• Thursday, 30 July 2026
logo

Mela Mihemed Êneyî, Endamê Encumena Fetwaya Bilind a Kurdistanê: Ol û welatparêzî di nava hev de ne, hezkirina axê jî beşeke sereke ye ji îmana mirov

Mela Mihemed Êneyî, Endamê Encumena Fetwaya Bilind a Kurdistanê: Ol û welatparêzî di nava hev de ne, hezkirina axê jî beşeke sereke ye ji îmana mirov

 

Mamoste Mela Mihemed Mela Îsmaîl Mela Mehmûd, ji malbata melazadeyên Şêx Witmanî
yên Çomanê ye. Di nîvê salên şêstî de li cem bavê xwe dest bi xwendinê kiriye.
Qonaxên soxtayetî û musteîdayetiyê li Balekayetî, Rawandiz, Hewlêr û Pîranşarê
xwendiye. Zanistên îslamî li cem mamoste Mela Seyid Mihemed Pîrdawid û Mela
Salihê Exterî qedandine û îcazeya melatiyê wergirtiye. Di navbera salên 1997
heta 2012an de biryarderê Lîjneya Bilind a Fetwayê bûye û niha jî endamê
Encumena Fetwayê ye. Ji bo axaftin li ser rola zanayên îslamî, welatparêzî,
pêkveçûn û aştiya civakî, Gulan hevpeyvînek ligel wî saz kir.

- Hûn çawa li rola dîrokî ya zanayên olî yên îslamî yên Kurdistanê dinêrin di
girêdana navbera baweriya olî û hezkirina nîştiman de, wek pêşengekî girîng
ê hişyariya neteweyî?

- Mamosteyên olî tebeqeyeke resen û ji kûrahiya dilê gelê kurd derketine. Ew
di hemû qonaxên hestiyar ên jiyana mirov de, ji derguşa ji dayikbûnê heta
kêliyên dawî yên gorê, her dem ligel gelê xwe jiyane. Her ji destpêka ji
dayikbûnê bi gotina banga pêşvaziyê, navlêkirina zarokan, çareserkirina
girêya zimanê zarokan, heta hevjînî, dabeşkirina dadperwerane ya mîratê û di
dawiyê de di dema mirinê de, her dem amade bûne û sedema sereke ya nîşandana
rê ji xelkê re bûne. Ji ber wê, zanayên olî dilsoztirîn û xembortirîn çîna
pêşeng a civakê ne ku her dem beşdarî kêliyên şahî, cejn, karesat û şîna
hevwelatiyên xwe yên li vê axê bûne.

Ji aliyekî din ve, vê tebeqeyê ji her çîneke din zêdetir li herêmê hest bi
çewisandina neteweyî kiya ye, lewma di dîrokê de her dem pêşengên tevgerên
nîştimanî û welatparêzî bûne, ji bo ku kurd jî mîna neteweyên din bibe xwedî
kiyan û dewleta xwe ya serbixwe. Ger em bi wijdan ve li dîroka her çar parçeyên
Kurdistanê binerin, em dibînin ku piraniya herî zêde ya kadroyên pêşeng ên
xebata neteweyî mamosteyên olî bûn. Bi taybetî di Şoreşa Eylûlê de, kêm
baregehên hêza Pêşmerge hebûn ku zanayekî olî yê welatparêz lê nebe; heta
serkirdatiya şoreşê ji bo birêvebirina karûbarên girîng ên xebatê her dem pişta
xwe bi rênimayiyên wan girêdaye. Ev rastiya dîrokî ya înkarnexwestî, ligel
pêgeha wan a manewî, rola girîng û bandora wan a bêhempa ji bo her demê di
dîroka me de bi zindî dihêle.

- Helwesta dîrokî ya mamosteyên olî li hember zilm û stema rejîmên Iraqê çi
bû, û bingehên şerî û exlaqî yên vê redkirinê ji çi dihatin?

- Di rastiyê de, ol û welatparêzî bi temamî bi hev ve hatine girêdan û di nava
hezkirina ax û welat de hatine têkelkirin. Çarçoveya vê yekê ew e ku eger
mirovek ji nîştimana xwe bêpar be û wek penaberekî bêhêz û sergerdan her roj
li şûnekê bijî, nikare wek pêwîst perestiş û erkên xwe yên olî bi temamî bi
cih bîne. Ji ber vê yekê, li vir mamoste û zanayên olî her dem berevanî li
ax û nîştiman kirine û berdewam ji civakê re gotine ku «Hezkirina nîştiman
beşek e ji îmanê». Wan berdewam ev rastî dubare kiya ye û bi sedan belge û
nimûne anîne, wek çawa amaje bi wê kirine ku hezkirina welat rhedekî kûr di
ferman û rêbaza Pêxemberê Mezin (s.x) de heye. Dema Pêxemberê me yê ezîz li
Mekeyê ji ber ragihandina peyama heq û ola Îslamê neçarî koçberî û
derbederiyê hat kirin, berî ku bi temamî ji Mekeyê derkeve, nêrînek li
çiyayên Mekeyê kir û ferman kir: «Bi Xwedê, tu xweşdivîtirîn ax î li cem
min, eger ez neçar nehatibama kirin, min tu qet bi cih nedihiştî». Nexwe ev
hezkirina mezin ji bo ax û nîştiman, rhedekî kûr û dîrokî heye, ku bi temamî
ji bingehên ola pîroz bixwe serçave girtiye û hatiye parastin.

- Hûn rola dîrokî ya hucreya kurdewarî di parastina zimanê kurdî û gihandina
serkirdeyên siyasî û nîştimanperwer ji bo Kurdistanê de çawa dinirxînin?

- Ger em bala xwe bidinê, di rastiyê de rola hucreyê gelek girîng û berçav
bûye. Eşkere ye ku eger dîroknivîsek an dîrokzanekî biwijdan di dîroka
neteweya kurd de vegere, bi rastî dibîne ku eger tu rola hucreyê û pêgeha
melayî jê veqetînî, ew tê wê wateyê ku tiştekî wusa ji bo neteweya kurd
namîne ku pişta xwe pê bibestê. Çunke em dibînin hemû helbestvanên mezin û
navdar ên Kurdistanê, ji Ehmedê Xanî bigre heta Melayê Cizîrî, Nalî, Wefayî,
Mehwî, Qani' û heta mamoste Hejar û Hêmin, ku ji meztirîn edîbên nîştiman
in, hemû derçûyên hucreyê bûn. Nexwe li vir eger em bi hûrgulî binerin, bi
rastî dikare bê gotin ku neteweya kurd bi şêweyekî giştî ti guman tê de nîne
ku deyndarê feth û xizmeta mizgeft, hucre, tekiye û xaneqayan e.

- Heta çi radeyê pêwîst e di roja îro de rola dîrokî ya mamosteyên olî ji bo
parastina şîrazeya civakê û çespandina zêdetir a aştiya civakî ji nû ve were
zindîkirin?

- Mamosteyên olî li tax û gundan de roleke bingehîn digerînin di çareserkirina
kêşeyên civakî de, çi li ser asta nakokiyên malbatî yên navbera hevjînan be,
an rikaberiya navbera hozan û pirsa dabeşkirina mîratê. Ew her dem pêşengên
çakkarî û navbeynkariya aştiyane ne, berdewam daxwaza lêborîn û tebayiyê
dikin. Ev yek bûye sedem ku bibin pencereyek ji bo parastina rewşa derûnî û
cîgirtina aştiya civakî di navbera hevwelatiyan de.

Ji aliyekî din ve, ev rola mirovî û aştiyane, bingeha xwe ji serkaniyên zanistî
û şerî yên Îslamê (Quran û Hedîs) digre, ku girîngiyeke taybet bi maf û kerameta
jinan didin. Di Qurana Pîroz de, sûreteke temam bi navê sûreta (En-Nîsa) taybet
ketiye ji bo birêkxistina karûbarên jinan. Pêxember jî (s.x) di hedîsekê de pir
girîngî bi parastina pêgeha wan daye, dema ku ferman dike: «Ma ekremehunne îlla
kerîm we ma ehanehunne îlla leîm», ku rêzgirtina li jinê dike pîverê birêziya
mirov. Herwiha di gotara xatirxwestinê de wek wesiyeteke girîng a dîrokî ferman
kiya ye: «Istewsû binnîsaî xeyra» ji bo hişyarkirina misilmanan bi rêzgirtina
wan.

Heman demê de, Qurana Pîroz hevjînan radispêre ku bi şêwazekî şayiste jiyanê
derbas bikin di bin sîbera fermana «We aşîrûhunne bîl-me'rûf». Tevî ku di demekê
de lêtênegihîştin û neguncandin jî rû bide, Quran dergehekî mirovî ji bo
çareseriyê datîne bi rêya bingeha «Fe îmsakun bî me'rûf ew tesrîhun bî îhsan»,
bi wê wateyê ku hevjîn an bi şêwazekî ciwan û tije ji mîhrebaniyê pêkve berdewam
bin, an jî di dema jihevveqetînê de bi şêwazekî aştiyane û bêyî dijminkarî ji
hev cuda bibin, ligel mîsogerkirina hemû mafên şerî û darayî yên jinê bêyî ku
zilm li wan bê kirin.

Bi kurtî, ola Îslamê bi dehan belgeyên şerî parastina pêgeha mirovî ya jinê kiya
ye. Zilamên olî jî di civaka kurdî de her dem karakterên sereke ne ji bo
cîbicîkirina van bihayên quranî û însanî û çareserkirina kêşeyan di pênava
çespandina tebayiyê di nav malbatê de.

- Nirxandina we çi ye bo rola mamosteyên olî di rêgirtina li tundrewiya
ciwanan û geşepêdana bi fikra navendî (miyanrewî) û pêkveçûnê li Kurdistanê?

- Kurdistan di dîroka xwe ya kevn de her dem melbendekî girîng û piralî yê olî
bûye. Peyrewên olên cuda yên wek mesîhî, êzidî, zerdeştî û heta cihûyan jî
di vê nîştimana kevn de bi aştî, tebayî û pêkveçûneke rastîn jiyane. Di
gelek deverên cuda yên Kurdistanê de wek Enkawa, Şeqlawe, Diyana û
Silêmaniyê, xelkê bêyî ti cudahiyeke regezî an olî, pêkve mijûlî bazirganî,
kirîn, firotin û danûstandina rojane bûn û rêzeke mezin ji hev re girtine,
bi cûreyekî ku ti binpêkirinek li hember mafê kesên din nehatiye kirin.

Derbarê bandora tundrewiya niha ya hinek grûpan li ser Îslamê, pêwîst e em bêjin
ev bîrkirina tundajo ne tenê ziyanê bi Îslam û mirovahiyê digihîne, belkû di nav
xwe bixwe de jî bûye sedema lîktrazaneke (perçebûneke) mezin. Di vê serdemê de
ku wek serdemê teknolojî û înternetê tê dîtin, ev tîp û grûp torên civakî tenê
ji bo êrîşkirina ser bîrubawerên hev bikar tînin, hevdu bi deccal, kafir û
bîdeçî tohmetbar dikin û dest ji lîktrazana civakî naparêzin.

Ev celebê riqberî û tundrewiyê di civaka kurdî de diyardeyeke pir xerîb û nû ye,
çunke di dîroka dewlemend a berê ya civaka me de bi ti şêweyekî nebûye. Berê,
hemû pêkhateyên olî yên cuda û mamosteyên olî yên birêz, jiyaneke aram, tije ji
bextewerî û pêkveçûneke aştiyane derbas kirine, ku tê de lêborîn, rêzgirtina
dualî û tebayî her dem bingeha sereke bûye ji bo birêkxistina hemû peywendiyên
mirovî û olî.

- Di bin siya azadiyên Herêma Kurdistanê de, erka zanayên olî di bihêzkirina
hizra nîştimanî bo parastina destkeftên neteweyî çi ye?

- Erka sereke ya mamosteyên olî ew e ku nifşê nû û ciwanên vê serdemê li ser
bingehên rewiştê bilind, mirovahî, welatparêzî, û dûrketina ji
bêganeperestî, ladan û xiyaneta bi gel û nîştiman perwerde bikin. Di demekê
de ku derdora Herêma Kurdistanê tije ye ji aloziyên herêmî, parastina vê
qewara siyasî, maf û azadî û yekrêziya navbera hemû mala kurd karekî
bingehîn û pêwîst e. Xwebirêveberiya niha ya Kurdistanê destkefteke girîng e
ku pêwîst e bi giyan û dil berevaniyê lê bikin û biparêzin. Di vê pênavê de,
eger serkirdeyan kêmûkurtiyek hebe, an qutbûnek di navbera wan û gel de
çêbibe, erka zanayên olî ye ku bi rêyeke rast amojgariya wan bikin û ber bi
çaksaziyê ve rênimayiyê bikin.

Pêwîst e kar ji bo wê were kirin ku serkirde her dem ligel gelê xwe bin, stem
nemîne û dahata giştî ya welat bi şêwazekî dadperwerane dabeş bibe. Erka
mamosteyê olî tenê piahildan û pesndana berdewam a hizb û deselatdaran nîne,
belkû rexnegirtina erênî û rêgirtin e li zilm û neheqiyê. Dema dadperweriya
civakî cîgîr dibe û peywendiya navbera serkirde û gel bihêz dibe, hevwelatî
dilsoztir dibin ji bo nîştiman. Di encamê de, eger di paşerojê de ti metirsî,
êrîş û nehametiyek rûbirûyî axa me bibe, hemû çîn û tebeqeyên civakê bi giyanê
xwe fîdakariyê dikin û berevaniyê li nîştiman û serkirdeyên xwe dikin.

Top