Masîo Stîven, Profesorê Peywendiyên Navdewletî li Zanîngeha Helmut Schmidt ji bo Gulan: Krîza Hurmuz nîşan da ku nakokiyeke herêmî dikare cîhanê bihejîne
Masîo Stîven, profesor û lêkolîner e li zanîngeha «Helmut Schmidt» li Almanyayê.
Ew pispor e di warê peywendiyên navdewletî, saziyên navdewletî, hêzên nûderketî,
aborî و siyaseta cîhanî de. Di serdemekê de ku cîhan ji ber nakokiyên çekdarî,
hevrikiya hêzên mezin, guherîna keşûhewa û alozîyên aborî rûbirûyî guherînên
mezin bûye, pirsa paşeroja hikûmraniya cîhanî û karîgeriya saziyên navdewletî
bûye yek ji giringtirîn mijarên guftûgoya siyasî û akademîk. Di vê hevpeyvînê
de, em behsa dabeşbûna hêza cîhanî, daketina hevkariya navdewletî, hevrikiya
navbera hêzên mezin û bandora krîzên herêmî wek rewşa Tengava Hurmuz li ser
ewlehî û aboriya cîhanî dikin. Herwiha em hewl didin ronahiyê bixin ser wê yekê
ka cîhan çawa dikare di navbera hevrikî û hevkariyê de rêyekê ji bo îstîqrar û
hevkariyeke karîgertir bibîne.
* Gelek şirovekar wiha difikirin ku ew rewşa niha li ser asta navdewletî heye,
"pircemseriya bêyî piralîbûnê" ye. Yanî bawer dikin ku di vê gavê de deselat li
ser asta cîhanê dabeş bûye û hevkariya navdewletî kêm bûye. Gelo ev yek çi
gefekê li ser îstîqrara navdewletî çêdike û divê di vê derbarê de çi bête
kirin?
- Di rastiyê de nîşanên daketina hevkariya navdewletî tên dîtin, ev jî di
kêmkirina karîgeriya rêxistinên cîhanî yên mezin de diyar dibe, wek
Rêxistina Bazirganiya Cîhanî û Encumena Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî. Herwiha
guherîna rewşê ji tevlêbûna aborî ber bi hewildanên kêmkirina lawaziyên
aborî ve, tevî aloziya rewşa ewlehiyê li ser asta cîhanê. Lê ez vê wek
pircemseriya bêyî piralîbûnê bi nav nakim, ji ber du sedeman: Ya yekem, dema
em dibêjin pircemserî, divê çend hêzên wekhev û mezin li ser asta cîhanê
hebin, di demekê de ku tenê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Çîn wek du hêzên
sereke û karîger derketine. Ya duyem, hîn jî karê piralî bi hêz e, lê kêmter
di navendên navdewletî yên wek (Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî) de tê
meşandin û bêtir di komelên herêmî de peyrew dibe. Ev hîn jî wekî hêmanekî
giring dimîne ji bo îstîqrara peywendiyên navbera hêzên mezin û zêdekirina
îhtîmala hevkariya navbera wan.
* Gelek caran dewletên mezin serî li biryarên yekalî didin û hinceta wan jî ew
e ku ev ji bo parastina ewlehiya neteweyî, serwerî û berjewendiyên wan ên
stratejîk e. Li vir pirs ev e: Gelo navendên hevrik ên hêzê careke din
rênmayiyên navdewletî dadirêjên, yan tenê mesele ew e ku bandora wan kêm
bûye?
- Di rastiyê de hinek ji hêzan –wek Rûsya– bandora xwe ya cîhanî ji dest didin
û hewl didin li ser herêm û navçeyên xwe serdest bin. Hêzên din, wek
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Çîn, rênmayiyên navdewletî ji nû ve şirove
dikin, bi şêوەyekî ku bi berjewendiyên wan re bigunce. Ev kar jî metirsiya
lawazkirina hemû van rênmayiyan di nav xwe de hildigire, ji ber ku her
aliyek dikare piştevaniya şiroveya dilxwazê xwe bike. Mebesta min ew e ku
heger lihevkirinek nebe li ser wateya van rênmayiyan, wê demê rênmayiyeke
wisa namîne ku van hêzan kontrol bike.
* Wekî diyar e, nakokiyên çekdarî, guherîna keşûhewa, hevrikiya di warê
teknolojiyê de, guşara pêlên koçberan û perçebûna aborî, yan jî em bêjin
bikaranîna peywistiya aborî wek çekekê, bûne kêşe û bi hev re rûbirûyî sîstema
navdewletî bûne. Gelo rêxistinên navdewletî di niha de şiyana wê hene ku li ber
van krîzan rabin, yan divê binyada navdewletî ji bingeh de bête guherandin?
- Ez bawer dikim ku rêxistinên navdewletî di pêgeheke pir baş de ne ji bo
rûbirûbûn û çareserkirina gelek ji wan kêşeyên mezin ên ku rûbirûyî
siyaseta cîhanî bûne. Kêşe bêtir di wê de ye ku ew dewlet û hêzên mezin in
ku endamên van rêxistinan in. Mebesta min ew e, heger bixwe dewlet amadeyî
tawîzan nebin û bi arasteya hevkariya piralî de kar nekin, wê demê ji destê
van rêxistinên navdewletî tiştek nayê. Dibe ku beşek ji çareseriyê ew be ku
roleke zêdetir bête dan bi rêxistinên herêmî.
* Hinek caran ew hevrikî û nakokiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û
welatê Çînê de heye, wek hevrikiya berê ya navbera hêzên mezin tê dîtin. Bi
nêrîna we, çi tişt vê hevrikiya jeopolîtîk a niha ji ya berê cuda dike? Gelo
dibe ku bi çi şêوەyekî bibe sedema guherîna saziyên navdewletî di dehsalên bê
de?
- Çend dişibandinên dîrokî hene bi wê hevrikî û hevrikiya ku niha di navbera
Amerîka û Çînê de heye, lê di gelek aliyan de cudahî jî pir berçav in. Niha
hîn jî asteke bilind a peywistiya civakî û aborî (interdependence) heye.
Kontrolkirina axê kêmter faktorekî yekker e di peywendî bi hevrikiya
jeopolîtîk ve. Cudahiyên îdeolojîk jî roleke kêmtir dibînin li gorî serdema
Şerê Sar. Herwiha dewlet dikarin dersan ji dîroka tije karesat a sedsala
bîstan werbigirin. Pêşbînî nîşan didin ku saziyên navdewletî wek saziyên
berfireh û giring bimînin, lê rola wan di navbeynkariya navbera hêzên mezin
de kêm dibe.
* Di niha de guftûgoyeke zêdetir tê kirin li ser wê yekê ku ew sîstema
navdewletî ya li ser rênmayiyan hatibû avakirin, hatiye guherandin bi sîstemekê
ku li ser bingeha hêz û danûstandinê hatî avakirin. Heger ev pêvajo heta 10
an 20 salên bê berdewam bike, gelo rewşa navdewletî wê rastî çi guherînan bibe,
bi taybetî ku neteweyên biçûk û navîn bi radeyeke zêde pişta xwe bi rêxistinên
navdewletî girê didin?
- Di rastiyê de rewş wê ne xweş be. Xala sereke ew e ku hikûmraniya cîhanî
nikare her tiştî pêk bîne. Di vê rewşê de jî pêkanîna hevkariyê bi rêya
saziyan –ku endamtî tê de li ser asta cîhanî ye– karêkî hêsan nabe bi
şêوەyekî ku karibin biryarên wan mecbûrî bin. Îhtîmaleke mezin heye ku
em ber bi cîhanekê ve biçin ku tê de peyman di çarçoveya saziyên lawaz de
bin. Pêwîst e di wê demê de neteweyên biçûk û navîn hewl bidin hevkariyên nû
pêk bînin da ku neyên piştguhkirin û hewlên xwe bikin yek; di yekîtî û
hevkariyê de hem selametî û hem jî bandora wan wê hebe.
* Di lêkolîna we de bi navê «Dabeşbûna Hêza Cîhanî û Daketina Hikûmraniya
Cîhanî», hûn îdîa dikin ku kêmkirina karîgeriya hikûmraniya cîhanî encama
dabeşbûna hêza cîhanî ye. Pirs ev e: Gelo krîzên niha nêrînên we piştrast
kirine, yan we nîşanên wê yekê dîtine ku rêxistinên navdewletî bi awayekî
karîger xwe bi binyada nû ya hêzê re diguncînin?
- Ez wan nîşanan nabînim ku krîzên bingehîn hatibin derbaskirin. Em di
cîhanekê de dijîn ku hêz bêtir bi awayekî wekhev di nav wan dewletan de
dabeş bûye ku cîhanê bi awayekî cuda dibînin. Ev bûye sedema daketina
hikûmraniyê li ser asta cîhanî. Herwiha nîşan hene ku dewlet li ser asta
herêmî bertek nîşan didin li hember vê rastiya nû. Bo nimûne, welatên
Ewropayê dibe ku çêtir hevkarî bi hev re bikin; hêzên din wek Kanada,
Hindistan û Japon hewl didin peywendiyên nû pêk bînin.
* Li gorî lêkolîna we, ew hêzên ku derketine holê, şiyaneke zêdetir bi dest
xistine bêyî ku ev bibe sedema bihêzkirina sîstema hikûmraniya hevpar. Divê çi
guherîn çêbibin ji bo pêkanîna hevkariyeke karîgertir ku bi rastiya nû re
bigunce?
- Di rastiyê de divê hêzên mezin bêtir rastgo bin li ser wê yekê ka dikarin li
ser çi li hev bikin û çawa dikarin bi dest bixin, heta heger nêrînên wan ên
cuda li ser mijarên din hebin jî. Dibe ku ev nêzîkî neimkanê be heger
serkirde û tevger bi temamî fikra hevkariya navdewletî red bikin, yan jî
înkar bikin ku kêşeyên mezin hene, wek guherîna keşûhewa.
* Ew aloziya li Tengava Hurmuz heye û ew nakokiya di navbera Amerîka û Îranê
de heye, nîşan da ku çawa nakokiyên herêmekê bandorê li ser aborî û ewlehiya
hemû cîhanê dikin. Ev rewş çawa îdîayên we piştrast dike derbarê dabeşbûna hêzê
û kêmkirina şiyana rêxistinên cîhanî ji bo kontrolkirina navçeyên stratejîk?
- Ez bawer nakim ku êrişên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê û encamên wan ên
herêmî rasterast bi dabeşbûna hêzê li ser asta cîhanê ve girêdayî bin.
Belku ev beşek e ji nîşaneke nîgeranker ku saziyên piralî û yasaya
navdewletî hatine piştguhkirin. Nûçeya xweş ew e ku Rûsya û Çîn amadeyiyeke
mezin nîşan nedane ji bo destwerdanê, ev jî nîşan dide ku nakokî wekî şerekî
herêmî dimîne, lê encamên wê yên cîhanî hene û dikare cîhanê bihejîne.
