Mela Seyîd Elî Şîlanî, pispor û taybetmend di tefsîr û eqîdeya îslamî de: Dîrok îspat dike ku zanyarên ayînî her dem rêber û bizvênerên şoreşên Kurdistanê bûne
Mela Seyîd Elî Şîlanî, endamê Encumena Bilind a Fetwayê ya Yekîtiya Zanyaran û
yek ji zanyar û feqîhên diyar ên devera Badînan û tevahiya Kurdistanê ye. Ew
temenekî dirêj e mijûlî xizmeta dînê pîroz ê Îslamê û belavkirina zanistên şerî
yên cihêreng e. Di warê fetwa, wanegotin û nivîsandina bi dehan pirtûkên hêja di
warên tefsîr, fiqih û eqîdeyê de bûye pêşeng. Ji bo axaftin li ser lîstina rola
bibandor a zanyarên îslamî yên Kurdistanê di pirsên nîştimanperwerî, pêkvejiyan
û parastina dabunêrîtên resen ên Kurdî de, me çend pirs ji bo wî amade kirin.
*** Wek pêşengekî girîng ê hişyariya neteweyî, hûn çawa li rola dîrokî ya
zanyarên ayînî yên îslamî yên Kurdistanê dinêrin di girêdana navbera baweriya
ayînî û hezkirina nîştiman de?**
- Dînê pîroz ê Îslamê girîngiyeke taybet dide parastina can, mal, bîrubawerî û
kerameta mirovan û ev bingeh wek pêdiviyeke serekî ya jiyanê danîne. Di
nêrîna şerîetê de, mafê temam hatiye dayîn ku mirov ji bo parastina van
nirxan bergiriya xwe bike. Ax û nîştiman jî perçeyekî jêneveger ê mal û
kerameta mirovî ne. Ew axa ku milkê bav û kalan e, perçeyek e ji nasname û
kerameta mirovahiyê ku parastina wê wek erkeke rewa tê dîtin. Di vê barê de
Xwedayê Mezin di Qurana Pîroz de, li ser zimanê Benî Îsraîl de dibêje:
«وَمَا لَنَا أَلَّا نُقَاتِلَ فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَقَدْ أُخْرِجْنَا مِنْ
دِيَارِنَا وَأَبْنَائِنَا»، ku ev jî nîşana wê yekê ye ku derxistina mirov
ji ax û nîştimanê wî, hokarekî rewa ye ji bo têkoşîn û bergîrîkirinê ji bo
vegerandina mafên hatine desteserkirin.
Ji vê perspektîfê ve, mamosteyên ayînî di qonaxên cuda yên şoreşa rizgarîxwaza
gelê Kurdistanê de, rola pêşengiyê lîstine û bi xwe bizvênerên serekî yên
şoreşan bûn. Bo nimûne, li herêmên Zaxo û Duhokê, piraniya kadro û endamên
lîsteyên navçeyî û serkirdayetiyan ji zanyarên ayînî pêk dihatin. Kesayetên
têkoşer ên wek Mela Salih Balkosî, Mela Teha Boselî, Mela Nûredîn, Mela Mecîd,
Mela Ebdulkerîm û Mela Mehmûd Dêrşewî di rêza pêşî ya vê xebatê de bûn. Her wiha
kesayetên wek Osman Qazî û Şeiban Seîd ku derçûyên medreseyên ayînî bûn, mil bi
milê hevalên xwe têkoşiyan û herêma xwe birêve birin.
Dîroka tevgera rizgarîxwaza nîştimanî ya Kurd şahidê wê rastiyê ye ku piraniya
şoreş û raperînan li ser destê zanyar û rêberên ayînî yên wek Şêx Mehmûdê Hefîd,
Mela Mistefa Barzanî, Şêx Ebdulselamê Barzanî û Seîdê Nursî dest pê kirine û
hatine arastekirin. Ev jî ji ber wê yekê bû ku di demên berê de dibistan û
navendên zanistî yên hemdem nebûn, û hujreyên mizgeftan tekane navenda
belavkirina zanist, rewşenbîrî û nirxên neteweyî û ayînî bûn. Li vir derket ku
zanyarên ayînî her dem wek parêzvanên rastîn ên ax, nasname û kerameta gelê xwe
di qadê de amade bûn.
*** Gelo hujreyê di dîroka Kurd de kariye li kêleka edebiyatê, roleke çalak di
gihandina serkirdeyên siyasî de bilîze?**
- Di rabirdû de, hujre û medreseyên ayînî navendên serekî yên perwerdekirin û
gihandina zanyar û rewşenbîran bûn li herêma me. Berî derketina dibistan û
zanîngehên modern di çend dehsalên borî de, ev saziyên kevnar tevahiya erka
xizmeta dîn û civakê li ser milên xwe girtibûn. Li wir formekî fermî yê
xwendinê hebû û derçûyan îcazeya (moleta) zanistî bi dest dixistin. Piraniya
helbestvan û edîbên navdar ên Kurd, wek Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û
Ehmedê Xanî, derçûyên van hujreyan bûn û navê zanistî yê melatiyê li ser wan
hebû. Ev jî nîşana bandora kûr a xwendina kevnar e li ser avakirina fîkir,
edeb û rewşenbîriya Kurdî.
Tevî ku nêrîn û bîrkirina van zanyaran li ser bingeha Quran û Sunnetê hatibû
darêjtin, ku bingehê wan ê serekî daxwazkirina tebayî, hevkarî û bergîrîkirina
li bindestan bû, lê di warê siyasî û pratîkî de, dîroka me gelek caran şahidê
cureyek ji perçebûn û nebûna sazişê bûye di navbera aliyên navxweyî de. Ev
lîktrazana (perçebûna) dîrokî ku di nakokiyên navxweyî yên dema şoreşan de reng
daye, wek diyardeyekî berdewam heta îro jî di navbera nuxbeyên rewşenbîr û
siyasî yên me de tê dîtin. Tewra di vê serdemê de jî, kesên xwedî bawernameyên
bilind û serkirdeyên siyasî gelek caran nikarin di pirsên çarenûssaz de û di
dema danûstandinan de bi hikûmeta federal re bigihîjin yekdengiyê. Ev jî bûye
asteng li pêşiya yekxistina saziyên me yên leşkerî û siyasî.
*** Rola zanyarên ayînî di rûbirûbûna zilm û zora dagirkerên Iraqê de çi bû û
serçaveya şerî û exlaqî ya vê helwestê çi ye?**
- Ev babet amaje bi du rehendên bingehîn dike: Yekem, aliyê ayînî ye ku tê de
hemû neteweyên misilman, di nav de Kurd, Ereb, Tirk û Fars, di bin sîwana
Îslamê de yek dibin û peywendiya biratiyê di navbera wan de heye. Lê kêşe ji
wê derê dest pê dike dema ku aliyên din pênaseya neteweyî bi ser sazî û
dewletan de disepînin. Bikaranîna navên wek "Komara Erebiya Iraqê" yan
"Komara Erebiya Sûriyê" û çêbûna partiyên qewmî yên tundrew wek Beis, Kurd
neçar kir ku tekezî li ser nasnameya xwe bike, ji ber ku Kurd ne Ereb e. Ji
vê perspektîfê, neteweperestî û dijayetiya nasnameya Kurd ji aliyê yên din
ve dest pê kir û tevgera Kurdayetiyê jî tenê bertekeke siruştî û rewa bû ji
bo parastina keramet û hebûna xwe.
Ev cihêrengiya gelan di nêrîna Îslamê de hatiye qebûlkirin. Xwedayê Mezin di
Qurana Pîroz de dibêje: «يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا خَلَقْنَاكُمْ مِنْ ذَكَرٍ
وَأُنْثَى وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَائِلَ لِتعارَفُوا». Ev nîşan dide ku
hebûna gel û hozên cuda bingehên siruştî û Xwedayî ne. Nexwe dema Kurd tekezî li
ser nasnameya xwe ya neteweyî dike, nayê wê wateyê ku dijî hevbeşiyên ayînî ye,
belku bergîriyeke rewa ye ji wê nasnameya ku Xwedê dayê li hember siyaseta
sîrînewe (asîmîlasyon) û nijadperestiya neteweyên din.
*** Wek zanyarekî ayînî, rola girîng a mamosteyên ayînî di çareserkirina kêşeyan
û parastina şîrazeya malbat û civakê de çawa dinirxînin?**
- Di ezmûna jiyana me de di civaka eşîretî ya Kurdistanê de, serok eşîran her
dem zanyarên ayînî yên dilsoz û jêhatî nêzîkî xwe dikirin ji bo
çareserkirina kêşeyên civakî û pêkanîna aştiyê (sulh), bi taybetî di dema
nakokiyên giran ên wekî xwîndariyê de. Li gundan jî, mela tenê pêşniwêj
nebu, belku rêberê civakî yê cihê baweriyê bû ku xelk ji bo rêkkewtin û
çareserkirina kêşeyên malbatî û civakî serî lê didan.
Her wiha melayan li ser bingeha Quran û Sunnetê parastina mafên jinan dikirin,
wek di ayeta pîroz de hatiye: «وَلَهُنَّ مِثْلُ الَّذِي عَلَيْهِنَّ», ku
hevsengiyê di navbera erk û mafên jinê de çêdike. Di vê nêrînê de, jin wek
dayik, xwişk, hevser û keç, xwedî pêgeheke bi rûmet e û di rêya fermana "sileya
rehmê" de, xizmetkirin û dabînkirina debara wan li ser zilam hatiye ferzkirin.
Her wiha rola melayan a bibandor hebû di nehêştina dabunêrîtên şaş ên wekî
standina "next" (pereyê ku didan bavê keçê), zewaca "jin bi jin", "marêkirina
keça dergûşê" û tekez dikirin ku divê mehir tenê mafê keçê bi xwe be ji bo
avakirina jiyana hevbeş.
Di civaka Kurdewarî de jinan mil bi milê zilaman li deşt û gundan kar dikirin û
xwedî biryar bûn, bi cureyekê dihat gotin "mal mala jinê ye" ku nîşana rola
serekî ya jinê bû di birêvebirina malbatê de. Her wiha eger zilamekî reftarên wî
nebaş bûna, keç nedidanê; ev jî nîşana parastina kerameta jinan bû ku şîrazeya
malbatê ji têkçûnê diparast.
*** Rola zanyarên ayînî di rûbirûbûna îslama navendî (mîyanrew) ya Kurdî û
dûrxistina ciwanan ji fira tundrew, heta çi astê bibandor bûye?**
- Diyardeya tundrewiya ayînî, tekfîrkirin û helalkirina xwîna xelkê, babetekî
xerîb û hawirde (îthal) ye ku di rabirdû de li devera me nebûye û tu
peywendiya wê bi cewherê dînê Îslamê re nîn e. Di dîrokê de eger mirovek
tuşî serkêşî yan gunehekê bibûna, zanyaran her dem rêya amojgarî (şîret),
lêborîn û tobekirinê nîşan didan, ne ku sizadan û kuştinê. Her çend berê
milmilane û şerê eşîretî li ser erd û sînoran hebû, lê kuştin di bin navê
dîn de tu carî reh û rîşalên xwe di vê civakê de nebûye. Ev cure nêrîna
tundrew, ku gelek caran bi fikra wehabiyetê ve tê girêdan, ji derveyî
sînoran ve hatiye û bi temamî dijî rêbaza mîyanrew a melayên Kurdistanê
bûye.
Di dema derketina koma DAIŞê de, zanyarên ayînî yên Kurdistanê helwestekî zelal
hebû. Wan di rêya gotarên mizgeftan de dijî vê laderiyê sekinîn û xelk ji
metrsiyan hişyar kirin. Kiryarên wê koma tundrew, wek kuştina xelkê bêguneh,
dîlkirin û kirîn û firotina jinên Êzidî û Mesîhî, tenê planekî siyasî bû ji bo
gihîştina bi armancên xwe û tu rewayetiya ayînî nebû. Di beramberî vê karesatê
de, zanyar û xelkê Kurdistanê bi hawara awareyên Şingalê ve çûn û deriyên
mizgeftên xwe ji bo xwişk û birayên Êzidî û kêmîneyên din vekirin, heta ku
jiyanek şayiste ji wan re hat dabînkirin.
*** Mamosteyên ayînî di parastina ziman, edeb û cilên Kurdî de, hevterîb bi
resenatiya neteweyî re, heta çi astê rol lîstine?**
- Di demên berê de li Kurdistanê, mamosteyên ayînî û melayan wek xelkê asayî,
girîngiyeke mezin didan lixwekirina cilên resen ên Kurdî. Her çend di hin
merasîman de cubbe li xwe dikirin, lê piraniya caran bi kewa û şal, şal û
şapik û cemedaniyê ve dihatin dîtin. Ev şêwazê lixwekirinê li deverên me pir
bi nav û deng bû, ku nîşana bandora kûr a çandî û resenatiya civaka
Kurdistanê bû li ser hemû çîn û tiwêjan.
*** Em çawa dikarin bi piştevaniya rola dîrokî ya zanyaran, parastina tebayî û
yekrêziya qewara Herêma Kurdistanê bikin û li dijî metirsiya dabeşbûnê
bisekinin?**
- Yek ji kêşeyên serekî û bingehîn ên me wek gelê Kurd, nebûna yekdengiyê û
negihîştina bi rêkkewtinekî giştgir e li ser bingehekî hevbeş. Bêguman eger
di navxwe de tebayî û hevkarî hebe, aliyên derve jî neçar dibin bi şêwazekî
baştir serederiyê bi me re bikin. Di qonaxên berê yên xebatê de, bi taybetî
di serdema şoreşê de bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî, cureyek ji hevsengî û
dilsoziya giştî di navbera çîn û tiwêjên cuda de hebû. Xelkê gundan,
nivîskar, mamosteyên ayînî û pêşmergeyan bê cudahî û bê bandora hizbayetiya
teng, bi hev re xizmeta doza neteweyî dikirin, ji ber ku armanca serekî
parastina ax û xelkê bû, ne ku destkeftên taybetî.
Li aliyekî din, dînê Îslamê li ser bingehê xwe dijî hemû cure zilm û nadadiyekê
sekiniye, tewra li beramberî ajalan jî. Her çend di dîrokê de hin dewletan wek
Împaratoriya Osmanî navê dîn ji bo meram û berjewendiyên xwe yên neteweyî bikar
anîne, lê piştî dabeşkirina Kurdistanê, Kurd ji bo parastina nasname û kerameta
xwe neçarî xebatê bûn. Di vê navberê de jî, mizgeft û gotarxwênan her dem
peyamnêrên aştî û tebayiyê bûn, bi piştevaniya deqên Quranî ku ferman bi çaksazî
û aştiyê dikin di dema nakokiyan de, wek di ayeta pîroz de hatiye: «وَإِنْ
طَائِفَتَانِ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ اقْتَتَلُوا فَأَصْلِحُوا بَيْنَهُمَا». Bi vê
şêweyê, veger bo nirxên mirovî û neteweyî baştirîn rê ye ji bo derbasbûna ji
perçebûnê.
