Parlamenterekî CHPê: Me bi piştevaniya Kurdan komar ava kir
Parlemeneterekî CHPê dibêje “me komara xwe bi piştgiriya Kurdan ava kiriye û di yekem parlementoyê de jî Kurd bi navê xwe hebûn.” CHP dixwaze careke din raporekê li ser pirsa Kurd belav bike, lê beriya ku rapor were belav kirin di nav CHPê de nakokî peyda bûne, berdevkê CHPê pirsên di derbarê Kurdan de weke “hewlên betalkirina rojevê” dibîne.
Partiya Komarî ya Gel (CHP) careke din raporekê di derbarê çareseriya pirsa Kurd de belav dike, rapor li ser esasê çareserkirina pirsa Kurd di çarçoveya destûra bingehîn de pêşniyazan dike û di nav pêşniyazên CHPê de damezrandinda sê komisyonên serbixwe hene, ew jî ji Komisyona lihevkirina civakî, şanda hevpar ya aqilmenden û komisyona lêkolînkirina rastiyan, pêk tê.
Parlementerê CHPê Yildirim Kaya dibêje, “Me komara Tirkiyê bi Kurdan re ava kiriye, destûra bingehîn ya sala 1921ê ya demokratîk me bi Kurdan re çêkiribû, di wê destûrê de Kurd û mafê wan dihatin nas kirin. Li parlementoyê Kurd weke Parlementerên Kurd dihatin nasîn. Niha di destpêka duyemîn sedsala komarê de em dixwazin weke CHP komara xwe bi şoreşa demokrasiyê bixemilînin.”
Di nav aliyên siyasî yên Tirkiyê de CHP yekem partî ye ku sala 1989ê raporek bi navê rapora Kurdan amade kiribû. CHP herî dawî 5 al beriya niha jî bi navê “22 pirs û 22 bersiv” raporeke berfireh amade kirbû, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî weke aliyekî sereke yê mijarê daxwazê ji CHPê dike ku di mijara pirsa Kurd de helwesteke zelaltir û cidîtir hebe.
Parlementerê HDPê Îmam Taşçier, diyar dike, “CHP her car li dora pirsa Kurd digere, lê esasê meselê naxwaze bibîne. CHP car car dibe cihê hinek helwestên nijdperastane jî, pêwîste ku CHP helwesteke zelal û cidî hebe, em ji niha ve nizanin ka CHP dixwaze çi bike. Lê gotûbêjkirina pirsa Kurd erênî ye.”
Di serî de berdevkê CHP Faîk Oztrak çend berpirsên CHP yên bi ser baskê Kemalîst ve tên binavkirin kar û xebatên di derbarê Kurdan de weke “hewlên guhertina rojevê” bi nav dikin. Li komiteya navendî ya CHPê jî de li ser mijarê di navbera baskê sosyal demokrat û baskê Kemalîst de nakokiyên kûr hene.
Rudaw
