Felah Seyîd Mewlûd, Berêveberê Giştî yê Veberhênana Kanyaran li Wezareta Çavkaniyên Siruştî: Herêma Kurdistanê pêdiviyeke bingehîn bi dariştina yasayeke nû û nûjen bo veberhênana kanyaran heye, da ku bi serbixwe biryarê li ser çarenûsa xwe bide
Felah Seyîd Mewlûd, Berêveberê Giştî yê Veberhênana Kanyaran e li Wezareta
Çavkaniyên Siruştî û xwedî ezmûneke dêrin e di warê veberhênana petrol û
kanyaran de. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Girîngiya enerjiyê di
ji nû ve dariştina stratejiya hevkêşeyên siyasî li navçeyê de), bi vî rengî
dîtin, nêrîn û pêşniyarên xwe xistin rû:
"Ew birêzên ku beriya min axivîn, bi hûrgulî û têgihiştineke kûr tîrêj xistin
ser wê rastiyê ku enerjî di vê serdemê de bûye navend û bînerê (motorê) sereke
yê dariştina stratejiyên navdewletî û guhertina hevkêşeyên siyasî li ser asta
cîhanê. Diyar e ku enerjî, bandor û rehendên mezin di rûdan û guhertinên siyasî
û aborî de heye. Bêguman ew rastiya li ber destê me ye, wê yekê nîşan dide ku
petrol ne tenê çavkaniyeke sade ya enerjiyê ye, belku stûneke bingehîn e ku
welatên xwedî vê samanê, biryarên siyasî, seqamgiriya aborî û xweşguzeraniya
welatiyên xwe pê ve girê didin.
Eger wekî nimûne bi hûrgulî li wî kêşmekêş û milmilaneya tund binêrin ku niha di
navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îranê de heye, em dibînin ku bingeha
piraniya rageşiyan ji bo kerta enerjî û petrolê vedigere û şer jî ji ber girtina
Geliyê Hurmizê bandora xwe li ser hemû cîhanê kiriye. Her ji ber vê sedema
stratejîk e ku welatên wekî Amerîka, Îsraîl û çendîn cemserên din li dijî
dewleta Îranê radiwestin.
Ji aliyekî din ve em dibînin, hinek dewlet ji bo parastina berjewendiyên xwe yên
bilind di kerta enerjiyê de, hevkarî û piştvaniya Komara Îslamî ya Îranê dikin.
Ev hevkarî û piştvanyan, wekî ku di medyayê de tê gotin, bi şêweyeke nerasterast
û di bin sîbera teknolojiya pêşketî de di warê leşkerî de tên kirin, wekî
dabînkirina hevkariya teknîkî ji bo sûdgirtina ji satelaytan bo diyarkirina
armancan. Hemû ev hewldan tenê ji bo yek armancê ne, ew jî parastina wan
berjewendiyên aborî yên mezin e ku ligel Îranê hene, bi taybetî di warê petrolê
de, da ku rê li ber windakirina vê çavkaniya girîng bigirin ku bandora wê ya
rasterast li ser ewlehiya enerjiyê ya cîhanî heye.
Petrol wekî çavkaniyeke enerjiyê ya stratejîk, pêgeheke bêhempa di hevkêşeyên
navdewletî û herêmî de girtiye. Her ev pêgeha girîng e ku wiha kiriye piraniya
welatan di pêşbazî û nakokiyeke berdewam de bin bo bidestxistina pişka şêr û
çespandina hegemonyaya xwe li ser vê kertê. Ew tiştê ku em li Wezareta
Çavkaniyên Siruştî wekî berpirsiyariyeke dîrokî û nîştimanî hîs dikin, ew
mandîbûn û hewldanên bê sînor in ku hemû hevalên me kirine. Em ji bo çespandina
nasnameya aborî ya Herêma Kurdistanê û selmandina wê rastiyê ku gelê Kurdistanê
xwediyê rastîn ê samanên xwe yên siruştî ye, şev û roja xwe xistiye ser hev.
Armanca me ya sereke di dariştina yasayeke serbixwe bo petrol û gazê û
wergirtina biryara siyasî ya azad, tenê û tenê ji bo dabînkirina jiyaneke
şayîste û xweşguzeraniyeke berdewam bûye bo welatiyên Herêmê. Ev jî li gorî
destûr û yasayên Iraqê û urfê navdewletî mafê asayî yê Herêma Kurdistanê û
hikûmeta wê ye. Lê belê, wekî ku Dr. Hemdî Şingalî tîrêj xist ser, dema em li
dîroka guftûgo û rûniştinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dinêrin, ji bo me
diyar dibe ku aliyê beramber ne xwedî niyetek paqij e bo çareseriya rîşeyî û ne
jî daxwazeke cidî tê de heye bo alîkariya Herêmê. Belku bi pêçewane, armanca
stratejîk a hikûmeta navendî astengkirina wê karwana geşepêdan û pêşketinê ye ku
li Kurdistanê dest pê kiriye.
Eger bi dîtineke berawurdkarî li rastiya avadaniyê li parêzgehên Herêma
Kurdistanê binêrin, em dibînin tevî hemû astengan, geşepêdaneke berçav heye ku
encama sûdgirtina rast e ji kerta enerjiyê. Ev di demekê de ye ku li piraniya
parêzgehên Iraqê, tevî hebûna yedekeke zêde ya petrolê, hêşta şopa wê samanê li
ser jiyana xelkê û jêrxana aborî nayê dîtin. Ev rastiya tal wê yekê diselmîne ku
cureyek ji dijayetiya siyasî û aborî ya birêkxistî li dijî qewareyê Herêma
Kurdistanê heye.
Ji bo parastina berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û serweriya aborî, ez bi
temamî hevrayim ku Herêma Kurdistanê pêdiviyeke dîrokî û yasayî bi hebûna
yasayeke serbixwe û taybet bi petrol û gaza xwe heye. Bi raşkaavî, ew çarçoveyên
yasayî yên ji aliyê Bexdayê ve hatine sepandin, nebûne xizmeta xelkê Kurdistanê,
belku bûne asteng li ber geşepêdana aborî.
Nimûneya herî diyar a destwerdanên Bexdayê, ragirtina proseya hinardekirina
petrola Herêma Kurdistanê ye. Ev biryareke siyasî bû bo lawazkirina pêgeha
Herêmê.
Ji aliyekî din ve, nêrîna me bo warê enerjiyê nabe tenê di petrolê de kurt bibe.
Em gihîştine wê baweriyê ku Herêma Kurdistanê pêdiviya wê ya bingehîn bi
dariştina «Yasayeke taybet bi veberhênana kanyaran» heye. Kanyar (maden)
samaneke nîştimanî ya mezin in. Jixwe ji sala 2021an ve, Wezareta Çavkaniyên
Siruştî kar li ser amadekirina reşnivîsa vê yasayê kiriye, lê mixabin heta niha
negihîštiye qonaxa dawî.
Di niha de, em hêşta bi neçarî serî li Yasaya Hejmar 91 a sala 1988an a
hemwarkirî li sala 1989an didin (Qanûna Rêkxistina Veberhênana Kanyarî), ku
yasayeke kevin û navendî ya hikûmeta wê demê ya Bexdayê ye. Ev yasa ligel
rastiya siyasî û destûrî ya Herêmê nagunce. Ev yasaya kevin bûye sedem ku em
nekarin kompanyayên mezin ên veberhênanê di warê kanyaran de bînin Kurdistanê.
Armanca me ya dawî ew e ku em van samanên siruştî bikin amûrek bo avadanî,
peydakirina derfetên kar û xweşguzeraniyê bo welatiyan. Lewma, ez dûpat dikim ku
divê bi lez kar bo derbaskirina yasayeke nû ya veberhênana kanyaran li Herêma
Kurdistanê bê kirin, da ku wekî herêmeke serbixwe, em bixwe biryarderê çarenûsa
aboriya xwe bin."
