• Sunday, 05 July 2026
logo

Karwan Celal, Rêvebirê Giştî yê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Kurdistanê: Eger hêzên opozîsyonê biryar dabin rola xwe ya rastîn bilîzin, wê çaxê çalakkirina saziya parlamenê mercekî bingehîn û yekalker e.

Karwan Celal, Rêvebirê Giştî yê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Kurdistanê: Eger hêzên opozîsyonê biryar dabin rola xwe ya rastîn bilîzin, wê çaxê çalakkirina saziya parlamenê mercekî bingehîn û yekalker e.

Karwan Celal, Rêvebirê Giştî yê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên
Kurdistanê: Eger hêzên opozîsyonê biryar dabin rola xwe ya rastîn bilîzin, wê
çaxê çalakkirina saziya parlamenê mercekî bingehîn û yekalker e.

Karwan Celal, Rêvebirê Giştî yê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û
Rapirsiyên Herêma Kurdistanê ye û berê endamê Parlamena Kurdistanê bûye. Di
gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Pêvajoya siyasî li Herêma Kurdistanê
û astengên wê), bi vî rengî dîtin û nêrînên xwe anîn ziman:

"Sipasiya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim
ji bo birêkûpêkkirina vê gotûbêja giring û dewlemend û komkirina vê pêkhateya
bijarte û kesayetên diyar bi armanca guftûgokirina mijarekî çarenivîssaz, ku ew
jî pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û astengên wê ne.

Bêguman sazkirina vê gotûbêjê di vê dema hestiyar de giringiyeke taybet heye و
pêwîst bû zûtir rûniştinên bi vî rengî bihata kirin, daku fişar bê durustkirin
ji bo pabendbûna tam bi deqên yasayî ve wekî xwe, ji ber ku ev deqên yasayî
bingeha rêkxistina jiyana giştî ne û nabe wekî mijarekî dildaxwazî yan bi dilê
xwe lê bê nêrîn, ku li gorî berjewendiyên demkî biryar li ser pabendbûn yan
nepabendbûnê pê bê dan.

Mebesta min ji deqan ew yasa ne ku li Herêma Kurdistanê derçûne. Ev yasa ji
aliyê xelkê Herêma Kurdistanê û nûnerên wan di parlamenê de, bi amadebûn û
razîbûna hêz û aliyên siyasî yên cuda hatine nivîsandin û pesendkirin. Lê
mixabin, pêvajoya pabendbûnê bi wan re her tim wekî pêwîst nebûye û tûşî bilindî
û nizmiyên pir bûye, bi awayekî ku di gelek qonaxan de binpêkirin li hember
beşek ji xalên wan hatiye kirin. Ziyanmendê sereke di vê nepabendbûn û
piştguhxistinê de, saziyên niştimanî yên Herêma Kurdistanê bûn. Li vir em
dikarin amaje bi Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Rapirsiyê bikin,
wekî yek ji saziyên herî ziyanmdî, dema ku ji ber nakokiyan nehat karîn di dema
yasayî û guncav a xwe de bê çalakkirin. Di demekê de ku pêwîst bû parlamen di
xula pêşû de vê pirsê bi cidî werbigire. Eger hebûna vê saziya niştimanî bi
pêwîst dihat dîtin, dema wê hatibû ku bê nûkirin û piştgirîkirin, eger pêwîstî
pê tune bû jî, dema wê hatibû ku biryarekî zelal û yasayî derbarê wê de bihata
dan.

Niha destpêşxeriyeke nû ji bo çareserkirina rewşa siyasî di rojevê de ye, ku
berdewamiya hewlên berê ye. Ew destpêşxeriya ku ji aliyê cenabê Serok Barzanî ve
hatiye pêşkêşkirin, giring e ji aliyê hemû hêz û aliyên siyasî ve wekî projeyeke
hizbî û teng neyê dîtin, belkî pêwîst e wekî sîwaneke komker a giraniyeke
niştimanî û dîrokî muamele bi re bê kirin. Dîroka qeyranan li vê deverê ji me re
dibêje ku garantî û nexşerê di valahiyê de çênabin, belkî alî dema dikarin
garantiya rêkeftinê bikin, ku amadekar bin di bin sîwana serkirdeyekî xwedî
giranî de kom bibin. Ev yek dikare bibe rêxweşker ji bo destpêkirina qonaxeke nû
û giringtir di pêvajoya siyasî ya Herêmê de, ji ber ku aliyên siyasî ji bilî
diyalogê ti bijardeyeke din li ber destê wan nîn e. Komkirina li ser bingeha vê
destpêşxeriyê bi xwe dibe baştirîn nexşerê. Ev gav ne tenê destpêkek baş dibe,
belkî qadeke rastîn e ji bo ceribandina ciddiyeta aliyan di parastina qewareyê
Herêmê de. Herwiha nabe rola destpêşxeriya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ji bîr
bê kirin ku di demeke guncav û pêwîst de hat ragihandin, ji ber ku karî
hişyariyeke nû di navbera aliyan de ava bike û rewşê ber bi aramiyê bibe.

Ji aliyekî din ve, eger hêzên opozîsyonê biryar dabin rola xwe ya rastîn di nav
Parlamena Kurdistanê de bilîzin, wê çaxê çalakkirina saziya parlamenê mercekî
bingehîn û yekalker e. Ji ber ku eger parlamenekî me yê çalak nebe, opozîsyon
nikare erk û berpirsiyariyên xwe bi rê ve bibe, ev jî dibe sedema pekbûna
pêvajoya çavdêriyê û bandoreke nerênî li ser beşên din ên fermanrewayiyê dihêle.
Ji ber wê, parlamenekî zindî pêwîstiyeke jêneveger e ji bo şopandina rastîn a
daxwazên xelkê û çareserkirina kêşeyên kelekebûyî û derxistina wan yasayên ku
pêwîst in ji bo birêkirina karûbarên rojane yên welatiyan.

Pirsa dubarekirina hilbijartinan li Herêma Kurdistanê, çendîn pirsiyarên
bingehîn derbarê aliyê cîbicîkar, mekanîzmaya encamdanê û çarçoveya yasayî ya
pêvajoyê derdixe pêş. Di vê navberê de destwerdanên Bexdayê roleke diyar hebû,
dema ku di nebûna Parlamena Kurdistanê de, Bexdayê çendîn xal û biryarên teşrîî
bi ser Herêmê de sepandin, ku ya herî diyar kêmkirina hejmara kursiyên parlamenê
bû ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan, bi şêوەyekî ku tenê pênc kursî ji bo
pêkhateyên Tirkmen û Mesîhî hatin terxan kirin, tevî ku di yasaya hilbijartinê
ya Herêmê de hejmar 111 kursî hatibû diyarkirin.

Ligel van guhartinên yasayî jî, hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê razîbûna xwe
nîşan dan û biryara beşdarbûnê dan. Madem alî bi daxwaza xwe û bêyî ti
neçarkirinekê ji aliyê komîsyonê ve hatine nav hevrikiyê, ku dişibe
hilbijartinên sala 2018an ên Herêmê û Iraqê û bi daxwaza xwe navên xwe tomar
kirine, wê çaxê ji aliyê prensîbên siyasî ve pêwîst e encamên pêvajoyê jî bi
fermî qebûl bikin.

Qebûlkirina encaman, hêzên siyasî dixe ber hevkişeyeke aloz a matematîkî ji bo
pêkanîna kabîneya nû û dabeşkirina desthilatan, ku ev jî dişibe wê nakokiya
siyasî ya berdewam a ku piştî sala 2010an ve li Bexdayê heye. Her çend sazkirina
berdewam a hilbijartinan di rû de wekî pêvajoyeke erênî tê dîtin, lê kêşeyên
bingehîn ên sîstemê hîn bi daleqandî mane. Di vê çarçoveyê de "Fayiq Zêdan"
Serokê Encumena Bilind a Dadwerî li Iraqê, ragihandiye ku ew şêwazê muameleya li
Iraqê ji bo pênasekirin û diyarkirina "kutleya mezin" tê peyrewkirin, kêşeyeke
yasayî ya mezin tê de heye, ji ber ku rêdan bi durustkirina hevpeymaniyên nû û
mezin piştî ragihandina encamên hilbijartinan, bi temamî li dijî destûr û wan
prensîbên demokratîk e ku pêwîst e bêne peyrewkirin.

Pêvajoya hilbijartinê di bingeh de bi armanca nîşandana îradeya gel û naskirina
peyam û bernameyên aliyên siyasî tê kirin. Welatî deng didin aliyekî daku
peyamên siyasî û aborî yên wî aliyî di qada hukmrewayiyê de bên cîbicîkirin. Her
çend durustkirina hevpeymanî û kutleyên parlamenî piştî ragihandina encaman,
wekî mafekî yasayî û destûrî yê qewareyan tê dîtin, lê pêwîst e em ji bîr nekin
ku di yasaya hilbijartinên Iraqê de, rêgirî li guhartina aliyê siyasî yê endamên
parlamenê hatibû kirin. Ev rêgirî ji bo wê bû ku pêvajo ji diyardeya kirîn û
firotina kursiyan bi pere û îmtîyazan bê parastin û rê neyê dan baweriya
dengderan ji bo berjewendiyên taybet bê bikaranîn, yan jî bi fişar û destwerdanê
arasteya dengê xelkê ber bi aliyekî din ve bê birin. Ji ber wê, pabendbûn bi
encamên hilbijartinan û parastina wan deqên yasayî yên ku aliyan bixwe
nivîsandine, yekane çareseriya guncav e ji bo derbasbûna qonaxa niha ya Herêma
Kurdistanê. Eger kêşeyek li ser deqên yasayî hebe, rêya rast ew e ku demildest
parlamen bê çalakkirin û di rêya saziya yasadanînê re guhartinên pêwîst di
yasayan de bêne kirin.

Di niha de, pêşniyara dubarekirina hilbijartinan bijardeyeke mentiqî nîn e û ev
bijarde ji bilî ku çareserî nîn e, cureyek e ji paşxistina kêşeyê yan revîna ji
rastiyê, ji ber ku ev gav dibe sedema sarbûna dengderan ji beşdariya siyasî.
Welatiyan berê bi coşeke mezin çûne ser sindoqan, lewma dema ku ew baweriya wan
bi hêsanî tê piştguhxistin, baweriya giştî bi hemû pêvajoyê dadikeve. Dengderan
bi rêjeyên cuda deng dane aliyan, ev jî derfeta hevbeşiyê ji bo hemûyan di
hukmrewayiyê de amade kiriye bêyî ku ti aliyek bê piştguhxistin yan ji
desthilatê bê bêparkirin.

Tevî vê yekê jî, lêçûna darayî ya pir mezin a hilbijartinan di vê qonaxê de ku
Herêma Kurdistanê û Iraq bi giştî rûbirûyî qeyrana darayî bûne, barekî giran e.
Li ser asta cîhanî û navçeyî jî aloziyên mezin hene, wekî mînak kêşeyeke biçûk
li tengaveke giring wekî Tengava Hurmuz dikare bandoreke nerênî li ser aboriya
cîhanê bike. Di navenda van hemû qeyranan de behsa dubarekirina hilbijartinan û
xerckirina lêçûneke zêde, dibe sedema bêhêvîbûna zêdetir a welatiyan, bi taybetî
ew çîna ku wekî "dengên xolêmişî" (bêalî) tên naskirin.

Ji aliyê matematîkî û demografî ve ti nîşaneyek tune ye ku biselimîne
dubarekirina hilbijartinan di demeke kurt de guhartineke radîkal di pêkhateya
dengderan û hevsengiya hêzê de durust bike. Aliyên sereke, bi taybetî hizbên
mezin mîna Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û
hinek hêzên din jî, xwedî bingeheke cemawerî ya konkret û cîgir in. Di her rewşê
de dikarin heta radeyekê cemawerê xwe yê cîgir kom bikin û dengên xwe biparêzin.
Lê hevsengiya sereke di destê dengderên xolêmişî û bêalî de ye ku di navbera
hilbijartinan de kursiyekî zêde yan kêm dikin ji bo wan hêzan. Lewma pêwîst e
xwendineke zanistî ji bo derûnnasî û reftara van dengderan bê kirin ka di dema
dubarekirina hilbijartinan de ber bi kîjan alî ve diçin. Kêşe li vir ew e ku
dubarekirina hilbijartinan ne ji ber asêbûneke siyasî di nav parlamen û dema
hukmrewayiyê de ye, belkî pêvajo hîn dest pê nekiriye û sazî nehatine pêkhatin.

Di dawiyê de, dubarekirina pêvajoya hilbijartinê bijardeyeke rast û bi hêz nîn e
ji bo çareseriya kêşeyan, lê eger rewş gihîşt asêbûna tam û ti derfetek ji bo
diyalogê nema û hemû destpêşxerî bê encam bûn, wê çaxê bi neçarî divê dengê gel
wekî dadwerekî yekalker bê dîtin û em ber bi sindoqên dengdanê ve vegerin, lê ev
tenê divê wekî çareseriya dawî û di qonaxa herî dawî de be."

Top