• Sunday, 10 May 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê guhertinên dawî û pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê guhertinên dawî û pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê guhertin û geşedanên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê gotubêj kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 09.05.2026, li bajarê Stenbolê bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler re civiya.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û bidawîanîna alozî û girjiyên li navçeyê kirin.

 

Basnews

Top