• Monday, 27 July 2026
logo

Morten Bos, Lêkolînerê Payebilind li Enstîtuya Karûbarên Navneteweyî ya Norwêcê (NUPI) ji bo Gulan: "Naskirina fermî ya jenosîda Enfalê ya li dijî Kurdan, divê bibe waneyeke dîrokî ji bo avakirina aştiyê, ne ji bo berdewamiya nakokiyan."

Morten Bos, Lêkolînerê Payebilind li Enstîtuya Karûbarên Navneteweyî ya Norwêcê (NUPI) ji bo Gulan:

 

Morten Bos, Lêkolînerê Payebilind li Enstîtuya Karûbarên Navneteweyî ya Norwêcê
(NUPI) ji bo Gulan: "Naskirina fermî ya jenosîda Enfalê ya li dijî Kurdan, divê
bibe waneyeke dîrokî ji bo avakirina aştiyê, ne ji bo berdewamiya nakokiyan."

 

Morten Bos, profesorekî lêkolîner e li Enstîtuya Norwêcê û pisporê pêvajoyên
aştî û nakokiyan e li Afrîkayê. Her wiha sernivîskarê kovara akademîk "Third
World Quarterly" ye, ku giringiyê dide mijarên komkujî û jenosîdê li herêmên
cihêreng ên cîhanê. Ji bo gotûbêjkirina mijara komkujî, Enfal û jenosîdê, me ev
hevpeyvîn bi profesor Bos re encam da.

*** Lêkolînên we behsa guherîna dewletê dikin. Şerê navxweyî çawa nasnameya
dewletê di nav civakên pirnetewe, pirkultûr û pirpêkhate de ji nû ve ava dike?**

- Tu bersiveke hêsan ji bo pirsa nasnameyê tune ye, ji ber ku nasnameya komî
an neteweyî ne têgehek sabît û herdemî ye; ew pêvajoyek dînamîk û berdewam e
ku di encama aştî an şer de geş dibe. Di dema derketina nakokî û şerên
navxweyî de, nasnameyên "nerm" ên berê ber bi tundbûn û radîkalbûnê ve
diçin. Ev guherîn bi piranî ji aliyê aktorên siyasî û elîtan ve tê
birêvebirin. Ew bi zanebûn vegotinekê (narrative) belav dikin ku dewletê
tenê wekî milkê grûpeke taybet nîşan dide û yên din ji rewayetê bêpar dike.
Di beramber de, grûpên dûrxistî û marjînalbûyî jî bertekên wekhev nîşan
didin. Bi vî awayî, siyaseta nasnameyê dibe xelekek ku tê de ew pêkhateyên
berê bi tebayî bi hev re dijiyan, niha bi rêya dijberiya hevdu xwe pênase
dikin. Bi berdewamiya nakokiyan re, sînorên di navbera wan de hîn tundtir û
kûrtir dibin.

*** Di lêkolînên we yên li ser ax û hemwelatîbûnê de, hûn rola her du têgehan di
pêvajoyên paqijkirina etnîkî de çawa şîrove dikin, bi taybetî di çarçoveya
guhertina demografîk di dema jenosîda Enfalê ya li dijî Kurdan li Iraqê de?**

- Têkiliyeke kûr di navbera ax, hemwelatîbûn û nasnameya girêdayî şûnwarê de
heye. Îsbatkirina mafê grûpekê gelek caran tê wateya bêpariya grûpa din. Di
dewleta modern de ku li ser bingeha sînorên cografî hatiye avakirin,
nakokiyên neteweyî bi armanca guhertina pêkhateya demografîk û kontrolkirina
axê bi rêya raveguhastina bi darê zorê têne kirin. Li vir, gotara "mafê
dîrokî" dibe amûreke siyasî ya bi bandor. Her çend îsbatkirina pêşîneya
dîrokî ji ber koçberiya berdewam a mirovahiyê zehmet be jî, têgeha "gelê
rastîn ê nîştiman" di dema krîzan de ji bo berjewendiyên siyasî tê
bikaranîn.

Aktorên siyasî û desthilatên fermî, wekî rejîma Saddam Husên, ev çîrok ji bo
çespandina rewayetê û parastina pêgeha xwe bikar dianîn. Di encamê de, girêdana
tund a nasnameyê bi axê re, dibe hinceteke bihêz ji bo dûrxistina yên din,
guhertina demografî û afirandina kînê, ku encama wê tenê zêdebûna tundûtûjiyê û
bêpariya mirovan ji mafên wan ên bingehîn e.

*** Çawa dikare ji nêrîneke qanûnî û akademîk ve, sînorekî zelal di navbera
nakokiya navxweyî û tawana jenosîdê de were kêşan, dema ku desthilatdar şerê
çekdarî wek hincetekê ji bo paqijkirina etnîkî bikar tînin?**

- Ev mijar pir aloz e. Diyarkirin û îsbatkirina tawana jenosîdê ji nêrîneke
qanûnî ve, her dem cihê nîqaşên zanistî, dîroknas û hiqûqnasan bûye. Bo
nimûne, li ser rewşa Xezeyê, cudahiyeke kûr di navbera pisporan de heye ku
gelo divê wek jenosîd bê pênasekirin an na, hîn encameke qanûnî ya yekalîker
tune ye. Ji nêrîna min wekî zanistekî polîtîkayê, jenosîd ne tenê komkujiya
sivîlan e, lê hewleke plankirî ye ji bo bikaranîna hêza dewletê bi armanca
tinekirin an derxistina bi zanebûn a grûpekê ji axa wan, tenê ji ber
nasnameya wan.

Gelek dozên dîrokî hene ku pîwerên jenosîdê tê de hene, lê di asta cîhanî de bi
fermî nehatine naskirin. Sedema vê ne tenê kêşeya qanûnî ye, lê bi siyaseta
derve, berjewendiyên jîyopolîtîk û hevsengiya hêzê ve girêdayî ye. Lewma encama
lêkolînên zanistî ne merc e ku her dem bibe sedema naskirina fermî ji aliyê
dewletan ve.

*** Ji nêrîneke jîyopolîtîk ve, çima civaka navneteweyî di rêgirtina li jenosîdê
de gelek caran bi ser neketiye?**

- Em di cîhanekê de dijîn ku bi heyf tijî durûtiya siyasî ye. Ji bo dewletan
pir hêsan e ku jenosîdê şermezar bikin gava ku ev yek bi berjewendiyên wan
re bigunca an dema ku dijberên wan tawanbar bin. Lê parastina prensîbên
mirovî pir zehmet dibe dema ku berdêla wê ya siyasî giran be.

Bo nimûne li Sûdanê, civaka navneteweyî xwe ji berpirsiyariyê dûr xistiye. Di
beramber de, li Ukraynayê berteka navneteweyî li hember êrîşa Rûsyayê pir
bihêztir bû. Kêşeya Xezeyê jî rastiyeke aloz nîşan dide; tevî ku êrîşên Îsraîlê
pir giran in, piraniya welatên Rojavayî naxwazin rûbirûyî Îsraîlê bibin, ji ber
ku ji bo ewlehiya xwe ya li hember Rûsyayê, hewcedariya wan bi hevalbendiya
Amerîkayê heye.

*** Gelo dewletek ku xwedî dîroka jenosîdê be, bêyî reformên bingehîn di
pêkhateyên siyasî û destûrî de dikare bigihîje îstîqrareke berdewam?**

- Jiyana hevpar a qurbanî û tawanbaran piştî tundûtûjiyê pir zehmet e, lê di
dîrokê de pêkan bûye. Pirs ev e: Gelo civak dikarin baweriya navbera xwe
hêdî hêdî ava bikin? Ev yek her dem ne hewceyî guhertina destûrê ye, lê
girêdayî sê stûnan e:

1. Kontrola rewa ya hêzê ji aliyê dewletê ve (kêmkirina tundûtûjiyê).
2. Dadweriya adil ji bo çareserkirina nakokiyan.
3. Vegerandina derfetên aborî (kar û ewlehiya xurekê). Dema mirovan hêviya
paşerojê hebe, bala wan li ser rabirdûyê kêm dibe.

*** Dewlet çawa dikarin piştî jenosîdê nasnameyeke nîştimanî ya giştî ava
bikin?**

- Nasnameya nîştimanî dikare li ser nirxên medenî, prensîbên demokratîk û
rêzgirtina li pirrengiya kultûrî ava bibe. Mînakên wekî Sierra Leone û
Liberia nîşan didin ku rêgirtin li vegera şer pêkan e. Pêdivî ye civak li
şûna ku di rabirdûyê de asê bimînin, bala xwe bidin ser paşerojeke hevpar.
Iraq nimûneyeke giring e; Kurdan di Enfalê de û pêkhateyên din jî di bin
destê DAIŞ û rejîmên berê de êşên mezin dîtin. Ev êşa hevpar dikare bibe
bingeha têgihiştineke nû, bi şertê ku tawan werin naskirin û wek waneyekê
werin dîtin.

*** Rola ciwanan di civaka piştî şer de çi ye?**

- Ciwan ji ber asta xwendinê û naskirina cîhana derve hinceta geşbîniyê ne. Lê
heger derfetên xwendinê û kar nebin, dibe ku dîsa ber bi tundûtûjiyê ve
herin. Veberhênana di şiyanên nifşê nû de mifteya derbasbûna ji nakokiyan e.

*** Dema ku em jenosîdên Rwanda, Darfur û Kurdistanê didin ber hev, çi
wekheviyên stratejîk hene?**

- Xala hevpar, bikaranîna saziyên dewletê ye ji bo tawankariyê. Komkujiyên
wiha bêyî dezgeheke îdarî û propagandaya fermî pêkan nînin. Pêvajoya
"nemirovîkirina" (dehumanization) komên armancbûyî di her sê mînakan de jî
hebû (wek bi navkirina "sîsirk" an "terorîst"). Dewlet desthilata xwe û
propagandaya sîstematîk bikar tîne da ku jenosîdê pêk bîne.

*** Kovarên akademîk di bilindkirina hişmendiya cîhanî de çi rolekê dileyîzin?**

- Ez bawer dikim lêkolîner berpirsiyar in ku bala cîhanê bikişînin ser
nakokiyên piştguhkirî. Lê kovarên zanistî tenê têrê nakin; divê lêkolîner
gotarên ramanê binivîsin û di medyayê de biaxivin da ku bigihîjin raya
giştî. Erkê me ye ku em dengê lêkolînerên navxweyî (yên li Kurdistan, Bexda,
hwd.) jî bigihînin asta navneteweyî.

*** Berpirsiyariya lêkolînerên navneteweyî li hember gelên bêdewlet çi ye?**

- Erkê me belgekirina rastiyê û gihandina wê bo qada navneteweyî ye. Divê em
li ser navê gelên ziyanlîketî neaxivin, lê qadê ji wan re amade bikin ku ew
bi xwe dengê xwe bidin bihîstin. Belgekirina tawanan erkê me yê exlaqî û
zanistî ye ji bo parastina mîjûyê û pêşxistina dadperweriyê.

Top