• Sunday, 10 May 2026
logo

CNN: Duberekiyên navxweyî yên Tehranê rê li lihevkirina ligel Waşintonê girtiye

CNN: Duberekiyên navxweyî yên Tehranê rê li lihevkirina ligel Waşintonê girtiye

Tehran di nava "şerê desthilatê" de ye; CNN eşkere dike ku baskên tund ên Artêşa Pasdaran rêyê li bizavên agirbestê yên Trump digirin, û piştî Xamineyî biryardana siyasî li Îranê tûşî pirt û belavbûnê bûye.

Raporteke tora nûçeyan a “CNN”ê eşkere kiriye ku aliyekî tund di navxweya Îranê de kar ji bo lengkirina her derfeteke lihevkirinê dike. Li gorî wê raportê, ev aliyê ku bi navê "Eniya Paydarî" tê naskirin di nav Artêşa Pasdaran de ne û bi rêya medya, parlamen û cadeyê zextê dikin ji bo dijberiya her danûstandinekê ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.

Ev kom xwe wekî "parêzera şoreşa 1979ê" dide nasandin û di wê baweriyê de ye ku her lihevkirineke ligel Amerîkayê bi wateya "teslîmbûnê" tê û Tehran tenê bi şikandina Waşintonê dikare destkeftiyan bi dest bixe.

Çavdêr amajeyê bi wê yekê dikin ku ev hevrikiya navxweyî piştî kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî di destpêka şer de tundtir bûye. Ev yek jî bûye sedem ku berpirsên Amerîkayî, di serî de jî Donald Trump û Marco Rubio, serokatiya nû ya Îranê wekî "pit û belav" wesf bikin.

Ji aliyekî din ve jî, Waşinton li benda bersiva fermî ya Tehranê ye ji bo pêşniyara herî dawiyê li ser bidawîanîna wî şerê ku ev zêdetir ji du mehan ne hatiye destpêkirin, ji bilî pirsa dosyeya atomî. Tevî ku Trump û Rubio pêşbînî dikir ku di nava çend saetan de bersiv bigihe destê wan lê heta niha tu nîşanek ji bo pêşkeftina danûstandinan nedîtiye.

 

K24

Top