• Monday, 27 July 2026
logo

Ian Lustick profesorê zanistên siyasî li Zanîngeha Pennsylvania ji Gulanê re: Şerê Emerîka û Îranê hevkêşiya hêzê li Rojhilata Navîn guhartiye

Ian Lustick profesorê zanistên siyasî li Zanîngeha Pennsylvania ji Gulanê re: Şerê Emerîka û Îranê hevkêşiya hêzê li Rojhilata Navîn guhartiye

 

Ian Lustick profesorê zanistên siyasî li Zanîngeha Pennsylvania ji Gulanê re:
Şerê Emerîka û Îranê hevkêşiya hêzê li Rojhilata Navîn guhartiye

Ian Lustick, xwediyê bawernameya doktorayê ye di warê zanistên siyasî de ku li
Zanîngeha California bi dest xistiye, niha jî profesorê zanistên siyasî ye li
Zanîngeha Pennsylvania û mamosteyê siyasetên Rojhilata Navîn, berfirehbûn û
hilweşîna dewletan û çend warên din e. Di lêkolînên xwe de giringiyê dide warê
siyasetsaziya berawirdî, siyasetsaziya navneteweyî û siyasetsaziya Rojhilata
Navîn, bi teqezkirina li ser kîşeya di navbera Îsraîl û Ereb, û Îsraîl û
Filistînê de.

Gulanê hevpeyvînek bi wî re encam da, ku tê de ev profesor ronahiyê dide ser yek
ji mijarên herî hesas ên siyasetsaziya navneteweyî ya niha, anku paşeroja
têkiliyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îranê de piştî agirbesta di
navbera wan de, bi taybetî di van rojên dawî de ku ev agirbest hat xirabkirin û
her du aliyan derbên leşkerî li dijî hev bi kar anîn. Herweha bandora wê rewşê
li ser ewlehiya Rojhilata Navîn, bi taybetî ku ev hemû ji me re dibêjin, hêj
sedemên bingehîn ên nakokiyê, wekî bernameya nukleerî ya Îranê, sizayên aborî,
pozîsyona herêmî ya Tehranê û pirsa girêdayî Îsraîlê ve, nehatine çareserkirin.

Di vê gotubêjê de, Profesor Ian Lustick bi piştbestina li ser lêkolîn û ezmûna
xwe ya zanistî, hewl dide wê ronî bike ku gelo dikare xebat bê kirin ji bo
çêkirina bingehê rêkeftineke siyasî ya demdirêj, herweha behsa guhartina
hevsengiya hêzê di navçeyê de û sînorê bandora siyasetên Emerîkayê û îhtîmalên
çêbûna sîstemeke nû ya ewlehiya herêmî dike. Ev hevpeyvîn hewlek e ji bo
fêmkirineke kûrtir ji wan tevliheviyên ku çarenûsa herêmê di salên bê de diyar
dikin.

* Sekinandina şer û ragihandina agirbesta di navbera Dewletên Yekbûyî yên
Emerîka û Îranê de îhtîmala şerekî berfireh li vê herêmê kêm kir, lê va ye her
du aliyan dîsa êrîş kirin ser hev, ev jî îspat dike ku hêj pirsgirêkên bingehîn
ên di navbera van du welatan de nehatine çareserkirin. Bi dîtin û nêrîna we,
gelo ew faktor çi ne ku divê em li ber çavan bigirin, ku dibin sedem ku
pabendbûn bi agirbestê dîsa bê dubarekirin, bi awayekî ku bikêşîne ber bi
çareseriyeke siyasî ya demdirêj?

- Di rastiyê de Serok Donald Trump kesekî wisa nediyar û nayê pêşbînîkirin e
ku hûn nikarin li ser bingehê siyasetên wî analîzê ji bo rewşê bikin. Di
heman demê de dikare serokatiya Îranê jî guhartin di nav de çêbibe, di
Îsraîlê de jî Binyamîn Netanyahu di deshilatê de nemîne, eger di
hilbijartinên parlamentoyê yên wî welatî de bidorîne. Wexta ku rewş wek
barên xeter bimîne eger karek neyê kirin ku Îsraîl ji bikaranîna serdestiya
xwe ya leşkerî li herêmê paşve bikşîne û dest ji bikaranîna giranî û
girîngiya xwe di Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de berde ji bo miameleyê bi
kîşeyên siyasî yên bingehîn re bi rêya serîlêdana bo hêz û neçarî, herweha
eger civaka navneteweyî û hêzên herêmî rolekî çalak di piştgirîkirina
diyaloga siyasî û dîtina çareseriya aştiyane de nelîzin, ew tevlihevî û
tundûtûjî di navçeyê de dê her berdewam be û rewşa neewlehiyê dê dirêj
bikişîne.

* We di lêkolînên xwe de behsa wê yekê kiriye ku piraniya caran siyasetsaz
fêmkirineke şaş ji bo rewşa siyasî ya herêma Rojhilata Navîn hene, ji ber ku
pişta xwe bi komikên fikrên kevnar ên girêdayî stratejiyê ve girêdaye. Gelo şerê
di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îranê de hevsengiya hêzê li herêmê
guhartiye, an em ê bibin şahidê xuleke din a alozî û derketina nakokiyan, wekî
ku di rabirdûyê de me dît?

- Em dizanin ku encamên wî şerê ku qewimî û van aloziyên heyî, bûne sedem ku
aktorên herêmî û navneteweyî ji nû ve çav li baweriya gefên Dewletên Yekbûyî
yên Emerîkayê bikin, ji bo serîlêdana bi bikaranîna hêzê ji bo bi
destxistina armancên xwe yên duyemîn li herêmê. Herweha van geşedanan
nêrîneke taybet beramberî Îsraîlê çêkir. Bi heman awayî ev jî xistiye holê
ku Emerîka çiqas hesas e beramberî mesref û encamên siyasî û aborî yên vê
şerî li ser hundirê welatê xwe. Ew jî derxist ku çawa bi hêsanî dikare
dewletên erebî yên Kendavê tirsandin bi rêya afirandina xeterê li ser şêwazê
jiyana wan a tijî xweşguzarî. Ew jî ronî kir ku çiqas piştsazkirin bi
piştgirî û parastina Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îsraîlê cihê xeterê ye.

Ya ku di vê derbarê de girîng e em bibêjin ev e ku divê di paşeroj û demdirêj de
çêkirina herêmeke vala ji çekên nukleerî bibe pirs û mijareke bingehîn. Herweha
ev ezmûn hanê bide gelek dewletên herêmê ku zêdetir balê bidin ser hevahengiya
siyasî, misogerkirina ewlehiya hevpar, kêmkirina piştbendiya li ser hêza leşkerî
ya derve, geşepêdana mîkanîzmayên herêmî ji bo çareserkirina pevçûn û krîzan bi
rêya dîplomasî û diyaloga berdewam.

* Eşkere ye ku ev agirbesta di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îranê de
hêviya wê yekê çêkir ku diyalog cihê şer û serîlêdana hêzê bigire, lê hêj
nakokiyên mezin mane. Va ye di van rojên dawî de dîsa êrîşa leşkerî kirin ser
hev. Nakokî li ser bernameya nukleerî ya Îranê nehatiye çareserkirin, tevî pirsa
rakirina sizayan li ser wî welatî û pozîsyona Îranê di herêmê de. Gelo hûn
difikirin ku çi pirsgirêk dê bibe astengiya herî mezin di riya gihîştina
rêkeftineke demdirêj de? Gelo dikare di aliyê siyasî de çi çareserî serkeftî
bibe?

- Ez wiha difikirim ku tişta ku we nav lê kiriye "çareseriya demdirêj"
îhtîmala çêbûna wê nabe, eger Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dîtin û nêrîna
xwe di derbarê Îranê de neguhêre. Herweha dikare rêkeftineke wekî rêkeftina
berê ya girêdayî bernameya nukleerî ya Îranê bête holê, çi bi awayekî fermî
bête îmzakirin an na. Herweha girtina siyaseteke hişk xurtir ji aliyê
Emerîkayê ve beramberî Îsraîlê dê bibe sedema rêgirtin li dijwarbûna rewşê.

Her çi be, pirsên girêdayî wê yekê ku kî Garava Hurmuzê kontrol dike û kî
sûdmend dibe ji seyrûsefera bazarganî û nakokiya Îsraîl û Îranê di derbarê
Libnanê de û rewşa xirab a Xezeyê, ji me re dibêjin ku hêj gelek pirsgirêk mane
û berdewam berê xwe didin vê herêmê. Yanî çareserkirina van krîzan pêwîstiya wê
bi hevahengiya navneteweyî, avakirina baweriyê, diyaloga berdewam û îradeyeke
siyasî heye, da ku bikarin sedemên bingehîn ên nakokiyan çareser bikin, ne tenê
kar li ser encamên wan ên leşkerî bikin.

* We di nivîsên xwe de gelek behsa wan pirsgirêkên nediyar kirine ku ji ber
siyasetên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li beramberî herêma Rojhilata Navîn
hatine girtin. Gelo şerê vê dawiyê yê Emerîkayê bi Îranê re bûye sedem ku di
demdirêj de pozîsyona Emerîkayê li vê herêmê bihêztir bibe, an lawaztir?

- Bi teqezî ev şer û encamên wî bi awayekî diyarker û berçav bûne sedema
lawazkirina pozîsyona Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di herêmê de. Ev e
Emerîka li ber xetera wê yekê ye ku baregehên xwe yên leşkerî di herêma
Kendavê de ji dest bide. Îro di navbera Tirkiyeyê, ku hevalbenda wê ya di
NATOyê de ye, û Îsraîlê de, ku komên zextê yên Îsraîlê li Dewletên Yekbûyî
yên Emerîkayê hêj bi temamî bi bandor in, asê maye.

Bi giştî siyasetên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bûne sedema lawazkirina hiqûqa
navneteweyî û saziyên navneteweyî. Kêmboona hêzên Emerîkayê jî di herêma
Rojhilata Navîn de derfet û qadê çêdike ji bo wan alî û aktoran ku kapasîteya
wan heye ku van valahiyan tijî bikin. Dibe ku hêzên herêmî û hêzên navneteweyî
yên wekî Çîn û Rûsyayê hewl bidin ku bandora xwe ya siyasî, aborî û leşkerî di
herêmê de berfirehtir bikin û rolekî bi bandortir di birêvebirina hevkêşiyên nû
yên herêmî de bilîzin.

* Eger em li pênc salên bê binêrin, gelo hûn difikirin ku sîstemeke ewlehiyê ya
herêmî ya aramtir di herêma Rojhilata Navîn de dê bête holê, an em ber bi
serdemeke dirêj a pevçûn, krîz û aloziyan ve gavan davêjin?

- Ez ti belgenameyekê nabînim ku hêviyê bide min ku di navbera pênc heta deh
salên bê de rewşa ewlehiyê ya herêmê baştir û aramtir bibe, lê belê dibe ku
ew bawerî li bal Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îsraîlê çêbibe ku ew êdî
nikarin pirsgirêkên siyasî yên mezin û bingehîn bi awayekî lezûbez çareser
bikin, an bi rêya bikaranîna hêza leşkerî çareser bikin.

Top