• Saturday, 25 July 2026
logo

Sekreterê giştî yê NY`yê serdana Sûriyeyê kir

Sekreterê giştî yê NY`yê serdana Sûriyeyê kir

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro sibê gihîşt Şamê ku ji destpêka krîzê de ev yekem serdana sekreterê giştî yê NY`yê bo Sûriyeyê ye.
Wezîrê karên derve yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Asaad El Şeybanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê pêşwaziya Guterres û şandeya pê re kir.

Biryar e ku Guterres bi serokê hikumeta demkî Ehmed El Şara û wezîrê karên derve û çend rayedarên hikumeta demkî û nûnerên civaka sivîl re bicive da ku li ser pêşketinên di qonaxa veguhêz de û rêbazên piştgiriya hewldanên ji nû ve avakirina saziyên dewletê nîqaş bike.

Tê payîn ku serdana Guterres çend rojan bidome, her çend NY`yê hîn rojeva xwe ya tevahî aşkera nekiriye.

Serdana dawîn a sekreterê giştî yê NY`ê bo Sûriyeyê berî Guterres, ji aliyê Ban Ki-Moon ve di sala 2009`an de bû.

 

Ronahi.tv

Top