Azad Osman, Endamê Kargêriya Melbenda Hewlêrê ya Komeleya Dadgeriya Kurdistanê: Nabe hêzên Pêşmerge wek milîs bên binavkirin, yan bêçekkirin û tevlî artêşekê bibin ku dibe ku di pêşerojê de li dijî statûya herêma me bên bikaranîn.
Azad Osman, Endamê Kargêriya Melbenda Hewlêrê ya Komeleya Dadgeriya Kurdistanê:
Nabe hêzên Pêşmerge wek milîs bên binavkirin, yan bêçekkirin û tevlî artêşekê
bibin ku dibe ku di pêşerojê de li dijî statûya herêma me bên bikaranîn.
Azad Osman, Endamê Kargêriya Melbenda Hewlêrê ya Komeleya Dadgeriya Kurdistanê,
di guftûgoya vê carê ya "Bazneya Guftûgo" de (Proseya siyasî ya Herêma
Kurdistanê û astengiyên wê) nêrîn û pêşniyarên xwe bi vî rengî anîn ziman:
"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Gelek spas ji bo amadekarên vê guftûgoyê, spasî li hemû amadebûyan dikim. Hemû
ew birêzên ku li vir amade ne, di asta berpirsiyariyê de ne. Bêguman amadebûna
we nîşaneyeke zelal a hestkirina bi berpirsiyariyê ye. Ez bawer dikim ev ji
dilsoziyê tê, hem ji bo rewşa giştî û hem ji bo rewşa niha ya Herêma Kurdistanê.
Bi taybetî dema ku em hemû hest bi metrsiyên vê rewşa nebaş dikin. Ev metrsî çi
li ser asta aliyên desthilatê ku bi xwe jî hest bi cureyek ji diltengî û tirsê
dikin, çi li ser asta aliyên derveyî desthilatê û çi li ser asta giştî ya
welatiyan, metirsiyeke rastîn çêkiriye.
Bêguman qurbaniyên bêhemar ên welatiyên Kurdistanê, tenê ji bo bidestxistina
qewareyeke serbixwe bû. Lê ew tiştê ku em îro li vir û li wir derbarê gefan de
dibînin û dibihîzin, ne tenê gotinek ji daxwazên kesî ye, lê encama wê yekê ye
ku desthilatdarên Kurdistanê wek pêdivî nekarîne hikumraniya xwe bikin. Mebesta
min di asta dilsoziyê de ye, ji ber ku mixabin berî demekê civîna aliyên siyasî
li baregeha Partiya Komunîst hat encamdan, piraniya aliyan li wir bûn, lê
mixabin birayên PDK amade nebûn. Di yek ji civînan de me ji birêz Dr. Piştîwan
pirsî: Çima we beşdarî nekir? Got: 'Bi Xwedê ez agahdar nehatime kirin, nexwe
bêguman ez ê bihatama.'
Mebesta min ew e, nabe em wan kesên ku dilsozên niştiman in û rexne dikin wek
dijmin bibînin, ji ber ku ew dixwazin rewş baş bibe. Di dawiyê de, di serxwebûna
niştiman de, welatiyê herî biçûk sûdmend dibe, ne tenê partî. Her tiştê ku tê
gotin, ji bo wê yekê ye ku welatiyên Kurd hinekî hêsan bijîn. Lê mixabin, ji ber
xirabiya şêwazê birêvebirina desthilatê, welatiyên me di nav diltengiyek
berdewam de ne, ji ber ku em hemû pirsgirêkan bi zelalî dibînin.
Kêşeya nezelaliya budce, dahat, xercî û nebûna mûçe, bi rastî bûne sedema
nîgeraniyek kûr. Welatî tenê li benda nûçeyekê ye ka mûçê wî tê an na. Divê hemû
partî, bi taybetî PDK û YNK ku navê wan her tim wek 'kêş û serwa' bi hev re tê,
di pêşiya berpirsiyariyê de bin.
Nabe tu xwedî ax û qewareyek bî, lê nekarî ligel welatiyên xwe rastgo bî. Heke
astengiyek derve heye û rê li yekrêziya PDK û YNKê digire, bila bi eşkereyî ji
vî gelî re bêjin. Heke kêşeya derve jî nîn e, divê li ser çarenûsa vê herêmê
bifikirin. Heke ev herêm ziyanê bibîne, kî berpirsiyar e ji bilî wan ên ku sê
dehsal in hikumraniyê dikin?
Me pêşniyar kir ku 'Encumena Niştimanî' li derveyî parlamen û hikûmetê bi
serokatiya birêz Mesûd Barzanî û bi beşdariya hemû serokên partiyan bê avakirin.
Armanc ew bû ku her kes bi azadî û bê tirs rexne û pêşniyarên xwe bide. Rexne
nabe bibe sedema dijminatiyê, lê divê bibe amrazek ji bo rastkirina xeletiyan.
Civînên fermî nabe tenê bibin ciyê giliyê. Erka serkirdayetiya siyasî ye ku bi
dîtinek berfireh li rewşê binihêre. Nabe di dema qeyranan de serkirde xwe bêrî
bikin û bêjin 'em ne berpirsiyar bûn', di dema ku hemû çavkaniyên welat di destê
wan de ne.
Mebesta me ji destnîşankirina kêşeyan, dîtina çareseriyek bingehîn e. Loma me
got civîn nabe tenê amadekarî be ji bo civînek din, lê divê biryarên kiryarî jê
derkevin. Berpirsê peywendiyên YNKê jî li wir amadehiya xwe nîşan da ku vê
pêşniyara 'Encumena Siyasî' bigihîne serkirdayetiya xwe.
Pirsgirêkên me pir in: ji nebûna budce û mûçe bigire heta pirsa Pêşmerge û
peywendiyên ligel Bexdayê. Ev hemû pêdivî bi biryarên wêrek û yekdengî hene.
Em wek Komeleya Dadgerî, bi taybetî birêz Mamoste Elî Bapir, her tim bi dilsozî
ev rastî ragihandiye. Divê rêkeftina aliyan ne tenê li ser dabeşkirina postan
be, lê li ser çareserkirina kêşeya xelkê be. Çima em her tim li benda aliyên
derve bin ku rê nîşanî me bidin? Çima em bixwe rêzê li pêgeha hev nagirin? Ji bo
derbasbûna ji vê asêbûna siyasî, pêşniyara me ew e ku birêz Kak Mesûd Barzanî û
Kak Bafil Talebanî, bi taybetî birêz Kak Mesûd Barzanî, nexşerêyek niştimanî
amade bikin bo hemû aliyan. Xala herî girîng vegerandina baweriyê ye ji bo
welatiyan.
Daxwaza me ew e ku ev nexşerê bi şêwira hemû aliyan be da ku li Bexdayê jî em
yekdeng bin. Di dawiyê de, nabe û nayê qebûlkirin ku hêza Pêşmerge wek milîs bê
binavkirin, an bêçekkirin û bixin ser artêşekê ku dibe ku di pêşerojê de li dijî
qewareya me bê bikaranîn. Divê parastina rûmet (şiko) û pêgeha Pêşmerge di ser
hemû rikaberiya siyasî re be."
