temam bo parastina vê parçeyê û hemî kelepûrê Kurdî dane.

Lara Dizeyî gava yekê û ya herî girîng ya vekirina dergehê danûstandinên fermî ligel kompaniya "Louis Vuitton"ê ragihand û got: Pêdivî ye wezaret bi rengekê fermî peywendiyê bi wê bike, belge û dokûmentên dîrokî yên vê parçeya kelepûrê Kurdî nîşa wan bide û daxwaza ronkirinê li ser wê wekheviya gelek diyar û proseya afirandinê ya di pişta dîzaynê de bike.

Wê herwesa bal kişand ser cudahiya di navbera wergirtina îlhamê ji çandekê û dubare bikaranîna pareka navdar a wê çandê bêyî nasandina çavkaniya wê û ragihand: “Wek dîzaynereka Kurd, ez dixwazim çanda Kurdî di astê cîhanî de bê dîtin û bibe îlhamder, lê divê îlham ligel rêz, îtîraf û berpirsiyariyê be; nabe mîratê me li ser şanoya cîhanî bê nîşandan lê ji xelk û dîroka wî bê veqetandin.”

Balyoza Çandî ya Kincên Kurdî daxwaz jî kir ku ev rûdan bibe derfetek bo danana çarçoveyeke stratejîk a demdirêj bi rêya mekanîzmên mafê xwedaniya fikrî, wek marka bazirganî, mafê kopîkirinê, parastina dîzaynê, û nîşanên cografî, da ku dîzayn, nexş û nîşanên taybet ên Kurdî bi fermî di astê navdewletî de bên tomarikirin û ji jêbirin û bikaranîna nerewa bên parastin.

 

K24

Top