• Thursday, 16 July 2026
logo

Mela Ebdulxaliq Zêbarî ji bo Gulan: Mîzer û çek di pênava heq de yek digrin, dindariya rastîn mirov dike xebatkarekî nîştimanperwer

Mela Ebdulxaliq Zêbarî ji bo Gulan: Mîzer û çek di pênava heq de yek digrin, dindariya rastîn mirov dike xebatkarekî nîştimanperwer

 

Dr. Ebdulxaliq Zêbarî, yek ji mamoste û kesayetiyên diyar ên devera Zêbar û Akrê
ye. Niha berpirsê lîqa Mûsilê ya Yekîtiya Zanayên Ayînî yên Kurdistanê û endamê
Encumena Navendî ya heman yekîtiyê ye. Dr. Zêbarî xwediyê bawernameya doktorayê
ye di zanistên şer’î de û wek pêşnimêj û gotarbêjekî, her tim şopa wî di
belavkirina gotara nermrewî û bihêzkirina hesta ayînperwerî û nîştimanperweriyê
de diyar e. Di vê hevpeyvîna taybet de ligel kovara Gulan, bersiva komek pirs û
mijarên girîng ên serdemê dide.

Têkiliya navbera bîr û baweriya ayînî û hesta nîştimanperweriyê li cem zanayên
ayînî yên Kurdistanê çawa dibînî, ku her tim pêşengê berevaniyê di ber nasnameya
neteweyî û ayînî de bûne?

- Li cem zanayên kurd, hezkirina nîştiman qonaxeke bilind a perestinê bûye, ji
ber ku fêm kiribûn ku cîbicîkirina şerîetê û parastina kerameta mirovî
pêdivî bi axeke azad heye. Dirûşmê wan gotina «Hezkirina welat ji îmanê ye»
bû ku di hundirê wan de cih girtibû, lewma îxanet li axê li cem wan, wekî
îxaneta li bîr û baweriyê bû. Ger em rûpelên dîroka şoreşên Kurdistanê li
her çar parçeyên nîştiman hildin, bi zelalî ew rastî ji bo me derdikeve ku
serkirde û kesayetiyên diyar ên pêşengên xebat û kurdayetiyê, perwerdeya nav
hucre, tekiye û mizgeftan û ji malbatên resen ên ayînî û nîştimanperwer bûn.
Di niha de jî nabe em hevsengiya navbera parastina ayînê xwe û
berevanîkirina li ax û nîştimanê xwe bi navên curbecur têk bidin, belku
pêwîst e em vegerin ser resenatiya ayînê pîroz ê Îslamê û dîroka tijî xebat
û qurbanîdana gelê xwe. Bêguman şehîdbûn jî di vê pênavê de şanazî ye û
pileya şehîdan bi daxwaza Xwedê bihişta berîn e, ji ber ku yek ji stûnên
sereke yên şehadetê, berevanîkirin e ji mal, ax û nîştimanê me.

Têkelbûna «mîhrab û senger» di dîroka şoreşên Kurdistanê de û rola zanayên
ayînî, çi peyameke girîng a nîştimanî û perwerdeyî ji bo nifşê niha yê civakê
dihêle?

- Ajanbûna mîhrab û senger, peyameke zelal ji bo nifşê niha re hildigire:
Îslama resen a kurdî, ayînê goşegîrî û bêdengiyê nîne li hember zilmê.
Pêşengên wekî Şêx Mehmûdê Hefîd, Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Ehmedê Barzan û
Qazî Mihemed nîşan dan ku mîzer û çek di pênava heq de hevtewere dibin, ev
jî diselimîne ku dindariya rastîn, mirov ber bi xebata nîştimanî ve araste
dike. Ji aliyekî din ve, piraniya şaîr û navdarên kurd wek Nalî û Mehwî,
perwerdeya hucre û xaneqayan bûn, wan li ser destê mamostayên ayînî, mil bi
milê zanistê, hezkirina nîştiman û gelê xwe hîn bûn. Siruşta nîştimanî ya
hucreyê û helwesta zanayên me, wiha kir ku ev gel bi têgihiştineke rast ji
ayîndarî û parastina axê, li ser lingên xwe bisekine û çok ji bo dagirkeran
daneyne.

Zanayên ayînî yên Kurdistanê her tim dijî sitemkariyê bûne, bingehên şer’î û
exlaqî yên van helwestan di rûbirûbûna rejîmên yek li pey yek ên Iraqê de di çi
de kom dibin?

- Ev redkirina han ji deqên pîroz ên Quran û Sunnetê serçave girtiye, ku
dibêje: «Wela terkenû ilel-lezîne zelemû» (Pişt bi sitemkaran nebestin). Di
nêrîna şer’î de, berevanîkirin ji ax û mafan wekî cîhad tê dîtin û her
rejîmeke dagirker jî wekî «baxî» (destdirêjker) tê pênasekirin, lewma
dijayetîkirina wan erkeke exlaqî û pêdiviyeke ayînî ye. Di vê çarçoveyê de,
zanayên ayînî di qonaxên cuda yên dîrokê de, li dora serkirde xebatkar de
kom bûne û handerê cîhad û berevaniyê bûne. Şoreşên kurd li ser bingehekî
girîng ê ayînî hatine avakirin, da ku rûbirûyî sitemê bibin û rê li zordaran
bigrin.

Hûn rola dîrokî ya hucreya kurdî di parastina ziman û geşekirina hizra neteweyî
de çawa dinirxînin? Hucre wek dibistaneke sereke ji bo pêgihandina serkirdeyên
siyasî û nîştimanî tê dîtin?

- Hucre tenê navenda fêrbûna fiqihê nebûye, belku wek yekemîn parlamena fîkrî
û edebî ya kurdî tê dîtin, ku helbestvan û bîrmendên mezin ên wek Nalî,
Mehwî, Xanay Qubadî û Hacî Qadirê Koyî tê de gihîştin. Hucre, bi zindî
hiştina zimanê kurdî, bû navendeke sereke ji bo darêştina çemkên neteweyî û
pêgihandina rêberên nîştiman. Niha jî tevî zêdebûna navendên akademîk,
nekarîne kesayetiyên mîhrîban û serkirdeyên navdar ên mîna wê serdemê
bighînin, ev jî ji bo dûrketina ji hevsengiya navbera bingehên ayînê Îslamê
û nîştimanperweriyê vedigere.

Yekgirtûbûna gotar û helwesta neteweyî ya zanayên ayînî li her çar parçeyên
Kurdistanê, çawa karibû bibe hewênekî sereke ji bo parastina yekparçeyiya manewî
ya axa nîştiman?

- Zanayên ayînî ji ber zimanê hevbeş (kurdî û erebî/şer’î) û têkiliyên xwe yên
tesewufî (terîqetên Qadirî û Neqşebendî), sînorên destçêkirî derbas kirin.
Gotara wan bi berdewamî tekezî li ser yekparçeyiya kurdên bakur, başûr,
rojhilat û rojava dikir. Her ji ber vê yekê di serdema Mela Mistefa Barzanî
de, kurdan yek gotara neteweyî û ayînî hebû û dijî sitemlêkiriya gelê xwe li
hemû parçeyan xebat dikirin. Wan bi derbaskirina hizbayetî, navçegerî,
mezheb û eşîrgeriyê, peyrewiya bingehên rastîn ên Îslamê dikirin.

Rola dîrokî ya zanayên ayînî li Kurdistanê çawa alîkar bûye ji bo çareserkirina
kêşeyên civakî û parastina tora civakî di demên sext de?

- Mamostayê ayînî yê kurd li bajar û gundan tenê pêşengê nimêjê nebû, belku
dadwer, civaknas û çakexwazekî dilsoz bû. Di serdema milmilaneyên eşîrî de,
dibûn navbeynkar û bi rêya aştiya civakî sîstema civakê ji hilweşînê
diparastin. Ji ber ku gelê kurd ayînê Îslamê bi şêweyekî pak û resen
wergirtiye, kêşeya ayînî û neteweyî li vir çênebûye, belku melayê kurd ew
biha û dabûnerîtên bilind di hundirê mirovê kurd de çandin ku niha jî em
şanaziyê pê dikin.

Zanayên ayînî yên Kurdistanê bi fetwayên serdemî berevanî li maf û kerameta
afreta kurd kirine, hûn dikarin hinek ji van helwestan ji bo me behs bikin?

- Zanayên navdar ên kurd (wek Mela Eliyê Kanî Kurt, an Şêxên Barzan) bi
berdewamî dijî dabûnerîtên civakî yên paşketî (wek jin bi jin, gevere bi
biçûk, û bêparkirina afretê ji mîratê) sekinîne. Wan bi fetwayên şer’î
selimandin ku Îslam kerameta afretê diparêze. Ayînê Îslamê pileyeke bilind
daye dayikê û bihişt xistiye bin lingên wê. Her tundûtûjiyek ku li hember
afretan bê kirin, bi temamî ji peyama Xwedê û çanda kurdî dûr e.

Rola zanayên ayînî di parastina modela nermrewiya (miyanrewî) îslamî li
Kurdistanê de çi bûye?

- Şêwazê Îslama kurdî, modelekî sofîgerî yê hêmin û lêborîn bûye. Zanayên
Kurdistanê her tim pêşeng bûn di rûbirûbûna hizra tekfîrî û tundrewiyê (wek
DAIŞ û El-Qaîde), ji ber ku fîkrê hucreyê li ser bingeha lojîk û qebûlkirina
dîtinên cuda hatibû avakirin.

Di demekê de ku Kurdistan wek mînakê pêkvejiyana ayînên cuda (Îslam, Mesîhî,
Êzidî) tê naskirin, rola gotara ayînî ji bo çespandina vê çandê çi bûye?

- Mîmberên mizgeftên Kurdistanê her tim peyamberên rastîn ên aştiyê bûn.
Zanayên kurd peyrewiya wê rêsaya Quranî dikin ku dibêje: «Lekum dînukum
weliye dîn». Dîrok şahid e ku di dema tengasiyê de li ser mesîhî û êzidiyan,
zanayên Îslamê fetwaya parastina can û mal û kerameta wan dane.
Hawordekirina bîr û baweriyên tundrew ji bo nav Kurdistanê, destê derekî li
pişt bûye da ku hezkirina nîştiman û neteweyê qels bikin.

Rola dîrokî ya zanayên ayînî di parastina ziman û çanda resen a kurdî de bi rêya
berhemên edebî û kincên neteweyî çawa dinirxînin?

- Gava dagirkeran hewl dida zimanê kurdî ji holê rakin, mamostayên ayînî
pirtûkên şer’î wek (Eqîdeya Kurdî) bi helbest û nesa kurdî dinivîsandin.
Pêkirina cilûbergên kurdî li ser mîmberê ji aliyê melayan ve, peyameke mezin
a berxwedana çandî bû. Herwiha melayê kurd ji bo cara yekem gotara îniyê bi
zimanê kurdî xwend.

Di bin siya qewareya Herêma Kurdistanê de, erka niha ya zanayên ayînî di
bihêzkirina «hizra neteweyî û giyanê nîştimanperwerî» de çi ye?

- Di bin siya qewareya Herêma Kurdistanê de, erka zanayan di van xalan de kom
dibe:

1. Geşepêdana gotarekî ayînî yê serdemî ku dijî gendelî û nadedperweriyê be.
2. Bihêzkirina hesta nîştimanperweriyê di hundirê ciwanan de ji bo parastina
destkeftan.
3. Rûbirûbûna wan rewtên fîkrî yên ku dixwazin ciwanan ji ax û nasnameya wan
qut bikin.

Ayîn û nîştiman du baskên balindeyekî ne, ne mimkun e tu misilmanekî baş bî ger
tu dilsozekî rastîn ê nîştimanê xwe nebî. Hevsengiya navbera eqîde û nîştimanê,
nasnameya we ya resen e, biparêzin.

Top