Ji lûtkeya Xezîneya Amerîkayê ve nexşerêyeke nû bo baweriya bankî
Banka Bazirganî ya Herêmê (RTB) yekemîn civîna encumena xwe ya birêvebirinê
ya nû saz dike; encumeneke ku hejmarek ji kesayetiyên herî naskirî yên cîhana
çavdêriya darayî tê de kom bûne, di nav de berpirsên berê yên Xezîneya
Amerîkayê, rêxistina FATF û ajansa OFAC. Bi vê hengavê, RTB dibe yekemîn banka
navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ku sîstema birêvebirina xwe digihîne astên
navneteweyî, hengavek ku baweriya bankî li navçeyê de diguhere.
Encumen ji aliyê birêz Marshall Billingslea ve, ku Alîkarê berê yê Wezîrê
Xezîneya Amerîkayê û Serokê berê yê FATFê bû, serokatiyê jê re tê kirin. FATF
saziyeke cîhanî ye ku standardên rûbirûbûna şitina pare (money laundering) û
piştgiriya terorê datîne. Herwiha çendîn navên din ên diyar beşek in ji tîmê,
wek birêz Gregory Gatjanis, Cîgirê berê yê Birêveberê ajansa OFAC; Ilze Znotina,
Seroka berê ya Yekeya Hewalgiriya Darayî ya Letonyayê û Şêwirmenda IMF û
Komîsyona Ewropayê; herwiha Dr. Jorge Jimenez, pisporê sîstema paredana fîderal
a Amerîkayê. Di encumenê de, birêz Haşim Hemendî, Basil Kiwan, Ednan Kifayet û
Raîd Hicazî endam in. Di heman demê de, ji rûyê kargêriyê ve, Yılmaz Ogur Ay wek
Birêveberê Cîbicîkar erkê birêvebirina rojane hildigire ser milê xwe, ku
zêdetirî bîst salan ezmûna wî di bazarên darayî yên Iraq û Tirkiyeyê de heye.
Hebûna vê tîma bihêz ji pisporên Xezîneya Amerîkayê û saziyên navneteweyî, dê
bibin sedemek bo vekirina dergehekî nû li ber sektora bankî ya Iraqê û
rizgarkirina wê ji wê goşegîriya (îzolasyona) darayî ya ku bi salan e pêsîra wê
girtiye.
Ev guhertina mezin dikare ji sê rehendên sereke ve hemû hevkeşeyên aborî yên
Iraqê biguhere. Yekem, bihêzkirina bixweya bankê. RTB sîstema çavdêriya
navxweyî, birêvebirina metirsiyan û jêrxana darayî ya xwe digihîne asta bankên
navneteweyî, bi awayekî ku parastî be ji metirsiyên şitina pare û pabend be bi
standardên cîhanî.
Duyem, vekirina dergehekî bo sîstema darayî ya cîhanî. Gihîştina bi vê asta
baweriyê, rêyê bo peywendiya bankî ya hevta (Correspondent Banking) ligel bankên
mezin ên Amerîka û Ewropayê xweş dike, hengavek ku lêçûna hawardekirin û
hinardekirinê bo bazirganên navxweyî kêm dike û tevgera darayî hêsantir dike.
Sêyem, rakêşana veberhênana biyanî. Dema kompanyayên navneteweyî dibînin bankek
navxweyî li gorî bilindtirîn standardên cîhanî tê birêvebirin, baweriya wan bo
veberhênanê li Iraq û Herêma Kurdistanê zêde dibe.
Banka Bazirganî ya Herêmê (RTB) ji meha Tîrmeha 2001ê ve xizmetguzariyên bankî
pêşkêş dike, di Îlona 2003an de ofîsa sereke li Hewlêرê damezirandiye, mofeta
(lîsansa) xwe ji Banka Navendî ya Iraqê wergirtiye û hatiye tomarkirin; ji
sala 2001ê ve heta niha tu cezayekî bankî li ser nebûye.
