• Saturday, 25 July 2026
logo

Trump: Em bi Îranê re di nava danûstandinan de ne

Trump: Em bi Îranê re di nava danûstandinan de ne

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, Washington û Tehran ji bo bidawîkirina aloziyên di navbera xwe de, di nava diyalogê de ne. Trump hişyarî da ku heke peymanek çênebe, Îran dê rûbirûyî êrîşên "pir tundtir" bibe.

Donald Trump di civîneke çapemeniyê de li Koşka Spî aşkere kir, rayedarên Îranî di danûstandinên dawî de "cidiyeta xwe zêdetir nîşan didin", lê tekez kir ku hîna dem ji bo peymaneke dawî nehatiye.

Trump derbarê egera operasyoneke leşkerî de diyar kir, wî hîna biryara dawî ya ji bo lêdana derbeyeke leşkerî ya berfireh nedaye û got: "Îran li pêşberî du bijareyan e: Yan gihîştina bi peymanekê, yan jî rûbirûbûna asteke pir tundtir a êrîşan. Em bi her awayî ji bo liv û tevgerê amade ne, lê niha em dixwazin bibînin ka dê encama danûstandinan çi bibe."

Serokê Amerîkayê careke din dubare kir ku rêgirtina li ber Îranê ji bo pêşxistina çeka nukleerî "hêla sor" a sereke ya Washingtonê ye. Herwiha, Trump behsa nûçeyên rojnameya New York Times û malpera Axios kir ku tê de hatibû belavkirin, wî bi şêwirmendên xwe re plana operasyoneke leşkerî ya mezin gotûbêj kiriye.

Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola Rûsya û Çînê û destnîşan kir, Vladîmîr Pûtîn û Xi Jinping soz dane ku çekan nefiroşin Îranê.

Trump derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokê Çînê re got: "Serokê Çînê di civîna me ya meha Gulanê de li Pekînê, ji min re got ku di bin ti mercî de ew çekan nadin Îranê." Derbarê Serokê Rûsyayê de jî Trump got: "Pûtîn têdigihe ku Amerîka tenê çekan difiroşe welatên NATOyê, ne Ukraynayê û wî jî sozeke wekî ya Serokê Çînê daye. Ez baweriya xwe bi wan tînim û pê ne bawer im ku ew ê min bêhêvî bikin."

 

K24

Top