Iraq û Amerîkayê 48 peymanên di warên cuda de îmze kirin
Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî li Washingtonê serpereştiya îmzekirina 48 peyman û yadastnameyên hevtêgehiştinê kir.
Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê îro 18ê Tîrmeha 2026an ragihand, Serokwezîr Elî Falih Zeydî li paytexta Amerîkayê serpereştiya merasîma îmzekirina 48 peyman û yadastnameyên hevkarî û hevbeşiya aborî kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev peyman rêyeke zelal ji bo hevkariya darayî û aborî ya di navbera her du welatan de ava dikin û pêwendiyan ber bi asteke pêşkeftî ya ku xizmeta berjewendiyên her du aliyan dike, dibin.
Peymanên hatine îmzekirin gelek sektorên giring li xwe digirin:
- Enerjî û Petrol: Wezareta Petrol û Kehrebê ya Iraqê bi kompanyayên navdar ên wekî ExxonMobil, Shell, Halliburton, KBR, GE Vernova û UOP re peymanên hevkarî û nûjenkirinê îmze kirin.
- Veguhastina Petrolê: Yek ji xalên herî giring, rêkeftina bi çend kompanyayan re ya ji bo dirêjkirina Xeta Petrolê ya Banyasê ya li ser Deryaya Spî bû.
- Teknolojî û Ragihandin: Di navbera saziyên Iraqê û kompanyaya Starlink de peymana peydakirina xizmetguzariyên înternetê hat îmzekirin. Her wiha bi kompanyaya Keylight Technology re jî ji bo sektora taybet peymanek hat mor kirin.
- Xurek û Çandinî: Kompanyayên PepsiCo û Frito-Lay ji bo pêşxistina sektora çandiniyê, pîşesazî û bazirganiyê bi aliyê Iraqî re li hev kirin.
- Tenduristî û Perwerde: Di warê dabînkirin û çêkirina dermanan de di navbera sektorên taybet de peyman hatin îmzekirin. Her wiha di warê perwerdeyê de jî projeyên hevbeş hatin diyarkirin.
Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî roja Duşema borî bi şandeyek bilind gihîştibû Washingtonê. Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî beriya niha ragihandibû, armanca serekî ya vê serdanê, veguhertina pêwendiyan e ji çarçoveya serbazî ber bi hevkariyeke berfireh a aborî û piralî ve.
K24
