ÎDIA - Îsraîlê li çolterên Îraqê baregehek ava kiriye
Raporek eşkere dike ku Îsraîlê ji bo piştgiriya êrişên asmanî yên li Îranê, li çolterên Îraqê baregeheke leşkerî ya veşartî ava kiriye.
Her wiha destpêka şer ji bo ku cihê baregehê eşkere nebe, Îsraîlê êrişî wan hêzên Îraqê kiriye ku nêzîkî dîtina wê baregehê bûne.
Berpirsên Amerîkî û çavkaniyên agahdar ji rojnameya Wall Street Journalê re diyar kiriye ku Îsraîlê ev baregeh bi agahdariya Amerîkayê û hinekî beriya destpêkirina şer ava kiriye.
Baregeh wekî navendeke lojîstîk a ji bo hêza asmanî ya Îsraîlê hatiye bikaranîn û hêzên taybet lê hatine bicihkirin.
Vê yekê derfet daye Îsraîlê ku nêzîktirî qada şer bibe.
Erkê baregehê û hevkariya Amerîkayê
Li gorî zanyariyên di raporê de, li nav wê baregehê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hatine amadekirin ku eger balafirên şer ên Îsraîlê werin xistin, bi hawara pîlotan ve biçin lê belê heta niha ti balafirên Îsraîlê nehatine xistin.
Di bûyereke din de, dema ku balafireke F-15 a Amerîkayê li nêzîkî bajarê Îsfehanê yê Îranê hat xistin, Îsraîlê pêşniyar kir ku alîkariya tîmên Amerîkî bike ji bo rizgarkirina pîlotan lê hêzên Amerîkayê bi xwe operasyona rizgarkirinê pêk anî û Îsraîlê tenê bi rêya bombebarana asmanî parastina operasyonê kir.
Pevçûna li gel artêşa Îraqê û giliyê li NYyê
Wall Street Journalê destnîşan kir ku bidizîbûna vê baregeha leşkerî destpêka meha Adarê nêzîk bû eşkere bibe.
Medyaya fermî ya Îraqê belav kir ku şivanekî herêmê hest bi liv û tevgereke neasayî ya helîkopter û çalakiyên leşkerî kiriye.
Pişt re artêşa Îraqê hêzek ji bo lêkolînê şandiye û Îsraîlê ji bo rêgirtina li hêzên Îraqî û negihîştina wan a cih, serî li bombebarana asmanî daye.
Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Îraqê Qeys Mihemedawî wê demê diyar kiribû ku di wê êrişê de leşkerekî Îraqê hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Pişt re dawiya meha Adarê Îraqê li dijî wê êrişê giliyeke fermî gihand Neteweyên Yekbûyî (NY) û êriş xist stûyê Amerîkayê lê çavkaniyên ku WSJyê behsa wan kiriye, dibêjin Amerîka qet tev li wê êrişê nebûye û tenê hêzên Îsraîlê ew encam daye.
Dîtina belgeyan a ji aliyê Dije Terora Îraqê ve
Piştî pevçûnê, rayedarên Îraqê du hêzên din ên Hêzên Dije Terorê şandin herêmê.
Wan hêzan belgeyên temam dîtin ku hêzeke biyanî li wê herêmê bûye.
Mihemedawî ji medyaya fermî ya Îraqê re gotibû:
"Xuya ye hêzeke diyarkirî li ser erdê hebûye û piştgiriya asmanî jî wergirtiye ku bi awayekî wisa kar kirine ku ji şiyanên yekîneyên me wêdetir bûye."
Heta niha ne artêşa Îsraîlê û ne jî berdevkê hikûmeta Îraqê amade ne ti daxuyaniyên fermî li ser hebûna vê baregeha veşartî bidin.
Rudaw
