Li Hesekê xebata paqijiyê ya xwebeş dest pê kir
Şaredariya Gel a Hesekê bi hevkariya Meclisa Bajêr, însiyatîfeke paqijkirina giştî li hemû taxên bajêr da destpêkirin.
Ev însiyatîf di çarçoeya planeke xizmetguzarî û jîngehê ya berdewam de hat pêkanîn.
Li gorî rêveberên insiyatîfê, ev xebat dê bo demeke nediyar berdewam bike, bi armanca baştirkirina paqijiya giştî û baştirkirina xizmetguzariyan.
Bi dehan endamên meclisan û Şaredariya Gel beşdarî însiyatîfê bûn. Xebatên paqijiyê li taxa Til Hecer dest pê kir ku rêyên sereke û deverên din hatin paqijkirin.
Rêveberên însiyatîfê diyar kir ku ev xebat dê heftane berdewam bike û her carê taxek were paqijkirin.
Rudaw
