Erdogan: Eger rewş bigihe şer em du dil nabin
Duh li Tirkiyê salvegera 98an a şerê sala 1922 a li dijî Yunanê bû ku weke roja serkeftinê li wî welatî tê naskirin. Ji ber vê yekê li Tirkiyê merasîm hatin sazkirin û serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan li Enqerê beşdarî merasîmeke taybet bû.
Erdogan ragihand, kar û xebatên Tirkiyê ji bo siberojê berdewam in û got, ew ji wê yekê şerm nakin ku şehîdên wan hebin û ji ti şerekî jî narevin. Erdogan rexneyên tund li desthilatdarên Yunan û Fransayê û welatên kendavê girtin û desthilatarên Yunan û Fransayê bi kêmaqil, çavnebar û nehêja bi nav kirin.
Erdogan got: “Gelo ewên ku niha li Deryaya Navîn û derdora wê di rûyê me de radiwestin, dê xwe li ber qurbaniyên me bigirin, heman qurbaniyên ku me berê dane û em amade ne dîsan bidin? Gelo dê xelkê Yunanê wê tişta ku dibe bi serê wan bihê, qebûl bikin ji ber serkirdeyên xwe yên tema û rêveberiya nebaş. Gelo dê gelê Fransayê wî bihayî ku bide, qebûl bike ji ber temayî û kêmaqiliya desthilatdarên wê? Gelo dê gelê bakurê Afrîqa û welatên Kendavê ku birayên me ne, ji siberoja xwe ya tarî razî bin ji ber temayî û desthilatdarên wan ên kêmaqil? Gelo welatiyên wan dewletên ku bi dehan hezar km dûrî me ne û çavê wan li demokrasiya li Tirkiyê ye û serweriya yasa û berjewendiyên wê herêmî ye, gelo dizanin ku dê ev prose ziyanê bigihîne wan.”
Li ser sînorê deryayî yê li aliyê Deryaya Spî, nakokiyeke ciddî di navbera Tirkiyê û Yunanê de heye ku roj bi roj aloztir dibe. Alozî piştî wê yekê derket ku Tirkiyê keştiyeke xwe ya taybet bi kolandin û lêgerînê ji bo lêgerîna li pey çavkaniyzên enerjiyê şande beşek ji sînorê Deryaya Spî, ku Yunan dibêje ew der beşek ji sînorê avî yê wî welatî ye.
Serokomarê Tirkiyê hişyarî da serkirdeyên Yunan û Fransayê û got: “Dema rewş bigihe rewşa şer, em ji wê yekê du duil nabin ku qurbaniyê bidin. Pirs ev e, ew dê kengê amade bin li Deryaya Spî li hember me bisekinin. Gelo ew amade ne weke me qurbaniyê bidin?”
Tevî daxuyaniyên tund ên berpirs û serkirdeyên siyasî û leşkerî yên herdu aliyan, rewş li wê beşê Deryaya Spî piştî wê yekê aloztir bûye, ku herdu aliyan manovrên serbazî pêk anîn.
Roja 10ê vê Tebaxê, keştiyeke cengî ya Tirkiyê derbasî nav sînorê deryayî yê Yunanê bû û wê yekê rewş aloztir kir.
Piştî wê bûyerê, keştiyên cengî û firokeyên cengî yên Fransayê ligel keştî û firokeyên cengî yên Yunanê manvorên hevbeş ên serbazî destpê kirin.
Herwiha keştiyên cengî yên Qubrs, Îtalya û Amerîkayê jî li gel Yunanî û Fransiyan manovrên serbazî li Deryaya Spî encam dan, lê aliyên Amerîkî û Îtalî li gel Tirkiyê jî manvor pêk anîn.
Fransa û piraniya welatên endamê Yekîtiya Ewropayê di aloziyên navbera Yunan û Tirkiyê de, piştgirî li Yunanê dikin.
Sala 1922 di navbera Yunan û Tirkiyê de şer derketibû û di wî şerî de Tirkiye serkeftibû û hêzên Yunanê ji peravên rojaavayê Tirkiyê hatibûn derxistin.
Li ser lêgerîna li pey gaza xwezayî û çavkaniyên enerjiyê li Deryaya Spî, nakokiyên mezin di navbera Yunan, Tirkiye û Qubrisê de hene.
Rudaw
