Mumtaz Heyderî, nivîskar û rojnamevan: Pêdivî bû hêzên neteweyî bi xwe destpêşxer bûna û daxwaza rûniştinê ji PDK û YNKê bikirana
Destpêşxeriya Serok Barzanî ji bo civîna aliyan, pêngaveke girîng e ku deriyekî
nû li ber pirsgirêkên siyasî yên çend salên borî yên Kurdistanê vedike, bi
taybetî milmilaneya (reqabeta) navbera her du hizbên sereke ku rêgir bûye di
çareserkirina gelek pirsan de. Lê pirs ev e: Gelo ev pêngav aliyan kof dike,
parlamenê çalak dike û hikûmetê ava dike?
Pêdivî bû hêzên neteweyî û opozîsyon beriya niha bi xwe destpêşxer bûna û bi
pêşkêşkirina projeyeke hevbeş a neteweyî, daxwaza rûniştinê ji PDK û YNKê
bikirana. Pirsa neteweyî pêdivî bi garantiya darayî yan aborî nîne, ji ber ku
mijareke çarenivîssaz e. Bêguman Serok Barzanî jî di destpêşxeriya xwe de hesabê
pêşniyar û daxwaziyan kiriye û PDK amade ye dîtinên hemû aliyên cuda li ber
çavan bigire.
Ji ber wê, çareseriya herî guncaw di niha de ew e ku hemû aliyên siyasî, çi
opozîsyon yan nîv-opozîsyon, destpêşxeriya bikin û projeyeke neteweyî ya giştgir
amade bikin û bixin ber destê PDK û YNKê. Pêşwaziya hevbeş ji vê projeyê re, dê
bibe sedema vekirina rûpeleke nû û derbaskirina Herêma Kurdistanê ji wê krîza
siyasî ya kûr ku çend sal in tê de ye.
Destpêşxeriya Yekgirtûya Îslamî ji bo navbeynkariya navbera PDK û YNKê pêdivî ye
li ser bingeha pêgeha siyasî be, ne wek lava û paraniyan. Heger alî bi rastî
xemxurê doza neteweyî û paşeroja Kurdistanê bin û bi yekgirtî rûbirûyî Bexdayê
bibin, hingê destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî hîn jî girîngî û bandora xwe
diparêze. Ji ber wê pêdivî ye aliyên siyasî li xwe vegerin û vê xitima
(çeqbestûyiya) siyasî ya niha ya herêmê bi şêweyekî guncaw û hişmendane, di
berjewendiya giştî de çareser bikin.
Her civîn û guftûgoyek di navbera aliyan de karekî baş e û deriyekî nû ji bo
çareserkirina pirsgirêkan vedike. Tevî ku rêz û pêzanîna min ji bo rol û
hewildanên Mamoste Selahedîn Behadîn heye, lê pêdivî ye Yekgirtûya Îslamî bi
hizb û aliyên siyasî yên din re jî lihevhatî û hevaheng be. Wusa xuya dike ku ev
destpêşxerî bi piştgirî û agahiya dostên wan ên derveyî hatibe kirin, ji ber ku
pirsgirêkên me tenê navxweyî nîn in, belkî girêdayî ne bi hevkişandinên siyasî
yên paytextên wek Bexda, Enqere, Tehran û Şamê ve, ku bandoreke zêde û rasterast
li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê dikin.
Ji ber wê, heger hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê li ser bingeha darêştina
siyaseteke neteweyî ya yekgirtû kar bikin û berjewendiya bilind a neteweyî û
nîştimanî bixin ser her cure berjewendiyeke hizbî, aborî, kesî yan dostaniya bi
welatên cîran re, wê çaxê pirsa kursiyên parlamenê li cem wan girîngiyeke wusa
namîne. Li vir paşxaneya dewlemend a dîrokî û qurbaniyên bi dehan salan ên
hizbên têkoşer dibe pîwerê sereke ji bo lîstina roleke cidîtir û bibandortir di
çareserkirina pirsgirêkan û birêvebirina hikûmremaniyê de, ne ew aliyên ku piştî
Raperînê çêbûne û di wê rabirdûya bi xwîn de beşdar nebûne.
Li ber ronahiya wan qurbaniyên mezin ên hatine dayîn, rawestandina parlamenê û
dubarekirina berdewam a proseya hilbijartinan ziyaneke neteweyî ya mezin e û
baweriya welatiyan dixe metirsiyê. Di vê qonaxa hesas de ku çendîn planên
navxweyî û derveyî dijî qewara (statûya) Kurdistanê tên hûnandin, pêdivî ye
aliyên sereke yên wek PDK û YNK nakokiyên lawekî (duyemîn/ne sereke) bidin
aliyekî. Ezmûna dîrokî ji me re ronî dike ku coş û xiroşa dengdana sala 1992an
tu carî dubare nabe, ji ber wê heger hilbijartin jî dubare bibe, nabe ku ew ruhê
neteweyî yê bilind ê ku me dît, dîsa bi dest bive.
Xaleke din meseleya metirsîdar a du-îdareyî ye ku ji serdema sîstema penca bi
penca (50 bi 50) ve serçav girtiye; karesateke neteweyî ya mezin e û herêmê sed
salan ber bi paş ve dibe. Hêzên navdewletî yên wek Amerîka, Brîtanya, Fransa û
Almanya her tim berjewendiyên xwe ligel welatên cîran û navçeyê dixin pêşiya
pirsa kurd, lê em dikarin bi yekgirtiya xwe baweriyê bidin wan. Serkirdeyên
siyasî dikarin bêyî navbeynkariya derveyî, rasterast bi hev re li ser mêza
guftûgoyê rûnên û hemû pirsgirêkên navxweyî bi giyanekî neteweyî çareser bikin.
Milmilaneya hêzên herêmî û navdewletî wek Amerîka, Îran û Tirkiye, ji ber nebûna
stratejiyeke neteweyî ya zelal û dûrmewda, pirsa kurdî aloztir kimiye. Dabeşbûna
siyasî û nêzîkbûna hinek aliyan ji cemserên herêmî yên dijber (nêzîkbûna ji
Bexda û Îranê, yan Tirkiyeyê), bandoreke nerênî ya kûr li ser rewşê kimiye. Ji
ber wê çareseriya rastîn a vê rewşa aloz tenê bi rêya hevahengiyeke neteweyî ya
rastgoyane tê ku berjewendiya bilind a gelê me û paşeroja nifşên me li ber çav
bigire û rê li destwerdanên derveyî bigire.
