• Saturday, 18 July 2026
logo

6 Patiyên Kurdistanî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezarkirin

6 Patiyên Kurdistanî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezarkirin

6 partiyên Kurdistanî êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezarkirin û gotin:
”Divê demildest êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bên sekinandin”.
Piştî ku şeva borî bi dron û mûşekan êrişî ser gelek deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê hat kirin.

6 partiyên Kurdistanî bi daxuyaniyek hevbeş êriş şermezarkirin.

Partiyan gotin, em van êrişên bê hincet ku çend roje li ser Herêma Kurdistanê çêdibin, şermezar dikîn.

Bi taybetî jî êrişên ku duh bi şev bi awayek dijwar li ser Hewlêr û Silêmaniyê pêkhatin.

Partiyan dan zanîn ku ev êriş dibin sedem di nava xelkê Herêma Kurdistanê de tirs çêbe û ziyan bi jîngeha deverê dikeve.

Di dawiya daxuyaniyê de jî daxwaz hat kirin ku di zûtirîn dem de dawî li êrişên ser Herêma Kurdistanê werin anîn.

 

Ronahi.tv

Top