• Sunday, 05 July 2026
logo

Mehmûd Neşet, rawêjkarê li parlamena Kurdistanê: Pêdivî ye beriya encamdana hilbijartinan hemû partî li ser bingehekî zelal ji bo dabeşkirina postan rêbikevin

Mehmûd Neşet, rawêjkarê li parlamena Kurdistanê: Pêdivî ye beriya encamdana hilbijartinan hemû partî li ser bingehekî zelal ji bo dabeşkirina postan rêbikevin

 

Mehmûd Neşet, rawêjkarê li parlamena Kurdistanê: Pêdivî ye beriya encamdana
hilbijartinan hemû partî li ser bingehekî zelal ji bo dabeşkirina postan
rêbikevin

 

Mehmûd Neşet rawêjkar e li parlamena Kurdistanê û xwediyê ezmûneke mezin a
yasayî û parlamenî ye. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de (Proseya
siyasî li Herêma Kurdistanê û astengiyên wê), bi vî rengî dîtin û pêşniyarên xwe
pêşkêş kirin:

Piştî derbasbûna du mehên proseya hilbijartinên Cotmeha sala 2024an ji bo
parlamena Kurdistanê, du şîkerên (analîstên) siyasî yên navdar ên Tirkiyeyê
telefonî min kirin. Di nav guftûgoya me de derbarê paşeroja parlamenê û nexşeya
nû ya siyasî, pirsa wê yekê ji min kirin ku ez rewşê çawa dibînim? Min zelal kir
ku çalakkirina vê xula parlamenê dê karekî gelekî dijwar û zehmet be.

Ev dîtin beriya rêkeftina navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û
Tevgera Neweyê Nû (Nifşê Nû) bû, ji ber ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û
YNK xwedî du dîtin û nêrînên bi temamî ji hev cuda ne ji bo nexşeya nû ya nav
hevkişandina (hevkêşeya) parlamenî. Ji aliyekî ve PDK pê va ye ku YNKê nekariye
serkeftineke wusa mezin di vê hilbijartinê de bi dest bixe ku hêjayî
pêşkêşkirina daxwazên gelekî bilind be; ji ber ku hejmara kursiyên wê ji 21
kursiyan neçûye ser 31 yan 41 kursiyan, belkî tenê bûye 23 kursî û bi hejmartina
kursiyên kotayên hevpeymanên wan, digihîje 25 kursiyan. Ji ber wê PDK pêgeha
rikberê xwe bi ewqasî bi hêz nabîne ku mercên giran li ser bisepîne.

Li hember de, YNK hevkêşeyê bi şêweyekî berevajî dixwîne. Ew pê va ne ku PDKê
şeş kursiyên parlamenê ji dest dane û ji koma 11 kursiyên pêşû yên kotayan jî,
niha tenê sê kursiyên kotayên hevpeyman pê re ne. Li gorî vê xwendinê, ev yek
hêzeke mezin a danûstandinê (Bargaining Power) dide YNKê. YNK di wê baweriyê de
ye ku pêgeheke wê ya bi hêz heye û bêyî beşdariya wan, tu aliyekî din nikare bi
PDKê re hikûmetê ava bike, ji ber wê jî xwe bi hêja dizanin ku daxwazên xwe yên
bingehîn û bilind bixin rû.

Ev cudahiya kûr di dîtin û xwendina hejmaran de, bûye sedema çêbûna girêyeke
mezin di proseya siyasî ya herêmê de. Kêşeya sereke ew e ku tu xaleke hevbeş di
navbera dîtina van her du hêzên sereke de nayê dîtin, û gihîştina wan bi
rêkeftineke ku bibe cihê razîbûna her du aliyan, di vê qonaxê de dê karekî pir
giran û aloz be.

Bêguman, dema ku her du şîkeran ev pirs ji min kirin ku rêgeçareya rastîn çi ye?
Bersiva min ew bû ku çareserî di dubarekirina proseya hilbijartinê de ye. Di wê
demê de nêzîkî du meh ser encamdana hilbijartinê re derbas bibûn. Dibe ku li vir
pirseke cidî ji aliyê çavdêran ve were kirin: Ma dubarekirina dengdanê dê çi
biguhere? Di rastiyê de ji aliyê hejmarî ve tu guhertineke bingehîn di nexşeya
parlamenî de nabe, tenê kursiyek yan du kursî li aliyekî zêde dibin û li aliyê
din kêm dibin. Lê ji bo ku dubarekirina hilbijartinê bibe xwedî nirxekî rastîn û
encameke erênî jê derkeve, pêdivî ye kar li ser dabînkirina du mercên bingehîn
bê kirin:

Yekem: Divê PDK û YNK bigihîjin rêkeftineke siyasî ya nû di navbera xwe de. Di
vê rêkeftinê de pêdivî ye li ser wê yekê lihevhatî bin ku di dema bangêşeya
hilbijartinê de sînor û hêlên sor ên hev neşikînin. Ji ber ku tundbûna asta
êrîşan û şikandina aliyê beranber di dema bangêşeyê de, qonaxa danûstandina
piştî hilbijartinê ji bo pêkanîna kabîneya hikûmetê bi temamî aloz û zehmet
dike. Rast e tê gotin ku siyaset milmilaneyeke sar û profesyonel e û nabe hest
tê de biryarder bin, lê di dawiyê de serkirde û karakterên siyasî mirov in; dema
asta êrîşên devkî û medyayî di dema bangêşeyê de pir tund dibe, avakirina pira
baweriyê û gihîştina bi sazana siyasî ya piştî hilbijartinê pir dijwar dibe.

Duwem: Ji bo vegerandina baweriyê ji bo hemû aliyên siyasî û welatiyan bi
proseya siyasî, pêdivî ye PDK û YNK û hemû partiyên din jî li ser bingehekî
zelal ji bo dabeşkirina post û berpirsiyariyan rêbikevin, ku ew jî peyrewkirina
(sîstema xalbendiyê) ye. Nabe rewş bi cûreyekî be ku aliyek bi kursiyekî kêm
daxwaza nîvê desthilatê bike, yan aliyekî bi hêztir bi daxwaza xwe biryarê li
ser dayîn yan bêbeşkirina yên din bide.

Di bin siya hebûna sîstemeke xalbendiyê ya dadperwer de, heta partiyên biçûk û
hêzên opozîsyonê jî dikarin bi baweriyeke zêdetir dengderên xwe bişînin ser
sindoqên dengdanê; ji ber ku dizanin heger ji bo mînak hejmara nûnerên wan ji
pênc parlamenteran bibe heft, dikarin li gorî sîstemê daxwaza wezaretekî
xizmetguzariyê yê girîng wek Tendurustiyê bikin. Di rewşeke weha de, hêviya hemû
aliyan ji bo beşdariya çalak zêde dibe û dengder jî bi zelalî dizane ku dengê wî
xwedî çi hêz û nirxekî ye û dê çawa di hevkêşeya siyasî ya paşerojê de muamele
pê re bê kirin.

Berevajî vê yekê, heger welatî û dengder bigihîjin wê baweriyê ku dubarekirina
proseyê tu tiştî di hevkêşeya bingehîn de naguherîne û encam tenê dê bibin
lîstikeke hejmarî ku tê de desthilat her di navbera wan her du hêzan de bi dilê
wan dabeş dibe, wê çaxê dubarekirina proseya hilbijartinê tu qedr û nirxê xwe
namîne.

Top