Li Hisîçayê 'Konê Şer': Çekdarên Ereb gefa kuştinê li Kurdan dixwin
Çekdarên eşîrên Ereban ên Sûriyeyê li nêzîkî bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê "Konê Şer" vegirt.
Hinek ji van çekdaran gefa kuştinê li Kurdan dixwin û dixwazin dawî li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bînin.
Hat ragihandin ku hikûmet hewl dide rewşê aram bike.
Çekdarên gelek eşîrên Ereban roja pêncşemê li nêzîkî bajarê Hisîçayê kom bûn. Wan destpêkê xizmetguzariyên baştir xwestin.
Lê daxwazên wan paşê guherîn û wan xwest ku dawî li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê were û hêzên hikûmetê vegerin herêmê.
Wan paşê navê "Konê Şer" li wî cihî kir. Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin de xuya dibe ku hinek çekdar gefa kuştinê li Kurdan dixwin.
Kurd amade ne herêmê biparêzin
Rayedarên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê li ser van gefan ti daxuyanî neda.
Lê hinek eşîrên Kurdan diyar kir ku eger êrişek çêbibe ew amade ne Rojavayê Kurdistanê biparêzin.
Medyaya nêzîkî hikûmetê jî ragihand ku şandeyeke ji Desteya Siyasî ya girêdayî Şamê roja pêncşemê çûye wî konî da ku aloziyan kêm bike.
Medyaya Rojavayê Kurdistanê roja înê ragihand ku heman şandeyê bi Qaymeqama Qamişloyê Cîhan Husamê re hevdîtin kiriye.
Hat zanîn ku ew ji bo "gotûbêjkirina pirsgirêkên herêmê" li hev civiyane.
Qaymeqama Qamişloyê Cîhan Husam Kurd e û girêdayî Rêveberiya Xweser e.
Ew demeke kurt berê ji aliyê hikûmeta demkî ya li Şamê ve ji bo vê postê hatibû erkdarkirin.
Hewldanên ji bo aramiya herêmê
Birêvebiriya Ragihandinê ya Hisîçayê ya girêdayî hikûmetê roja înê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şandeyeke hikûmetê çûye serdana serokên eşîran ên li Qamişloyê.
Ev serdan "ji bo xurtkirina pêwendiyan û çespandina aştiya sivîl" hatiye kirin.
Endamê Kurd ê parlamentoya demkî ya nû ya Sûriyeyê Ebdulhekîm Beşar roja şemiyê li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir.
Beşar di peyama xwe de diyar kir ku çalakiya "Konê Şer" zemîneke guncav ji bo têkçûna aramiyê çêdike û got:
"Ev jî tam ew tişt e ku neyarên Sûriyeyê bi her awayî ji bo wê hewl didin."
Sûriyeyê îro ji xendeqên ku dubendiyê kûrtir dikin bêtir, pêwîstî bi konekî heye ku xelkê xwe li dora diyalogê kom bike.
Netewe bi diyalogê tên avakirin û yekîtiya wan bi lihevkirinê tê parastin. Rûbirûbûn ji bilî êşên zêdetir tiştekî din bi xwe re nayne.
Her wiha derfetê dide neyarên welêt ku bigihîjin wan tiştên ku bi rêyên din tê de bi ser neketibûn."
Endamekî Ereb ê parlamentoyê jî banga aramiyê kir.
Elwan Elî di daxuyaniyeke vîdeoyî de got, "Ez bawer im ku alozî, gotarên tund û bangên ji bo şer ji bilî zererê tiştekî nadin me.
Bangên ku em dibihîsin ne di berjewendiya me de ne. Mebesta min ji van gotinan ne şîretkirin e, hûn birayên me ne û ji bo me hêja ne."
Peymana HSD û Şamê
Ev bipêşketin di demekê de ne ku di meha Kanûna Paşîn de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de peymanek hatibû kirin.
Li gorî peymanê, dê pêkhateyên ewlehî, leşkerî û sivîl ên Rojavayê Kurdistanê bi dewleta Sûriyeyê re bibin yek.
Ev peyman piştî şer û pevçûnên dijwar ên di navbera hêzên girêdayî HSDyê û hêzên hikûmetê de hatibû îmzekirin.
Fransa û Amerîka jî di nav de, gelek aliyên navneteweyî piştgirî da vê peymanê.
Tirkiyeyê jî ku piştgira sereke ya hikûmeta Şamê ye ev peyman erê kir.
Rudaw
